Meta heyîna ku bazar li ser tê kirin, li gorî reng, hecim, xweşikî, berjewendî û kêrhatina wê biha ango nirxê bi pere li ser tê birin e. Ango amura bazirganiyê ye. Pergala kapîtal ku niha hukumranê cîhanê ye lingekî xwe yê bingehîn bazare û di bazarên xwe de ji çand û hunerê bigre heta fikir, hest, nirxên mirov dike mirov û civakîbûnê avadike, bi vê re êş, azar û xeyal jî tên firotin. Ev pergala ku dijminê xwezayîbûn û nirxane xwedayê xwe pereye, ji bo bikare civakê bêxe rewşa meta dest avête jinê ku nirxê bingehîn yê civakê û hêvênê jiyanek binirxe. Avaniya desthilatdar ya berhemê şaristaniya koledar armanca xwe xesandina civakêye, ji bo pêkanîna vêya hewldide hemû dînamîkên civakê bê bandor bike. Ev avanî dijberî exlaq, nirx, xwebûyîn û îradebûyînê ye, xwedî hişmendiyeke bi dijminiya jin-jiyanê hatiye avakirin e. Zilamtiya ku liber aqil, hêz, heybet xweşikî û afrêneriya jinê de di recifî, tirs û fikara lewazî û weke sîberekê mayîna xwe dike, bi vêre hestê kêrnehatin, bê wesifbûyîn, kompleksa biçûkiyê pêşdikeve. Di serê van hemûyan de hesûdiyek zanistê û pîroziyê heye. Di kesayetek, li cihek hestê hesûdî, bexîliyê lê hebe fikara netû bûyînê lê hebe li wir derew, bêbextî, xayîntî, dijminî û hemû cûrê kirêtiyan lê peyda dibe. Zilamtiya ku ev hest jiyan dikir kete nava lêgerîna heyîna pîroz û bi nirx ya jinê bêxe bin lingan, xwest bi vê hem kerba dilê xwe bişkîne, hem jî bi tirs û xof xistina nava civakê împaratoriyek ji tirsê bide avakirin. Lewra jiyan vegerand dojehê. Qesir û qusurên xwe pir mezin û xemilandî avakirin wisa fikirîn ku wê bi çav boyaxkirinê bikarin, zêde bilindkirina avahiyan bibin xwedî rûmet û şan. Lê di qesrên xwe de jî xwe di pişt hef deriyan de diveşart. Berevajî vêya jina xwedawend li nav xwezayê hertim bi civaka xwe re bû. Mirovek herî zêde li hemeber çi binketîbe û xwe ne titişt bi hesibîne, bi hemû hêz û derfetên xwe êrîşî wêna dike. Mînak zilamtiya herî zêde li hember aqil û afrêneriya jinê bi bêkêriya xwe dihesiya, di hemû ayet, pirtûk, ferman, perwerde û fetwayên xwede êrîşî aqil û kêrhatina jinê kirin. Împaratoriya xwe ya koledariyê li ser vêya dan avakirin, li wir jin bê îrade, bê ziman,bê fikir hate hiştin, tenê heyînekî fîzîkî ma. Di kitaba wan de jin ti carî ji fîzîkê derbazî metafîzîkê ango heyînekî ruhî, hestî, aqil û afrêneriyê nebû.
Pergala
desthilatdar bi fikra 24 demjimêran li ser ruh
û bedena jinê xebitînê jin kir keybanûya metayan. Di malê de bû ya ku 24
demjimêran dixebite û jiyanê komî serhev dike lê bi gotina ma te çikiriye kedxwarî
lê tê kirin,di qada kar de weke jine pêwîste heqdestê wê kêmtirbe nêzîkatî lê
hate kirin. Jine çi kare wê di polîtîka, zanist, huner û rêveberiya civakê ve
heye weke ferda seqet hate lansekirin, hestiyare nikare biryarên ber aqilane
bide ji biryarên derbarê edalet û wekheviyê girtinê hate durxistin, jin û mal
ma çi karê wê bi welat û şoreşê re heye ji têkoşîna civakî û netewî hate dûrgirtin,
bi sedan nasnav lê hatin kirin lê weke jin, weke xwe qet nasnameya wê nehate
vegotin an jî radestkirin, ma dibe metayek bifikire û aydiyetek wê hebe? Hertim
di çîrok û efsaneyan de weke pîrebok, şeytan
û kesayeta xirap hate nîşandan, nasnameya xwedawendiyê dibin heft tebeqê erdê
de dan veşartin. Bi van hemû kiryaran jin di çavê xwediyên pergala desthilat de
ji heyînekî bi ruh tenê nefes digre
derbas nebû.
Pergala
kapîtal bi jin xistin, bê rûmetkirinê re sînordar ne maye, di roja îro de
kiriye metayekî aşê xwe pê dizivirîne. Li ser beden, hest, daxwaz û hebûna wê biryar
tê girtin, bûye amûrekî reklam, zewq û keda bê heqdest. Di hinek welatan de
rojane tê firotin, hinekan de bi navê qelen yek carê de tê firotin. Di welatên
xwe modern dibînin de di bin navê eşqê de, di welatên ligor pergalê ne modern
de jî di bin navê namûsê de tê qetilkirin. Li welatên Rojhilata navîn mafê
welidandinê, li welatên Ewrupî mafê ne welidandin yan jî rakirina zarok ne aydê
jinê ye ango li her derê cîhanê, li her
qadekî jiyanê jin dibe mijara bazarê ango metayeke. Bi metakirina jinê re
dînamîkên li hember pergala zilimkar hate bêdengkirin, çerxa sermaye li ser
firotina ked, fikir, hest û bedena jinê hate zivirandin.
FÎLÎZ BÛDAK - ROJEV
0 Yorumlar