Ticker

10/recent/ticker-posts

HPG: Îdiayên dewleta Tirk a li ser Mexmûrê derewin

Medyaya dewleta Tirk îdia kir ku di encama operasyonek MÎT a Tirk  ya li wargeha penaberan a Mexmûrê de, 2 gerîla hatine girtin û veguhestine Tirkiyeyê. HPG’ê bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk derewand.


Dewleta Tirk a dagirker her ku li hemberî gerîlayên azadiyê derbên giran dixwe, berê xwe dide şerê taybet. Dewleta Tirk a dagirker îdiakir ku MÎT a Tirk di encama operasyonek li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê de, 2 gerîla girtine û veguhestine Tirkiyeyê. HPG’ê îdiaya dewleta Tirk derewand û derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: 

“Dewleta Tirk a dagirker ku di operasyona xwe ya dagirkeriyê de ya 14’ê Nîsanê da destpêkirin encama dixwest bi dest nexistiye, li gel êrîşên bêexlaq û neqanûnî, derbên giran ji hêzên me dixwe. Lê belê medya şerê taybet a dewleta Tirk ji destpêkê ve bi nûçeyên sexte yên li ser maseyê hatine amadekirin hewl dide raya giştî ya Tirkiyeyê bixapîne, pesnê MÎT’ê bide û derbên ku artêşa Tirk a dagirker ji gerîla dixwe ji rojevê bixîne. Li ser vê bingehê ji aliyê medya şerê taybet ve hate îdîakirin ku du kesên bi navê Hatîp û Arîa PKK’î ne û ji aliyê MÎT’ê ve ji Mexmûrê bi operasyoneke taybet hatine girtin. Ev agahiyên têne îdîakirin hemû bêbingeh in. Kesên bi navê Hatîp û Arîa dema ku li nava refên me bûn meha Tîrmehê xiyanet kirin, reviyan û piştre jî bi şêweyekî radestî dewleta Tirk hatine kirin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar