Ticker

10/recent/ticker-posts

Ragihandina PDK’ê piştrast kir ku êrişî gerîla kirine

Li Xelîfanê carek din çekdarên PDK’ê yên li herêmê îstîxbarat dan balafira dewleta Tirk û êrişî gerîla kirin. Di encama êrişa hewayî de 2 gerîla şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Ragihandina PDK’ê jî di nûçeyên xwe de piştrast kir ku hêzên PDK’ê êrişî gerîla kirine û gerîlayên birîndar ketine destê hêzên PDK’ê.


Duh bi şev di derdora saet 19.30 û 20.00’an de komek gerîla ku tê texmîn kirin ji 5 kesan pêkdihatin û li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmek derbasê herêmeke din a gerîla bibin, rastî êrîşa balafira bêmirov ya Tirk hatine.

Li gorî çavkaniyek taybet ya li herêmê, çekdarên PDK’ê yên li herêmê îstîxbarat dane balafira Tirk û ew jî ji jor ve li gerîlayan xistine. Di encama êrîşa hewayî de du gerîla şehîd dibin û 3 gerîla jî birîndar bûne.

Çavkaniyê diyar kir 3 gerîlayên ji êrîşê rizgar dibin ji aliyê çekdarên PDK’ê ve tên dorpêçkirin û PDK hewl dide wan dîl bigire. Lê gerîla teslîmbûnê qebûl nakin û bersiva êrîşa PDK’ê didin. Di encama êrîşa PDK’ê de, 3 gerîla bi birîndarî dikevin destê çekdarên PDK’ê.

Ragihandina PDK’ê jî di nûçeyên xwe de îtiraf kir ku hêzên PDK’ê êrişî gerîla kirine û 3 gerîla birîndarî ketine destê hêzên PDK’ê.

Çekdarên PDK’ê bi ti awayî nehiştin ragihandin nêzî cihê bûyerê bibe.

Heya niha HPG’ê derbarê êrîşa PDK-artêşa Tirk de ti daxuyaniyekî ne daye.

Yorum Gönder

0 Yorumlar