Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Kelarê mamostayek hat gulebarandin

 Li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê kesên nenas gule li mamostayek reşandin û mamosta birîndar bû.


Berdevkê Polîsên Germiyanê Elî Qedurî di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got, di saetên nîvro de li taxa Raperîn a Kelarê ji nava wesayîtek bi cûrê korola gule li mamostayekî dibistana amadeyî ya keçan hat barandin û ew mamosta birîndar bû.

Elî Qedurî diyarkir gule bi destê wî mamostayî ketine û niha li nexweşxaneya beşa lezgîn a Şehîd Hejar a Kelarê tê dermankirin. Qedurî eşkere kir piştî êrişê jî êrişkar reviyane.

Hat zanîn mamostayê birîndar bûye navê wî Neberd Xalid Emîn e, ji bilî karê mamostayî kompanyek wî ya di warê reklaman de jî heye.

Neberd derbarê êrişê de agahî da Rojnews û got, ti pirsgirêkek wî li gel kesê nine û niza çima êrişê wî hatiye kirin.

Piştî bûyerê polîs çûne cihê bûyerê û biryara girtinê ji bo êrişkaran hatiye dayîn.

Yorum Gönder

0 Yorumlar