Mêtîngerî,
di heman demê de ji bo pêkanîna qirkirina hunerê hendazetiyekî mezin nîşan
dide. Qirkirinên di her astê de ku li Kurdistanê hatiye pêkanin, di rêjeyeke
girîng de qirkirina hunerê jî pêk aniye. Lê huner, ji ber ku hindek bi giyanê
ve girêdayî ye bêhtir zindî ye, di nava kategoriya yên dijîn de cih digire û
aliyê xwe yê pirsgirêkan de giraniyê dide çêkirin, ew qirkirinên ku di şertên
daringî de pêk tên, qasî wana qirkinê napejirîne ango vala derdixe. Huner,
taybetmendiyekê xwe yê wisa jî heye.
Lewma
civaka Kurd, di rasteqîna gel de nasname, hindik zêde berdewamkirina bi huner
tê fêmkirin. Bi taybetî folklor û mûzîk bûne sebeb ku nasnama netew di rewşeke
diyarî de xwe li ser piya bihêle. Lê gelek alî û çalaktiya hunerê hatiye
tewişandin û li pişaftinê rast hatiye. Her wiha ji bo hunera netewa serdest
bûye amrazekî bikaranînê.
Serdestiya
mêtîngerî, di heman demê de serdestiya hunerî ye jî. Ev yek jî derbirîna xwe,
destpêkê di nejiyandina rastîna hunera gel, tewişandin, ji xwe re malkirin û
anîna halê nenasînê û piştre jî hunera xwe wek hunera ku a gelê bindest e, di
vê nêzîkatiya nîşandanê de peyda dike. Dîsa mêtîngerî di hemû dezgehên fermî
de, bi taybetî li ser piştevaniya hêza dewletê ji bo vê yekê şiringa cîhana
giyan û hestên gelê bindest da ku baweriya “di bingeh de tû ji netewa serdest
î, wek wî yî, nasnameyekê te yê cuda nîne” bide çêkirin, serdestiyeke mezintirîn
pêş dixe. Her wiha netewa serdest di rêjeya ku xwe dide pejirandin de, tinekirina
netewekê temam dibe. Bi vî rengî nasnama netew wenda dibe û nasnama netewa
serdest desthilat dibe. Bi rastî jî ev, di rasteqîna Kurd de rewşeke herî pêş
ketiye. Ji ber vê sedemê, li hember rasteqîna netewa serdest berxwedaneke pir
hindik heye. Tebî ev yek nîşan dide ku mêtîngerî ka çiqas pêş ketiye.
Nexwe,
têkoşîna li hember mêtîngeriyê di warê hunerî de piçûk nayê dîtin. Dîsa di warê
huner de pir bi sînor be jî, hebûna nasnama netewî di hinek aliyan de domandin
dikare bingehek çêbike, ji bo derketineke girîng di têkoşina rizgariya netew
de. Di qonaxên destpêkê de bi taybetî, xebata çand û hunerî piştgiriyekê ji
netewbûn û têkoşîna netew re dide çêkirin. Heta qonaxeke diyar roleke girîng
dileyize. Lê eger ku şideta siyasî û leşkerî nebe, têkoşîna çandî û hunerî zêde
wateyekê naderbirîn û zelal tê dîtin ku erka xwe nikare bide temamkirin.
Mirov
dikare qala nêzîkatiya rewşenbîr û mîliyetperestiya hoveber ku di vê wateyê de
huner rast nanirxînin bike. Em baş dizanin ku huner, çand û xebata wêjeyê ya
ketûber bi rizgariya netewî, bi taybetî jî bi peywirên siyasî û leşkerî têkil
hev dikin ango bi vî rengî naxwazin peywirên xwe bibînin, mafê hunerê jî nadin
û rê vedikin ji bo têkilhevkirinekê.
Bi
pêşketina têkoşîna me ya şoreşger huner hem erkdariya di nava şoreşê de hatiye
zelalkirin, hem jî ew çemkên çewt ên di nava şoreşê de neyêniya wan hatiye
marezkirin. Çawa ku rola hunerê re giraniya pêwîst dike hatibe dayîn, li hember
karanîna helperestî jî, rexneyên pêwîst hatiye pêş xistin. Ka çiqas ev yek rast
e di nava têkoşîna şoreşê ya bilindbûyî de pêşketina hunerî wek aşutekî mezin
bûye, li ba vê yekê qasî bandora warê hunerî li warê siyasî û leşkerî, van
waran jî li ser warê hunerî bandorekê derxistiye rastê. Di vê wateyê de
çalaktiya hunerê hatiye gihandin bingehên rast ên erkdariya şoreşgerî. Ji
destpêka sedsalê vir ve heta pêşiya wê jî, nasnama netew a ku dihate xwestin
xwe bigihîne asta hunerê wek dêwekî hilperînê pêk aniye û ev tenê bi têkoşîna
siyasî û leşkerî derketiye rastê. Lê, li ba vê yekê erkdariya huner kêm nebûye,
berevajî zêde bûye. Her wisa ku şoreşa Kurdistanê serûbinbûneke girîng dije,
şer ji hemû girseyan re bûye mal, xwe kûr dike, her çîn û tebeqeyî digire nava
berfirehiya xwe, vê yekê didomîne, li ba vê yekê kêmbûyîna erkdariya hunerê
bila li vir bimîne, em dibînin ku bêtir zêde bûye û hatiye halê pêdiviyeke
şênber. Girseyên gel, bi mûzîk, folklor û wêneyên şoreşgerî bêhtir hatiye
rewşeke zindî û ji bo teşeyê jiyaneke baş hewl dide ku zêdetir xwe lêhatî bike.
Yanî di vê wateyê de bi kiryarî şoreşeke hunerî tê jiyîn. Lê li rexmê vê diyar
e ku, ev yek nayê terkeserkirina jixweberiyê, tam berevajî pir eşkereye ku
pêdiviya xeteke huner a pir rehdar û xebata wê ya pratîk heye. Her wiha ji bo
derbaskirina kêmasiyên heyî mîna afirandina eniya hunerê û berê xwe dayîna
xebateke wisa hem pêdivî ye, hem jî sehayeke ku ji pêşketina şoreşî re
tevkariyekê çêdike.
RÊBER APO - ROJEV
0 Yorumlar