Ticker

10/recent/ticker-posts

Şehîd Ferhat Goyî li Mexmûrê hat bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Ferhat Goyî hate bîranîn. Di bîranînê de dayîka Şehîd Ferhat, Fatma Bîlen soza şopandin û serxistina xeyalên şehîdan da.


Şehîd Ferhat Goyî (Ferhat Bîlen) ku di 03’yê Adara 2018’an de li Navçeya Reco ya Efrînê şehîd bibû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate bîranîn. Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna dehan şêniyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin detspêkir. Di bîranînê de sînevîzyona li ser têkoşîn û jiyana Şehîd Ferhat hate pêşandan.


Piştî rêzgirtinê dayîka Şehîd Ferhat Goyî, Fatma Bîlen axivî û soza pêkanîna xeyalên şehîdan da û got: “Em tevahî şehîdên doza azadiya Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe di ber keda wan de ditewînin. Divê em vê pêvajoyê de xebatên xwe zêdetir bikin û bikarin bibin layîqê keda wan şehîdan. Em deyndarên doz û keda şehîdên xwe ne. Her roj çekên kîmyewî li ser zarokên me tên barandin. Dijmin dixwaze me ji dîrokê bide jêbirin. Em wek malbat soz didin ku çi bikeve ser milê me, emê bikin. Emê heta dawî ji bo xeyalên zarokên xwe têbikoşin û berxwebidin.”

Piştî axaftina Fatma Bîlen, Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hezar Ûçar jî axivî û diyar kir ku heta dawî gelê Mexmûrê amadeye têbikoşe û xwedî li şehîdên xwe derbikeve.

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Ferhat Goyî hatî amadekirin, hat pêşandan û bîranîn bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar