Xalit Uren
bi nasnav Xebat di dîroka 05.05.1977’an de li Bileh Qilaban tê dinyayê. Heval Xalit
di nav malbatek welatparez de, bi naskirina kedê, bi girêdanbûna axê û bi dilsoziya
şoreşê mezin dibe. Wek her zarokekî bi qasî kefxweşî û xweşikbûna jiyanê, êş û
kedara jiyanê jî zû nasdike.
Dibistanê
4 sala dixune û piştre dest jê berdide. Tişta balkêş ewbû ku dema pîrozbahiya
23’ê Nîsanê ya Tirka de dest ji dibistanê berdide û ‘dibêje ev cejna Tirkaye,
ne ya me ye divê em vê cejnê pirotesto
bikin. Divê em vê neheqî û newekheviyê qebûl nekin.’ Newekhevî û zilma dijmin
her roj kîna di ew dilê wî yê biçûk de mezintir dike.
Dayîka
fatma digot ku ‘Xalit rojek dema diçe dibistanê
wêneyê Ataturk diqetîne. Mamosteyê wî pê dihese û lê dide. Xalit dibêje;
“ez dîroka Tirka naxwînim di nava vê dîrokê de wekhevî nîne’. Rêheval Xalit di
wî temenê biçûk de dizanibû ku divê dîroka xwe bixwanda û divê doza xwe bizanibûya.
Ji bo wê bû serî neditewand li himber neyar û dijminê xwe. Ji bo wê bi wêrek bû
û tirs çiye nizanbû. Her tim bê tirs diçû ser nehqî û zilmê. Hê di zaroktiya
xwe de lîstokên ku bi hevalên xwe re dileyîst di wan lîstokan de wek pêşengekê
tev digeriya û ji bo wan pêşengî dikir. Hevalên wî jî wiya wek pêşengekî xwe
ditînin. Dibe ku di temenê biçûk de pêşengî çiye nizanbûn, lê hemû gotinên wî
ji bo hevalên wî rê dida diyarkirin.
Dem
çû, roj çû Xalit bibû ciwanek. Bi rûkenî û henekên xwe ve heval û hogirên xwe
kêfxweş dikir. rûkeniya wî wekî şewqa stêrkan dilê bi êş bi hêviya rojê tijîdikir. Di her hilê de êrişî dijmin zêdetir dibû.
Barê ser milê wî giran bû, doza welatê wî li pêş bû. Xalit bi karê mîlîstî gav avitibû
nava vê dozê. Çi kar hebûya bi fedekariyek mezin bi cih danî, lê ev têra doza
wî nedikir. Pêhesya bû ku Xebat şehît ketiye divê çeka wî li erdê nemaba. Li
ser milê xwe barek mezin hîs dike û dizanîbû ku ji bo vî barî têkoşîn û gevê
mezin piwîste. Divê ew jî bi navê Xebat li ser şopa Xebat bimeşiya. Bîryar dabû
ku bikeve ser rêya heqîqetê û divê ev biryara xwe ji bo dayîka xwe bigota. Lê
dayîka wî nizanbû ku rêheval Xebat gihîştiye karwanên nemiran.
Dayîka fatma digot: ‘Ev biryara xwe
ji bo min got û rextê xwe girêda, çeka xwe avêt milê xwe û zivirî ji min re wiha
got, ‘dayê dibinî ev rext û çek çawa li
agîtan tê.’ Bi rastî jî ew rext û çek li kurê min pir dihat. Min hemû
amedekariyê wî kir û oxira serkeftinê jêre xwest.’ Belê Xalit navê Xebat radike û dikeve ser şopa leheng û egidan, berê xwe dizvirine çiyayên
azad û rêya serkeftinê digre.
Belê wek Xebatê yekem ew jî gerîlabû.
Barê wî giranbû, doza wî bi êş bû lê divê vê dozê bi serbixe. Divê ew tola hemû
zarokê Kurdan ji dijminê xwe rabike. Ji ber wê jî di her çalakiyekê de bi hîviya
rojên azad diçû ser dijminê xwe û bi serkeftî vedigerya. Xebat wiha digot; ‘ev
doz doza me ye, bedelê wî çi dibe bila bibe divê em vê dozê serbixin.’ Di demek
kin de dibe fermandarê bulukê. Di nav havalên xwe yê dozê de dihat heskirin û
di her dilekê de bibû evînek. Xebat di her çalakiyê de cih digrê. Rojekê dîsa
diçe çalakiyê beriya ku biçe çalekiye kefiya xwe ji bo dayîka xwe dişîne û diwî
çalekiyê de digije şahdetê. Rê heval Xebat di sala 19.07.1996’an de li qontara Zagrosan,
li Etrûş êrişî dijmin dike û digihêje karwanên nemiran. Dayîka fatma di xewnê de
dibîne ku Xalit ango Xebat wek çûkekî ber bi Talip ango Xebat ve difire û Xalit
jî bi kêfxweşî wiya pêşwazî dike. Belê ev govend û evîna serkeftinê bi dawyî
nebû wê bi egîd û lehengan, wê bi Remezan ango Xebatê biçûk bihata berdewam
kirin.
.jpeg)
0 Yorumlar