Ticker

10/recent/ticker-posts

JI BO BÎRANÎNA HEVALA XWE ATOLYE VEKIRIN

Li Mexmûrê, komek ji jin ên ciwan ji bo xwedîderketina li nav, ked û bîranîna hevala xwe Avyan Bûldan, li Atolyeya Şehîd Avyan Bûldan berhemên ji hunera destan çêdike.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) komek ji jin ên ciwan ji bo bîranîna hevala xwe, ked û navê wê tim zindî bihêlin di bin sîwana Atolyeya Şehîd Avyan Bûldan de karê hunera destan dikin.

Me jî berê xwe da atolyeyê, hem ji bo wan binasin, hem jî huner û keda wan bidin nasîn. Li vir sê jin ên ciwan em bi rûgeşî pêşwazî kirin û kirin mêhvanê atolyeyê.

Yek ji xebatkarên Atolyeya Şehîd Avyan Bûldan Mizgîn Kara ya li ber wê kefiyeke spî reş ku nava civaka Kurd ên Herêma Botanê weke cemedanî jî tê nasîn rexê wê badide û dihûne bi kêfxweşî ji bo me qala karên xwe yên li atolyeyê kir.

Kara destnîşan kir ku ji sala 2018’an ve di bin sîwana Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) de weke Meclîsa Şehîd Axîn Mahîr Dicle (Derya Karahan) ku rêvebereke ya TJCM’ê di berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê de şehîd bûbû, dest bi karê hunera destan; pêçana kefî, dîsa bazin û berhemên taybet ên ji bo ciwanan ku beşek ji çand û hunera bav û kalane kiriye. 

RÊGIRIYÊ PÊŞÎ LI ŞANDINA BERHEMÊN WAN ÊN DERVE GIRT

Kara ewilî anî ziman ku di bin Meclîsa Şehîd Axîn a Jinên Ciwan de ji bo bikarin lêçûna xwe ya rojane û dîsa bi malbatê re bibin alîkar dest bi çêkirina bazinê bi renga reng û dîsa pêçana kefiye kirine û got: “Destpêkê ji ber hinek şert û mercên birina ji derve baş bû, ji bo wê ew berhemên me li vir çêdikir bi rêya dostan dişand Ewropa. Ji ber rêgirî û dorpêça heyî ew rê bi temamî qût bû.”

Jin a ciwan Kara anî ziman ku ji bo sîstematîk karê xwe bikin di bin sîwana Atolyeya Şehîd Avyan Bûldan de ku yek ji endamê wan bû ku piştre bi krîza dil şehîd bû karê xwe hem mezintir û hem jî sîstematîk dan destpêkirin. Kara wiha domand: “Destpêkê li saziya ciwanan em li hev kom bûn û me li ser wî esasî karê xwe kir. Xwasta ji bo berhemên me jî hebûn, her wiha me nedixwest ciwanên me biçe derve kar bike, li nav xwe bikarin debara xwe bikin. Li ser vî bingehî me sala 2018’an atolye vekir.”

JI BO BÎRANÎNA HEVALA XWE ATOLYE VEKIRIN

Kara li ser nav lêkirina li Atolyeya Şehîd Avyan Bûldan jî got: “Şehîd Avyan Bûldan hevalek me bû û me bi hev re kar dikir. Me bi hev re bazin çêdikir. Mixabin di rewşek ne li bendê hevala me krîza dil derbas kir û şehîd bû. Dema me atolye vekir jî me xwest navê wê hildin û bidin jiyîn. Hem keda hevala xwe nedin jibîrkirin û hem jî atolye li ser nav danî. Bi vekirina deriyê atolyeyê re çavê em bi wêneyê wê dikeve û ruhê wê tim bi me re ye. Ji ber ku ev ked keda hevalên weke Avyan in.”

DAXWAZA CIWANAN A JI BO KEFIYAN

Li nava atolyeyê 5 jin ên ciwan kar dikin, ev hejmar carna zêde dibe carna jî kêm dibe. Xebatê wan nasekine. Li ser xwast û daxwazan avahiya atolyeya xwe guherandine û li cihekî din baştir û firehtir dest bikar kirine. Kara li ser vê rewşê û karê wan jî ev tişt anî ziman: “Bi taybetî dayik eleqeyek zêde nîşanî me didin û dibêjin ‘hûn keda me nadin jibîrkirin’. Ciwan jî ji bo cil û bergên gelerî yên Kurdî berê xwe didin kefiyên pêçayî yên reş-spî û dîsa renga reng bi taybetî yên dema Şoreşa Rojava zêdetir wate girt û bû yek ji sembola şoreşê.” 

Kara çend cûreyên kefî yên bi morîk dîsa gulîfk û her wiha normal dihûnin dizane û van jî li ser daxwaza bikarhêneran amade dike. Li gorî xemilîna kefî jî deme dixwaze, hinek navbera hefteyek, du hefte dem pê diçe.

Dema me li gel Mizgîn Kara sohbet dikir li aliyê wê rastê jin a din a ciwan ku tim dev li ken bû bi navê Şevîn Taş li gel hevala xwe ya din di nava sohbetê de dest bi hûnadina bazin kiribû.  Weke li bendê wê kengê dor bê wan em sohbet li gel wan bikin. Me jî zêde ew nehişt berê xwe da wan û li ser karê wan dest bi pirsan kir.

LI SER XWESTEK Û DAXWAZAN KAR DIKE

Jin a ciwan a bi navê Şevîn Taş xwe da nasîn û diyar kir ku ew jî nêzî 4 sal in karê çêkirina bazinan dike. Taş dest nîşan kir ku zêdetirî xwe li ser xwastê bikarhêneran bazin çêdikin û ciwan jî zêdetir berê wan li ser rengên hinek tarî hene. Em jî li gorî xwastekan amade dikin. Bi taybetî berê ciwanan li bazinên estetîk û nexşê xwe cuda heye dikin.” 

BAZIN Û KOLYEYÊN RENGA RENG

Li nava atolyeyê bazinên pir xweşik û dîsa renga reng hebûn, ji bazinên morîk bigire heta yên nav û sembolên cuda hatibûn pîşandan û li ser refikan li benda zendan bipêçin bûn. 

Li ser van şêwazan me ji Taş pirsî ku van yekê çawa çêdike û dîsa çawa kesê bixwaze digirin wê jî ev got: “Em bazinan hinek li gorî xwesteka xwe û beşek jî li ser daxwazan çêdikin. Em van bazinan li ser hesabê xwe yên tevna civakî parve dikin û bi wî rengî xwe digihînin gelek kesî û ew jî li ser wan reng û şêweyan daxwaz ji me dike, em jî çêdikin. Li aliyê din em li gorî reng xwestek û sembolên kesî jî bazin û kolye amade dikin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar