Min vê rewşa malbatê di têkîliyên xwe de gelekî zû dît. Min derxistiye zanebûnê ku jiyaneke mezin di nava saziyeke teng, weke malbatê de tê zîndankirin. Ev yek tê çi wateyê, van mirovan ti saziyên din pêş nexistine. Heta bûne xwedî nêrîneke herî kirêt, herî xweşik, herî rast, herî bêkêr, herî baş û herî xirab ên malbatê. Ez bi rengekî biheq ji ber vê rewşê gelekî zû ketime nava gumanan. Rastiyeke wiha xwe “her tiştekî ji malbata min tekûz e û jêneger e” rave dike. Di vir de malbatgerî heye.
Di civakên din de jî malbat bênirx e. Heta
ku hindekî pêşiya pêşketinan bigre, wê demê weke dijmin tê hesibandin. Li gel
me malbatgerî û di vê wateyê de bi qebîlegeriya hov û eşîretgeriyê ve ber bi
pevçûneke kor ve diçe û xilasbûnê tîne. Tişta herî xirab jî, di mijara
malbatgeriyê de girtîbûnek heye, çavê kesayet ji xêncî malbatê eşîretê û
qebîleyê tiştekî din nabîne. Yê ku hîna baştirin jî, ber bi çûyîna sazîbûneke
netewî û civakî qebûl nakin. Ev hîn jî li gel me serdest e. Pêwîste mirov vî
tiştî hindekî vebike. Dema ku em plansaziyên çalakiyên xwe jî pêş dixin,
pêwîste teqez rastiya malbatgeriyê pêş çavan re derbas bikin. Ji ber ku hemû
pergala zilam, pergala malbatê ye. Ji bo vê pergalê rizgar bike dikare bibe
sîxur, cerdewan, noker û zilamekî herî sosret û bêkêr. Sedema vê yekê jî
rizgarkirina pergala malbatê ye. Ew mirovên ku di nava refên me de ne jî,
hetanî bi qirika xwe bi pirsgirêkên malbatê ve dagirtîne. Di nava malbatê de
bûne kole, dîl û malbatperestek û derketine. Her çiqasî li ser rastiya netewî û
civakî gotinan bikin jî ev zêde rast nîne. Ji dilê min bawerkirina vî tiştî nayê.
Hûn dikarin behsa kîjan rastiya netewî û civakî bikin? Hebe nebe rastiyeke
malbatê ya mirovê Kurd heye. Lê belê ew jî dijberê netewbûnê û civakbûnê ye.
Bûye dijberê her du tiştan jî. Pêwîst dikir ku biba hêzeke ji bo tiştan, bi
sedan sal in, bi destên dijmin ristekî paşverûtiyê lêyîstine û gihiştiye astekê
ku bibe dijberê civakbûn û netewbûnê. Pêwîste mirov vê yekê baş bibîne.
Herî aliyê xirab ê kesayetan jî, bi
rengekî gelekî balkêş li ser bingehê malbatgeriyê teşe (şekil) girtine.
Bandoreke girîng ku muhra xwe li kesayetê daye jî ev rastî ye. Weke ku gelek
caran tê gotin, li derveyî “kurê bavê xwe, keça malbata xwe” ti pênaseyên din
nînin. Asoyê wê yê netewbûnê, taybetmendiyên wê yên pêşketina netewî û heta
civakî gelekî tevlîhev e. Encama ku di wir de derdikeve holê hevalên me hîn jî
ji mercên malbatê gavekî jî ne di pêşdetir in. Rêxistinê jî bi wî rengî
dizanin. Tiştê ku hevalên me yên di asta herî jor de jî didin axaftin,
malbatgeriyeke ji rêzê ye. Partiyê jî weke malbata xwe dizanin. Him jî ne di zanebûna
wê de ne ku vî tiştî dikin. Me partî li ser bingehê dijberiya malbatgeriyeke bi
vî rengî ava kir, lê belê hevalên me di du rojan de partiyê vediguherîne
malbatên xwe. Sedema ku hûn bi vî rengî ne feraseta we ya malbatgeriyê ye.
Min ji heft saliya xwe heta niha, ji
saziya malbatê guman kir, li hemberî wê şer kir û min xwe pêş xist. Berovajî
hûn zarokên wê yê taybet in. Ew kesên ku hemû nirxên malbatê pejirandine
nikarin taybetmendiyên netewî yên bihêz bidin axaftinê. Di kesayeta wan de
taybetmendiyên netewî yên bihêz şax nadin. Hûn hîna jî negihiştine van
taybetmendiyên netewî, civakî yên bihêz. Sedema vê jî hûn di kesayeta malbatê
ya gelekî girtî de mane. Mirov dikare herêmî û çandên hov ên din jî li ser zêde
bike û hûn bi van ve gelekî tijî ne.

0 Yorumlar