Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê şehîd Delal Nûrhak bi bîr anî û hate gotin; “Di têkoşîna xwe ya azadiyê ya 33 salan de wekî qehremaneke rastîn a gel jiy, em ê wê wekî milîtana pêşeng a têkoşîna xwe, ruhê şerê me û bîra îradeya xwe bidin jiyîn.”
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) Endama
Meclîsa PAJK’ê û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak (Esma Arat) û
Zîlan Qamişlo (Gulistan Osman) a ku bi wê re şehîd ketibû, di salvegera sêyemîn
a şehadeta wan de bi bîr anî.
Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wisa ye:
“Em endama meclîsa xwe ya PAJK’ê, desteya rêveberiya KJK’ê
rêheval Delal Nûrhak û hevrêya ciwan ya tevgera me Zîlan Qamişlo, di salvegera
3’emîn ya şehadetê wan de bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.
Di sala 1984’an de bi pêngava 15’ê Tebaxê ya partiya me re,
li Ewrûpayê tekoşîna gelê Kurd şaxên xwe berdan û bandoreke mezin ava kir û pê
re jin şiyar bûn. Heval Delal Nûrhak li ser vê bingehê, di sala 1989’an de
tevlî partiyê dibe. Meşa azadiyê ya destanî heta şehadeta xwe bê kêmanî da meşandin.
Heval Delal Nûrhak di 13 Îlona sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê
li gel milîtana ciwan ya xeta azadiyê Zîlan Qamişlo, di encama êrîşa hewayî de
şehîd bûn.
Heval Delal Nûrhak, bi keda 33 salan bû yek ji pêşenga
pêşketinên azadiya jin, partiyê û tekoşîna azadiya gelê me. Bi girêdaniya xwe
ya bi Rêber Apo û tevgera azadiyê re her tim bû milîtaneke pêşeng û mînak. Weke
jinek şoreşger û pêşeng her tim di çûna ser erkan de ji bo xwe pîvana
serkeftinê esas girt. Li Ewrûpayê di rêxistinkirin û avakirina rêxistina
Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê (YJWK) de ya ku di dîroka me de xwedî
cihekî girîng e, cihê xwe stend û ji xebateke dîrokî re destpêkek ava kir û di
her kêliya pêşketinê de roleke bi bandor bi cih anî. Çawa ku li Ewrûpayê di rêxistinkirina
jinan û mezinkirina tekoşînê de rola pêşengiyê girt ser milê xwe, li her çar
parçeyên Kurdistanê jî di rêxistiniya civakê de bi heman kelecaniya şoreşgerî
cihê xwe girt û ew moral û kelecan li her derê belav kir. Di zindanên dewleta
Tirk û Îranê de dîl hate girtin, Di şexsê xwe de nasnameya jina Apogerî temsîl
kir û bû temsîlkara çanda Apogerî ya li zindanan. Li hemberî zext, zor û
tûndiyê serê xwe netewand, bi rastiya jina ku xwe ji nû ve diafirîne, bi
nasnameya milîtana partîbûyî ye re rastiya dîlketinê hilweşand. Dema berê xwe
da çiyayên Kurdistanê, bi rêhevalên xwe re hevdîtina herî mezin jiyan kir,
tevgera azadiya jinê û tekoşîna wê bi fedekarî, ked û berxwedaniyeke bêhempa
berbi pêşerojê ve bir. Weke fermandar, hevaleke ji dil û milîtanek ji her dem û
pêvajoyan re bi evînî, bi kelecanî erkên şoreşgerî hembêz kir. Rêhevala hemû
milîtanên partiyê bû, pêşeng bû, ji bo jinan û gelê me rênîşana bê emsal bû.
Weke jineke pêşeng ya şoreşger ji aliyê gelê me yê welatparêz, jinan û kadroyên
partiyê ve dihate naskirin û bi bawerî têdikoşiya. Têkiliya jin û axê, têkiliya
axê û welatparêziyê di kesayeta xwe de veguherand nasnameya şoreşgerî û bi vê
rastiya jinê ji dijmin bi serkeftî tol hilanî.
Rêheval Delal Nûrhak, komkujiya li ser civaka me ya Elewî, polîtîkaya
koçberiya ber bi Ewrûpayê, koletiya jinê û rastiya qirkirinê ya li ser gelê
Kurd di kesayeta xwe de bi helwesteke dîrokî serûbin kir. Li hemberî polîtîkaya
tunekirin û qirkirinê rêheval Kasım Engînan, Engîn Sîncaran û Delal Nûrhakan
serê xwe netewandin, di rêya rizgariya gelê me û jinan de her yek ji wan bûn
abîdeyên azadiyê. Li dijî asîmlasyonê, bêwelat hiştina civaka me ya Elewî û li
dijî dûrketina ji nasnameya Kurdayetiyê, bi ruhê netewî ya jina Kurd li tevahî
Kurdistanê xebat da meşandin. Bi sekna xwe bû pêşeng û şoreşgera gel. Li qadên
xebat meşand, zanekirin û rêxistinkirina jinê ji bo xwe wekî erka serek esas
girt, hevgirtin û hevaltiya jinê bi hestên herî xweşik pêş xist û bi vê sekna
xwe bû lehanga gel.Wekî li hemû qadên din li Rojavayê Kurdistanê bi biryardarî
tevlî pêvajoya şoreşê bû. Bi eşqeke mezin xebat ava kir û înşaya civakê meşand,
baweriya xwe ya bi jinê, hezkirina xwe ya gel, girêdaniya xwe a bi gelan re bi
zanebûna xwe re hûnand û di şoreşa jin a Rojava de nirxên giranbiha li peyî xwe
hişt.
