Jinên Mexmûrê diyar kirin ku di temenê biçûk de zewicandina zarokan nayê qebûlkirin, zarok divê bilîzin û zarokatiya xwe bijîn û gotin: “Nabe zarok, zarokan bîne cîhanê.”
Li gorî anketek Beşa Amaran a Perwerde, Tendirustî û Civakî
ya li Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê ya bi piştgiriya Sindoqa Neteweyên
Yekbûyî rêjeya zewaca di temenê biçûk de li Herêma Kurdistanê her ku diçe zêde
dibe. Her wiha li gor rapirsiyê, yek ji sedemên zêdebûna rêjeya nexwendinê di
nava jinan de zewaca di temenê biçûk de ye. Li gotî encama anketê li Herêma
Kurdistanê rêjeya zewaca di temenê biçuk de ji sedî 33’ye.
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)
têkildarî zewicandina zarokên keç a di temenek biçûk de ji Rojnama me re axivîn.
Endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê, Songul Guler li ser
mijarê diyar kir ku zewac û zarokbûyîn tiştên ji hevdû cûdane û got: “Mixabin
divê pergala baviksalarî de zewicandina zarokan weke tiştekî pir hêsane ku wek
dibêjin qedere û bi irf û edetan ve didin girêdan. Zewicandina keçên biçûk bi
ti awayî ne di aliyê tendûrûstî de, ne jî di aliyê derûnî û exlaqî de nayê
qebûl kirin. Çawa çêdibe ku zarokek 12-13 salî derûniya wê fîzîka wê hîna di
asta xwendin û leystokan de ye, her wiha di asta heval çêkirinê de ye, xistina
di bin berpirsyartiya zilamekî û malbatekê de. Jixwe zewicandin bixwe
berpirsyartiyeke.”
‘Hêjî min tiştek fêm nedikir, ez ji lîstokan
qutkirim û zewicandim’
Guler di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Gelek
mînak hene dema dayîkên me behsa çîrokên xwe dikin wiha dibêjin: ‘ez hîna zarok
bûn min li ber deriyê malê dileyîst, ji nişka ve me dît hinek jin hatin mala me
kirasek li ber min kirin û min birin malek cûda, zilemak dane nîşa min û ewbû
zilamê min. Min hêjî tiştek fêm nedikir ez ji lîstokan qutkirim û zewicandim.’
Di temenê biçûk de zewicandina zarokan û di heman demê de bûyîna dayîk jî, ji
aliyê fîzika wê zarokê ve tişta herî xetere. Hêjî bixwe mezin nebûye û nehatiye
asta zarok anînê. Ji ber wê çendê gelek zarokên keç di wextê zarok aninê de
jiyana xwe ji dest didin.”
‘Keçek çiqas zû bizewice wê ewqas zû bibe koleyê wê
malbatê’
Songul Guler diyar kir ku di hişmendiya baviksalarî de biçûk
zewicandina jinê ferz kirine û wiha pêde çû: “Gotinek civakî heye dibêjin,
‘çiqas jin zû bizewice wê ewqas bi malbata ku biçe têde zû germ bibe.’ Ev tê wê
wateyê ku keçek çiqas zû bizewice wê ewqas zû bibe koleyê wê malbatê. Di hemû
aliyan de dora jinê hatiye girtin, weke ku dema keçek zû nehat zewicandin, dema
keçek piştî baliqbûyînê bimîne mala bavê xwe de herame, gotinên bi vî awayî
hişmendiya heyî xurt dike. Li hember viya emê wek jin çibikin? Emê weke wan
gotî bi qedera xwe razî bibin an jî emê li hember viya têkoşîn bikin? Li
beranberî vê pergalê pêwiste alternatifên me hebin. Alternatifa ku li hember vê
pergalê heyî jî pergala Rêber Apo ya Pergala Netewa Demokratîk e. Di nava
pergala Netewe-Dewlet de pêwîste pergala Neteweya Demokratîk bê pêş xistin.”
‘Zererên zewicandina keçek biçûk gelekin’
Herwiha Hedya Çelî jî da zanîn ku wextê keçek di temenek biçûk de zewicî ti jiyana wê namîne û got:“Civakên ku zarokên xwe di temenek biçûk de didin zewicandin, ew bixwe jî dizanin dema keçek zewicî mecbûre zarokan jî bîne. Çawa çêdibe zarokek, zarokek din bîne cîhanê? Ew keça ku ket ber darê zilam û zarokan êdî çi jiyan jêre namîne. Êdî jiyana ku wê nedîtî nikare bi zaroka ku aniyî cîhanê jî bide dîtin. Zererên zewicandina keçek biçûk gelekin. Çi ji jiyana xwe nabîne êdî dikevê dibin darê zilamekê de. Keçek dema di nava malbata xwe de be azade, serbixwe ye herî zêde ji jiyanê tiştek dizane. Dema keçek di temenek biçûk de zewicî ti jiyana wê nîne.”
0 Yorumlar