Ticker

10/recent/ticker-posts

Mexmûr: Dixwazin me fêrî esareta Rêbertiya me bikin!

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û soza şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan hat dayîn.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna dehan şêniyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî giyanên Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtin daxuyanî ji aliyê Hevserokê Dîwana Meclîsa Demokratîk a Gel a Mexmûrê Neşat Kara ve hat xwendin.


Daxuyanî wiha ye:

“Rêber Apo hebûn û vîna gelê Kurd e. Li Îmraliyê hebûna gelê Kurd dibin tecrîdek girankirî û bi xwesteka tunekirinê re rû bi rû ye. Hêzên desthilatdar û statû parêz ji bo berdewamkirina pergala xwe ya xwînmij û xweza talan ker bidin berdewam kirin bi sed salane hemû kes û hêzên gel perwer û azadîxwaz ji xwe re wek xeteriyên mezin dîtine û li hemberî wana şerên dem dirêj yên tunekirinê dane meşandin û serî li hemû rê û rêbazên der mirovahiyê dane.

Di kesayeta Rêbertî de dixwazin, îrade û  têkoşîna me bişkînin

Rêber Apo bi projeya netewa demokratîk ji bo Rojhilata Navîn û giştî mirovahiyê bûye hêviyek xilasiya ji desthilatdariyê, ji bo jin, ciwan û gelan rêya têkoşîna xwebûyînê da avakirin. Di 45 salên tevgera azadiyê de bi bedel û têkoşîna Rêber Apo, tevgera azadî û gelê Kurd ev yek hatiye piştrastkirin. Dijminê mirovahiyê dewleta Tirka faşîst û hevalbendên ji bo talankirina Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd konseptek îmhayê daye destpêkirin. Ev 24 salin Rêberê gelê Kurd girtine bin pergalekî êşkencêya tecrîdê, ji mafê hevdîtina bi malbatê heya li gel parêzeran,mafê axaftina bi telefon heya mafên herî ji rêzê jî tên qedexekirin. Di kesayeta Rêbertî de dixwazin, îrade û  têkoşîna me bişkînin, me teslîm bigrin û hikûmeta xwe ya li ser Kurdistanê bidin meşandin.

Ev 24 salin Rêber Apo li hember fîrewn û dehaqên demê bi nûnertiya nasnameya însanê azad ji bo mirovahiyek azad û jiyanek bi rûmet liberxwe dide. Dijminên mirovahiyê dixwazin me fêrî esareta Rêbertiya me bikin û bi vî şêweyî têkoşîna me lewaz bikin, parçebikin û bi helînin, ji bo vêya pêkbînin hemû zagon û mafên rewa binpêdikin, dadgeha mafê mirovan ya Ewrupa tune dihesibînin, CPT ji nedîtîve tê. Ji bo astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re her roj egerên ji rêzê datînin holê û piştre jî bi sepandinên cezayê disiplînê pêşî li hemû rêyên huquqî digre. Ev dide diyarkirin ku dewleta faşîst wê bi rêya zagonî neyê rê û dawî liv ê rewşê neyne.

Em bang li hemû jin, ciwan û gelên mirov perwer û xwedî wijdan dikin, li beramberî pergala îşkenceya Îmraliyê bibin xwedî helwest, ji bo darezandina dewleta nîjadperest û faşîst bikevin tevgerê, ji bo mirovahî ji vê qeyrana siyasî û aborî rizgar bibe pêwîstiya we hemûyan bi Rêber Apo heye ji bo pêşeroja xwe tecrîdê bide şkandin. Şoreşa Rojava ku bûye mînak ji cîhanê re mîmarê wê Rêber Apo ye ev dikare bibe şêweyê jiyana hemû cîhanê ji bo ev pêk were hûn jî li derdora çareseriyê bibin yek deng. Em weke gelê Mexmurê ku Rêber Apo weke îradeya xwe dipejirînin dibêjin; pêwîste demek ji ya din zutir CPT li erka xwe xwedî derbikeve, AÎHM biryarên xwe bişopîne û rêgezên xwe yên exlaqî neke qurbana berjewendiyên desthilatdaran. Emê pergala îmralî bişkînin bi Rêber APO re azad jiyanbikin.”

Daxuyanî bi dirûşêmên, “Bijî Sero Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar