Li Xelîfanê balafira bêmirov a Tirk bi hevkariya çekdarên PDK’ê êrîşê komeke gerîla kirin û li gora agahiyên destpêkê 2 gerîlla şehîd bûne û 3 gerîla jî birîndar dîl hatin ketine dest.
Li gorî çavkaniyên herêmî dema komek gerîla li herêma Xelîfan ya Soranê di tevgerê de bûne balafira bêmirov û biçek a artêşa Tirk destpêkê bombe li koma gerîla barandiye û paşê jî çekdarên PDK’ê êrîşê gerîla kirin. Di encama êrîşa dewleta Tirk û PDK’ê li gora çavkaniyên herêmî 2 gerîla şehit bûne û 3 gerîlla jî bi birîndarî dîl ketine dest.
Hêjayî bibîrxsitinêye kul i Xelîfan ser bi herêma Sorane û girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye.
Berê jî du komên din yên gerîla li vê herêmê ketibûn kemîna çekdarên PDK’ê û di encamê de 9 gerîla şehîd ketibûn.
0 Yorumlar