Malbata hêja;
Di êrîşa dewleta Tirk a faşîst, bêbext û
tirsonek de şehadeta heval Ebûzêd em pir xemgîn kirin. Ez bi navê rêveberiya
tevgera me, ji bo tevahî ehlê malbatê, ji bo tevahî hevalên mîlîs û ji bo
tevahî gelê me yê hêja yê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û ji bo tevahî gelê
Kurdistanê sersaxiyê dixwazim. Û em dibêjin Xwedê rehmeta xwe lê bike. Kesekî weke
heval Ebûzêd paqij û dûrist li her derekê wê cîhê xwe bi rûmet be. Em wekî
tevger êş û xemgîniya we par vedikin. Sozê me dayî şehîdên qehreman, em ji bo
şehîdê hêja; rêheval Ebûzêd careke din dûbare dikin. Em dibêjin, “ey şehîdê
hêja; bila dilê te şad be, wê xwîna te li erdê nemîne. Xem û xeyalê te, wê
bibin heqîqet. Di rêya we de heya Kurdistana azad û serfiraz emê bi bîranîna we
têkoşînê bilind bikin. Emê heta dawiyê di vê soz û peymana me dayî we de
girêdayî bin.”
Heval Ebûzêd di şoreşa me de kesekî xwedan
ked bû. Keda xwe ya nêzî 35 salan heye. Ez bi xwe vî welatparêz û şoreşgerê
hêja 29 sal in nas dikim. Bi gelek xebat, ked, dirûstî û cesareta wî re bîzat
bûme şahid. Bi sekna xwe ya welatparêzî, bi welatê xwe ve girêdayî, bi sekna
xwe ya bi biryar nimûnekî mezin e. Hevalê Ebûzêd di Kurdistanê de temsîla
welatparêziyê, mêrxwazî û fedakariyê ye. Bi dirûstiya xwe, bi paqijiya xwe û bi
sekna xwe ya bawerî dide mirov, di sozê xwe de girêdayibûnê de nimûnekî mezin
e.
Hevalê Ebûzêd wekî kesekî ji Botanê, ji
gundê Dêra Hînê, ji eşîra Goyiyan bi keda xwe ya salan û bi têkoşîna xwe eşkere
kir ku, ew wekî temsîla welatparêziya Botanê bû xwedan rol û rûmet. Bi dirûstî,
paqijî û bi sekna xwe nirxê mirovatiyê û yê hevaltiyê temsîl dikir. Şehîd
Ebûzêd wekî heval û welatparêzekî bi Serok Apo ve, bi Kurdistanê ve, bi şehîdan
ve pir girêdayî bû. Mirov dizanibû ku tû tiştek nikare ew girêdaniya wî ya bi
va nirxan û biryarbûna wî bandor bike.
Ne tiştekî hêsane ku bi salan di hundirê
karê şoreşê de bi dirûstî, fedakarî û bi cesareta xwe ewqasî bawerî çêkirin.
Dixwiyê ku, dijmin jî heval Ebûzêd çi temsîl dike dizanibûye. Kesekî çawa hîmê
welatparêziya Kurd temsîl dikir dijmin baş dizanî. Ew êrişê li ser hevalê
Ebûzêd ne êrîşekî ji rêzê ye. Êrîşekî pir bi hesab û bi plan e. Û wisa biryar
dane û pêk anîne. Dijmin di kesayeta hevalê Ebûzêd de welatparêziya Wargeha
Şehîd Rustem Cûdî kiriye hedef.
Esas hedef welatparêziya gelê wargehê ye;
welatparêziya Botan û ya gelê Kurdistanê ye. Me dît ku di heman rojan de li
herêma Soran, li Kifriyê welatparêzê hêja Mamoste Şemal jî wisa bi şêwazekî
bêbext hate hedef kirin. Di kesayeta welatparêz Mamoste Şemal de welatparêziya
Soran kirin hedef. Dijmin ji welatparêziya Soran ditirse, ji ber wê kirin
hedef.
Dijmin ji welatparêzî û sekna xelkê me yê
Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî pir ditirse. Ji ber wê wekî sembola wê hevalê
Ebûzêd kire hedef. Çawa ku par li Rojavayê Kurdistanê wekî sembola
welatparêziya Rojavayê Kurdistanê Yusif Gulo kirin hedef, a niha jî di Wargehê
de hevalê Ebûzêd kirin hedef. Ew êrişên dewleta Tirk a faşîst û qirker li ser
welatparêziya gelê Kurd e.
0 Yorumlar