Sê bira sê leheng û sê şoreşger. Rêya wan yek, armanca wan yek û navê wan yek bû. Navê wan Xebat bû, xebatkarê doz û welatê xwe bûn û yek bi yek li ser şopa heqêqetê meşyan. Belê di civaka Kurdan de bedelên bê hempa hatine dayîn. Her malbatek Kurd ji bo doza xwe ya azadiyê ewladê xwe bedel daye. Carna bav carna kur carna jî keça xwe kirine fedayê welat û axa xwe. Yek ji van malmatan jî dayîka Fatma Uren e. Dayîka Fatma Uren hevser û 3 kurên xwe fedayê welatê xwe kiriye. Dema behsa lehengê xwe dike dil bi êş çav bi rondik bejî, bi ser bilindahî behs dikir. Me bi gotinê dayîka Fatma rêheval Talip ango Xebatan nasdikir.
Talip
Uren
bi nasnav Xebat di 10.08.1974’an
de li gundê Bileh Qilaban di nava malmatek welatparêz de ji dayîk
dibe. Li gund heta navîn dibistan dixwîne. Rêheval Xebat di dibistanê de bi
zîrektiya xwe bal dikşîne. Tenê ne di dibibistanê de, di nava malbat û civaka
têde dijî, bi pêşketin û zîrekiya xwe dibe nimune. Heval Xebat bi rêzdarî nêzî
her ferdekê dibe û li beranberî pirskirikan bi bêhnfirehî nêz dibe dema bingehê
wî pirskirikê fêhmdike çareseriya wî peyda dike. Bi nêrîn û nîqaşên xwe mirovan
hemû dema li derdora xwe kom dike. Hêzek wî ya mirovan kişandina xwe hebû. Bi zarokan
re zarok, bi mezinan re mezin bû. Carna di kolanan de bi zarokan re dileyîst,
carna bi mezinan re di nava sohbetekê ku ji temenê xwe mezintir de bû. Hê di biçûktiya
xwe wek pêşengî digere.
Dayîka
Fatma wiha digot: “Xebat di wî temenê xwe yê biçûk da jî, ji bo dabara malê çi
ji destê wî hatibûya dikir. Ew kedkar bû. Her tim bi bavê xwe re karê zevî û
şivantî dikir. Di nava malbat û derdor de her tim mînak bû. Xweşikbûna dil û mejî
dabî fîzîka wî. Bi îdiyakî mezin diçû ser karê xwe û heta bi cîh ne anibûya
dest jê bernedida.
Belê
rêheval Xebat şopadarê bavê xwe bû. Di wê demê de bavê wî milistî dikir dema
diçe çalekiyekê, di 08.09.1989 de şehîd dikeve. Beriya ku bavê wî
şehît bikeve navê Talip dabû rêxistinê ji bo beşdar bike. Talib bi vê biryara
bavê xwe bê xebere. Talip bi wan êrişên dijmin
pir aciz dibû. Bi taybet jî şahdeta bavê wî, wî pir bandor dike. Ev zilm û bê
mafiya dijmin êdî netahat qebûlkirin.
Belê
ked û xebatek hatibû meşandin divê ev ked û çeka bavê wî li erdê namaya. Dayîka
Fatma bîryar dide ku doza hevserê xwe berdewam bike. Dema diçe gel hevalan
xwasteka xwe ya xebatê ji bo wan dibêje. Lê heval jêre dibêjin beriya hevjînê
te şehîd bikeve, navê kurê te daye me. Xwesteka wî bû ku Talip beşdar bibe. Divê
ev xwastek bihata bi cihkirin. Dayîka Fatma vedigere gund. Ji bo Talip ê kurê
xwe cil û berg dikire û di hemû aliyan de pêwîstiyê wî dabin dike. Rojek heval
tên malê ji bo Talip xwasteka bavê wî dibijin. Lê Talip ji bo bikeve ser şopa
heqiqetê, di dil û meji de xwe amede kiribû. Kîna wî ya li beranberî dijmin û
xwastaka wî ya tolhildanê dema ku li her lutkeyê çiyayê azad de hespê xwe
bezand wê hilbida. Xwatirê xwe ji malbata xwe dixwaze û berê xwe dide çiya,
dikeve ser rêya bi sedan egîd û lenhengan.
Talip
ango Xebat, wê bibûya xwebatkarê welatê xwe. Wê bibûya şoreşger, egîd û lehengê
gelê xwe. Xebat kêfxweş bû li ser şopa bavê xwe tola hezar salan wê hilda.
Roj
ew roj bû ku Xebat bibû gerîla, bibû rêwiyek ser rêya heqîqetê, bibû şopdarê egîdan.
Di nava hevalên xwe yên dozê de pir dahat heskirin. Havalbendiya wî hemû
hevalên wî bandor dikir. Bi biryardariyek mezin û bê tirs diçû ser dijmin û
tola hezar salan radikir. Di gelek qadên gerîla de gerya. Carna birçî, carna tî,
carna bi zor û zehmtiyan re rû bi rû dimîne. Lê ti carî gav paşde navêje. Xebat
bibû fermandarek yê doza xwe. Pir caran dayîka wî diçe serdana wî.
Dayîka
Fatma digot ku ‘ew kêliyên ku ez diçûm gel Xebat hîç bîra min naçin. Xebat her
tim min bi kêfxweşî pişwazî dikir û wiha digot: ‘Ev keda ku tû dikî, wê bibe
azadiya Kurdistanê, wê bibe azadiya gelê me. Tû qet meraq neke her gavek mezin
dibe wesîla ku rizgariya Kurdistan nêzîk bibe.’
Rêheval
Xebat di lutkeyên çiyayan de hespê xwe yê azadiyê dibezand. Vêcarê berê hespê
xwe dabû Heftanîn. Bê rawastan, di her kêliyê de diçû ser dijminê xwe û bi
serkeftî vedigeriya. Di sala 30.06.1993’an de li Garisan di
çalekiya mixista bi 14 hevalên xwe re digihêje kerwanên nemir. Ev şopa heqîqetê
bi dawî nebû wi bi Xebetan re bahata berdewam kirin.
0 Yorumlar