Wekî rêvebere partiyê, di her alî de tekoşîna bîrdozî bilind
kir, zanebûna azadiyê pêşxist û bû çalakvana vê rastiyê. Ji bo berpirsyariyên
navenda PAJK’ê bîne cih her tim bi hesasiyeteke mezin tevgeriya û li ser vî
esasî xwedî li erkên xwe derket. Bi baweriya jina xwedî nasnameya PAJK’ê û
gihiştiye asta partîbûyînê hêza nayê bin xistin, pîvanên partîbûyînê her tim
esas girt.
Her çiqasî em ji ber şehadeta rêhevala me ya bêhempa,
milîtana pêşeng ya tekoşînê, berxwedêra doza gelê me û jinan rêheval Delal
Nûrhak xemgîniyek mezin jiyan dikin jî, lê em ê her tim xwedî li mîrasa wê ya
têkoşînê derbikevin, wekî rihê şerê xwe û zanista vîna xwe bidin jiyîn.
Hevala me ciwan Zîlan Qamişlo di sala 2015’an de beşdarî
refên azadiyê bûbû. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re di nav refên YPJ’ê de li
hemberî çeteyên DAIŞ’ê di eniya şerên herî dijwar de cîhê xwe girt û têkoşîn da
meşandin. Bi vê zanebûnê li erkên xwe xwedî derket û bi xwestekekî mezin
têkoşiya. Di temenê xwe yê biçûk de giradaniya gelê Rojava ya bi Rêber Apo re
nas dike, di nav malbateke welatparêz de mezin dibe, digihîje wateya hebûna xwe
û bi tevgera PKK’ê re bi nasname dike. Hîna dema di zarokatiya wê de rozêta
PKK’ê ya jê re diyarî kiribûn heta şehadetê ji ser xwe ranekiribû. Girêdaniya
wê ya manewî bi xeta partî û pratîka wê ya têkoşînê re gelekî bihêz bû. Bi
tevlîbûna xwe di demekî pir kin de ji bo hevalên xwe bû mînaka girêdan û
tevlîbûna rast ya bi partiyê re. Di sala 2018’an dema hate çiyayên Kurdistanê,
her kêfxweşiya gerîlatiyê jiya û eşqa xwe ya pêşketinê berdewam kir. Em li ser
vê bingehê carekî din hevala xwe Zîlan Qamişlo bi bîr tînin û em ê tu caran
kenê wê yê bi hêvî, dilpakî, kedkarî û zîrektiya wê, hezkirina wê ya mirovan,
çavên wê tije hêvî, eşqa wê ji Kurdistanê re, hestên wê yê tolhildanê kesayeta
wê ya şerker ji bîr nekin. Tevî temenê xwe yê biçûk berpirsyariya doza
Kurdistanê da ser milê xwe. Li hemberî vê rastiyê em soz didin doza tekoşîna
azadiya jinê mezin bikin û hemû hêviyên wê bidin jiyan kirin.
Di pêşengiya gerîlayên YJA-Starê de li Herêmên Parastinê yên
Medyayê û Bakurê Kurdistanê hemû hêzên me yên gerîla, li hemberî êrîşên qirker
yê topyekûn berxwedaneke bêhempa pêş dixînin û dîrokê ji nû ve dinivisînin.
Şerê her gerîlayên azadiyê rakirina tola şehîdên me ye. Îro îradeya têkoşîna
Delalan û Zîlan Qamişloyan li her dera Kurdistanê di namluya çeka her gerîla de
dibe hêrs û diteqe. Her milîtaneke partiyê li ser xeta şehîdan bi fedaîyane
beşdar dibe û xeta serkeftinê ji bo xwe esas digire. Di şexsê heval Delal
Nûrhak û Zîlan Qamişlo de em careke din şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Rastiya şehîdan, di serî de ji bo jinan, ciwanên Kurdistanê û hemû gelê me
banga ji bo hilweşandina rejîma faşîst, paşverû, zayendperest û şerê taybet a
AKP-MHP’ê ye. Li ser vê bingehî em bawer in wê gelê me li her derê di xeta
şehîdan de bersiveke mezin bide dagirkerî û dijminê xwînmij.”
0 Yorumlar