Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya li Mexmûrê bi biryardariyek xurt berdewame

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji 20’ê Tîrmeha 2023’an ve ji bo mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatibû destpê kirin, bi koma 85’ê di roja 437’an de berdewam dike.


Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji 20’ê Tîrmeha 2023’an ve ji bo mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, bi koma 85’ê di roja 437’an de bi biryardariyek xurt didome.

Merasîma dewrgirtinê li saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 85’an Mamosta Yusif Gundîkî axivî.

Yusif Gundikî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku çalakiya nobetê ya ku niha di nav dene salek û du meh li pey xwe hişt û wiha got: “Gelê Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo di nava berxwedanê deye. Bêguman hetanî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsger nebe wê ev berxwedan û çalakî berdewam bin. Hêvî û bendewariyên me ji gelê Kurd û saziyên navnetewî heye ku le erka xwe rabin û li hemberî tecrîdê bibin hêzek yek par. Her roja diçe tecrîd girantir dibe û biryarên ne di cih de tên girtin. Biyara herî dawî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa girtî cihê xemgîniyê ye. Dema mijar dibe Kurd hemû saziyên cîhanê pîvanê mirovahiyê ji nedîtive tên. Ji ber wê jî divê em gelê Kurd barê xwe girantir bikin ku em bikarin van sazî û destgehan vexwînîn erk û berpirsyartiyên wan.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar