Ticker

10/recent/ticker-posts

KCK’ê gerîla pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji ber çalakiyên serkeftî yên gerîla ku li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker kirine, hemû gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên li Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê li berxwe didin pîroz kir.


Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li dijî artêşa Tirk a dagirker li berxwe didin, duh bi şev li Girê Amediyê ya herêma Metîna li helîkoptereke ku dagirkeran dibir, derbeke mezin li dijmin xist û serketineke nû li serketinên xwe zêde kir. Ji ber vê çalakiya serketî em di şexsê hevalên ku çalakî lidar xistin de hemû gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên ku li Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê li berxwe didin pîroz dikin, silav û rêzên xwe tînin ziman. Em berdewamiya çalakî û serketinên ku bi ruhê fedayî û bi şêwaza lêdanê ya Apoyî tên lidarxistin dixwazin.”

‘Helîkoptera hat xistin di bin kontrola gerîla de ma’

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Gerîla derbeyên giran li dijmin dide û windahiyên mezin bi dijmin dide jiyankirin. Li aliyê din dewleta Tirk windahiyên xwe nade û ji raya giştî vedişêre. Ji meha Îlonê û vir ve gerîla zêdetirî helîkopterekê xistiye xwarê. Dijmin tenê qebûl kir ku li Girê Amediye helîkopterek ketiye xwarê. Ji ber ku helîkoptera li Girê Amediye hatiye xwarê bi tu awayî nayê veşartin. Ev helîkopter li cihê lê hat xistin, ket xwarê û di bin kontrola gerîla de ma. Ji ber vê yekê jî dijmin li xwe mikur hat ku helîkoptereke wan li Girê Amediye ketiye xwarê. Lê di rastiyê de gerîla di 2’ê Îlonê û 3’ê Îlonê de 2 helîkopterên dijmin xistine xwarê. Em bi heman hestan hevalên ku ev çalakî lidar xistine pîroz dikin û çalakiya wan silav dikin.

5 mehin gerîla bi awayek fedayî li berxwe dide

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê 5 meh li pey xwe hişt. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 5 meh in li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Zap, Metîna û Avaşînê bi ruhekî fedayî li berxwe dide û xaka Başûrê Kurdistanê diparêze. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî vê berxwedana gerîla nikare bi pêş ve biçe, her wiha derbên mezin ji gerîla dixwe û têkçûnê dibîne.

Faşîzma AKP-MHP hatiye ber hilweşînê

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbên giran li artêşa dagirker didin û gel û dostên me kêfxweş dikin. Gerîla bi qehremanî şer dike û ji bo parastina rûmeta gelê Kurd û Kurdistanê xwe feda dike. Gelê Kurdistanê û dostên wan di encama vê berxwedana lehengî ya li ser xeta şehîdan de pêk tê serfiraz û serbilind in. Faşîzma AKP-MHP’ê di encama berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurdistanê de hatiye ber hilweşînê. Divê gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên wan bi mezinkirina têkoşînê ji bo hilweşandina AKP-MHP’ê têbikoşin.

Wê dagirkerên xwînmij winda bikin

Em careke din hemû gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên ku dijminê dagirker têk birin, pîroz dikin, çalakiya wan silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Em careke din şehîdên xwe yên ku em hemû li pêşberî dijmin serketî û bi rûmet kirin, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê têkoşîna wan heta serketinê bimeşînin. Weke di dîrokê de çêbû wê îro jî dagirkerên xwînmij winda bikin û gel, jin, hêzên azadî û demokrasiyê bi ser bikevin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar