Ticker

10/recent/ticker-posts

Balafirên keşfê li ser Mexmûr digerin

Balafirek keşfê ji danê siharê ve li ser asîmanê wargeha penaberan ya Mexmûrê digere.


Balafirek keşfê ji danê siharê zû ve li ser asîmanê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê digere. Nayê zanîn bê ka balafira keşfê girêdayî koalîsyona navnetewî ye, yan jî yadewleta Tirk a dagirkere.

Di rojên dawî de hema bêje her roj balafirên keşfê li ser wargeha Mexmûrê bi nizmî digerin.

Hêjayî gotinê ye di 29’ê Tebaxê balafira bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker xaniyek penaberên Mexmûrê kiribû hedef. Di encama êrişa hovane de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah şehîd ketibû. Ebuzêt Dêrhînî bavê 6 zarokan bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar