Ticker

10/recent/ticker-posts

RUHÊ WÎ GIHÎŞTE XEYALA XWE

Helmet Dersim ê HPG'î ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de 12'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, bi hezaran hevrêyên xwe li pey xwe hişt ku têkoşîna wî heta kêliya dawî bimeşînin.

Yek ji zarokên hunerî yên Kurdistanê li dergûşa bajarê Sine derketiye û hunermendên mezin û jêhatî li wî bajarî mezin bûne. Huner bûye taca serê bajarê Sine û hunermendên mîna Mestûre Erdelanî li dergûşa wî bajarî hatiye hejandin bûne yek ji stêrkên hunera Kurdî. Sine paytexta mîrên Baban ne tenê cih û dergûşa hunerê bûye, belku ta ji serdemên kevn ve cihê şoreşger û rewşenbîrên Kurd bûye û ji bo mîrên Erdelan bûye paytexta hikmraniyê. Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Sine weke bajarê Sine ya Bi Xwîn (Siney Xwînawî) tê ser ziman û ev pênaseye zilm û zoriya zordaran û berxwedan û serî netewandina gelê wî bajarî ya li hemberî zilm û zoriyê nîşan dide.

BI KENÎNA FIRÎŞTEYEKÊ LI RÛYÊ CÎHANÊ KENIYA

Diyako Ehmedî sala 1996 li bajarê Sine ya Xwînawî çavên xwe li cîhanê vedike û bi vê çav vekirinê re di mêyzandinekê de pêşeroja xwe dît û ji bo wê jî kenînek ji kenîna firîşteyan ve li serê lêwa wî rûnişt û li rûyê vê cîhana nû de keniya. Diyako bi çanda Kurdewarî ya Erdelanî û Hewramî mezin dibe û dewlemendiya wan çandan bandoreke mezin li ser kesayetiya wî kir, ji ber ku di eslê xwe de xelkê Hewraman bûn û ev yek bû sedem ku xwe bi wê çandê re bike yek û beşek ji çanda niştîmanperwerî ya Hewraman û Sine ya Xwînawî di xwe de ava bike. 12 sala li dibistana dewleta Îranê ya dagirker dixwîne, lê zanaqbûn û asta hêza çanda ku ji malbatê girtibû, nahêle ku çanda rejîma Îranê ya dagirker di hundirê wî de teşe bigire. Li rex xwendinê ji bo ku di dabînkirina debara jiyanê de alîkariya malbatê bike, bera xwe dide karkeriyê û bi vî rengî bareke malbatê digire ser milê xwe û ji bo pêşketina xwe gavekê diavêje.

CIHÊ KU AZADÎ LÊ MISOGER BIBE TENÊ ÇIYAYÊN SERFIRAZ Û AZAD IN

Xeyala wî bûyîna gerîla û armanca wî jî jiyana azad bû. Êdî dema wê hatibû ku yekemîn kenîna ku dema zarok bû û bi dîtina pêşeroja xwe hate ser lêwên wî, bike kenîna her timî. Li ber çavên xwe rûyê gerîlayekê mîna firîşteyekî pak xêz dikir. Armanca wî ya sereke heqîqet bû. Rêya azadî di gerîlatiyê û têkoşîna ji bo gihîştina azadiyê de dît. Her kesê digot ku azadî tenê xeyalek e û li ser xaka wî welatî azadî tune ye. Lê wî ji zarokatiyê ve ev azadî dîtibû, lewre gotinên bi vî rengî cidî nedigirt. Wî ev yek dizanîbû ku cihê ku azadî lê misoger bibe tenê çiyayên serfiraz û azad in. Bi salan li pey rêyekê ku bikaribe xwe bigihîne hembêza azadî ku têde êmin bibe geriya. Tu carî ji armanca xwe gav bi paşve ne avêt û ji bo gihîştina azadiyekê ku ta ji zarokatiyê ve dîtibû, hemû rê ceriband. Herî dawî sala 2015’an bera xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

BÛ HELMET LI DIJÎ HER CÛRE DAGIRKERIYA LI SER XAKA XWE

Gav avêtina Diyako ya ber bi azadiyê ve ku her tim xeyalê wî bû mîna Helmetekê (pêngavekê) bû li dijî sîstema dagirker. Ji bona wê di rêya azadiyê de bû Helmetek li dijî her cûre dagirkeriyek li ser axa xwe. Ji bona wê jî hevrê Diyako navê xwe kir Helmet Dersim. Helmet mîna hemû hevrêyên xwe tişta ku destpêkê bala wî kişand, hevrêtiyek ya tevî hemû astengî û zehmetiyan bû ku di nava PKK’ê de didît. Têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê ya li ser wan çiyayên azad, her wiha hevrêtiya hevrêyên wî dibû sedem ku ti zehmetî û astengiyê nas nekin û mil bi milê hevûdu di rêya ku ew tê re derbas bûne de bimeşin. Li rex hevalên xwe jiyankirin û derbaskirina astengiyên jiyanê cudahiya hevrêtiya di nava pergalê û hevrêtiya PKK’ê nîşanî wî da. Helmet li ser wan çiyayên azad xwe bi xwezaya rengîn a Kurdistanê re kir yek û bi xwezayê re jî bû hevrê. Di her rêya ku têre derbas dibû de, her dara ku di bin sîbera wê de bêhna xwe dida, her kaniya ku li ser wê avek divexwar û hênikatiya avê dikir mêvanê bedena xwe ya westiyayî, her gotina ‘qawet be’ ya li ser zimanê hevrêyên xwe ku dibihîst dibûn sedem ku zêdetir vê jiyanê hez bike û evîndarê bost bi bostê vî xakî bike û di têkoşîna ji bo azadiya vê niştîmana rengîn de canê xwe kir berdêl.

BI HER GAVA KU DIAVÊT DIZANÎ KU GAVEKE DIN NÊZÎ XEYALÊ XWE DIBE

Bi her perwerdeya ku didît, ji berê zêdetir paktir dibû û di jiyanê de her roja xwe bi wate derbas dikir. Bi xwe kirina yek a bi jiyana gerîla re kesayetiya ku pergalê di wî de ava kiribû, her ku diçû kêm rengtir dibû û kesayetiya şoreşgerekê di hundirê xwe de bi cîh dikir. Di dilê wî de gerîlatî bibû her tişt û gerîlatiyê fêrî wî kir ku ne tenê bijî, di heman demê de di vê têkoşînê de jiyanê ava bike. Di xwepêşxistina li ser bingehê felsefe û ramanê Rêber Apo de tu carî xwe bes nedît û bi domdarî di paradîgmaya Rêber Apo de kûr kir. Sala 2017’an di Akademiya Bijîşkî ya Şehîd Mehmet Hayrî Dûrmûş de perwerde dît û di mijara doktortiya gerîla de wek gerîlayeke pispor xwe pêş xist da ku bikaribe li cihê pêwîst jiyana hevrêyên xwe rizgar bike. Hevrê Helmet di têkoşîna azadiyê de ji Qendîlê heta bi Bakur rêyeke pir ewraz û nişîv meşiya. Bi her gavek a di jiyana gerîlayî de diavêt re dizanî ku geveke din nêzî xeyalê xwe dibe û bi vê zanabûnê ve hewl da di vê rêyê de gav bi gav ber bi pêş ve biçe û weke navê xwe li hemberî her cûre dijmin û neyarên Kurd bibe Helmetek û zêdetir xwe nêzî xeyalê xwe bike.

RUHÊ WÎ GIHÎŞTE XEYALA XWE

Helmet bi pêşniyara xwe sala 2018 bera xwe dide Bakurê Kurdistanê. Helmet fêm kiribû ku kilîla şoreşa Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê ye û ji bo ku vê kilîlê bi dest bixe û qifla dagirkeriyê ya li ser xak û niştîmana xwe bişkîne, di asteke bilind de li Bakurê Kurdistanê li rex herêyên xwe têkoşîna azadiyê birêve bir. Bi bengewaziyeke mezin ya ji bo bidest xistina wê kilîlê û pêkanîna xeyalê xwe yê zarokatiyê çû Bakurê Kurdistanê û bi vê coş û kelecanê ve di rêya Bakur de meşiya heta ku gihîşte armanca xwe. Helmet di 12’ê Tîrmeha 2018’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de li eyaleta Garzanê tevlê karwanê nemiran bû. Lê heta henaseya xwe ya dawî di vê baweriyê de bû ku nêzî xeyalê xwe bûye û hevrêyên wî hene ku têkoşîna wî bidomînin û ruhê wî bigihînin xeyalê wî. Bi vê aramiyê ve çavên xwe li cîhanê girt.

Yorum Gönder

0 Yorumlar