Li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê balafirek keşfê bê navber digere.
Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, ji danê
siharê ve li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê, balafirek
keşfê bê navber digere.
Nayê zanîn ka balafira ya dewleta Tirk a dagirkere yan jî ya
koalîsyona navnetewî ye. Lê li gorî agahiyan balafire tenê li ser wargehê
digere, ev jî guman çêdike ya dewleta dagirker be.
Hêjayî gotinê ye ku herî dawî di 29’ê Tebaxê de balefirek bi
çek û bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li wargeha penaberan a Mexmûrê malek
kiribû hedef. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ebûzêd Abdullah ku bavê 6
zarokan bû jiyana xwe ji dest da.
0 Yorumlar