Bersivên gel:
-Xiyaneta PDK’ê ye.
-Xiyanet e.
-Hevkariya PDK û Rejima Baas e.
-Rijandina xwîna hezaran mirovan e.
-Roja şerê navxweyî ye.
-Rojek reşe.
Ger 31’ê Tebaxê li cem hinekan tenê xiyanetek be, lê
dîroka me ya roja îro ji mere dibêje; Ev ne tenê xiyanetek û bûyerek cihê şoqê
bû ji bo pêvajoyek diyarkirî. Belkû ev modeleke di Başûrê Kurdistanê de her
carek bi şeklek nû xwe dûbare dike. Di dîroka têkoşîna nû ya Başûrê
Kurdistanê de gelek bûyer hene cihê xwe di rûpelên reş yên dîrokê de girtine.
31’ê Tebaxê jî yek ji van dîroka ye. Her çiqas bi qasî pêwîst helwest li dijî
wê çênebibe jî, lê bûye ewrek reş û tarî heta niha jî asîmanê Kurdistanê
girtiye û bernedaye. Ji beriya 24 salan roja 31’ê Tebaxa 1996’an Partiya
Demokrata Kurdistan (PDK) ji bo derxistina hêzên Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan
(YNK) ji Hewlêrê, hewara xwe gihand rejima Baas ya Iraqê. Piştre tankên rejima
Baas ketin nava bajarê Hewlêrê û heta ber derê parlamentoya Herêmê çûn. Ev
xiyanet heta roja me ya îro jî wek yek ji xiyanetên herî mezin yên desthilata
Kurdî ku ji bo ferzkirina desthilata xwe pêkanî, tê binavkirin. Di encama vê
xiyanetê de bi hezaran kes jiyana xwe ji destdan, birîndar bûn û ji cih û warên
xwe koçber bûn. Di sala 1991’an de Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê li dijî
rejima Baas raperîn kir û beşek mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê ji destê rejima
Baas derxist. Yekem car deriyên azadiyê li pêşiya xwe vekirin û rûpelek ya
serkeftinê li dîroka Kurdistanê zêdekirin. Lê vê keyfxweşiya gelê Başûr zêde
demdirêj nekir. Şoreşgerên duh û desthilatdarên wan rojan li ser lihevnekirina
ji bo destkeftiyên şoreşê û raperînê zengila şerê navxweyî lêdan û carek din bû
sedem gelê Kurd bikeve nava zorî û zehmetiyan. Her wiha bûn metirsî li ser
tinebûna destkeftên ku bi xwîna hezaran kes hatibûn bidestxistin. Piştî
raperînê, nakokiyên di navbera PDK û YNK yên ku ji berê de hebûn, berdewam
kirin û di destpêka meha Gulanê ya sala 1994’an de veguherîn
pevçûnan. Pevçûna yekem li navçeya Ranya di navbera Yekîtiya Nîştimanî
Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistan de derket. Piştre ev şer belavî tevayî
Başûrê Kurdistanê bû. Baregehên YNK’ê li Dihokê û yên PDK’ê jî li Silêmanî
hatin girtin. Roja 4’ê Gulana sala 1994’an Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî daxwaza
rawestana şer û civîna Eniya Kurdistanî ya ji hev belavbûyî kir. Lê ev daxwaz
encam negirt û roja 15’ê Gulanê şerê YNK’ê û PDK’ê gihîşt nava bajarê Hewlêrê.
Roja 19’ê Gulana sala 1994’an li seyrangeha (Havînahawar) a bajaroka Pîrmam a
Hewlêrê Odeya Çalakiyên Aştiyê hate avakirin. Piştî civîna Mesûd Barzanî û
Kosret Resûl Elî biryara rawestandina şer di navbera herdu aliyan de hat dayîn.
Lê ev biryar jî bê encam ma û şer berdewam kir. Roja 3’yê Hezîrana sala 1994’an
Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî yekalî agirbest ragihand. Ev biryar li
gel kontrolkirina navçeyên Qeladiz û Pêncwên ji aliyê hêzên PDK’ê û Tevgera
Îslamî ve hemwext bû. Roja 31’ê Hezîrana heman salê bi amadebûna Celal Talebanî
û Mesûd Barzanî Parlamentoya Herêma Kurdistanê civiya. Ev civîn karî heta
astekî şer û aloziyan kêm bike. Lê heta dawiya sala 1994’an jî li hinek cihan
navber bi navber pevçûn berdewam dikirin. Piştî 4 salên şer û dijberiya
tund a di navbera PDK û YNK’ê de, roja 17’ê Îlona 1998’an li paytexta Amerîka
Washingtonê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal
Talebanî bi amadebûna Wezîra Karên Derve ya Amarîkayê Madeleine Albright
lihevkirinek îmze kirin. Li gorî lihevkirinê di navbera herdu partiyan de aştî
pêk hat û şerê di navbera wan de bi dawî bû.
0 Yorumlar