Ticker

10/recent/ticker-posts

350 parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir

Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo ku biçin Îmraliyê ku rêber Abdullah Ocalan lê di nava tecrîdê de tê girtin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk da.


Ji welatên cuda yên cîhanê bi sedan parêzeran ji bo serdana rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê ya Tirk da. Parêzeran li Brukselê bi civîneke çapemeniyê ev daxwaz pêşkêş kirin.

Parêzerên ji 22 welatan rewşa li Îmraliyê wek ‘Tecrîdeke taybet û cihêkar a li ser Abdullah Ocalan’ dinirxînin.

Der barê serlêdanê de 4 parêzeran li Kluba Çapemeniyê ya Brukselê civînek li dar xist.

Serokê Sendîkaya Parêzerên ji bo Demokrasiyê (SAD) û endamê Parêzerên Demokrat ên Ewropayê (AED) Helene Debaty, li ser navê Tora Parêzerên Pêşverû yên Brukselê Selma Benkhelîfa, Midûrê Baroya Parêzerên Almanî û Fransî yên Belçîkayê Stephane Boonen û Serokê berê yê Baroya Brukselê Maûrîce Krîngs wekî axaftvan tev li konferansê bûn.

Mahmût Şakar beriya civînê agahiyên kurt da û diyar kir li dinyayê 350 parêzeran ji bo çûna Îmraliyê îmze dane serlêdanê.

Helene Debaty jî diyar kir derbarê serlêana ji bo çûna Îmraliyê wan ev konferas li dar xistine, raporeke berfireh a derbarê Îmraliyê pêşkêşî saziyên eleqedar ên Tirkiyeyê kirine.

NAME JI WEZARETA TIRK RE HATE ŞANDIN

Debaty nameya k ji Wezareta Edaletê ya Tirk re şandine xwend. Di nameyê de qala binpêkirinên mafan hate kirin ku li Îmraliyê bi awayekî sîstematîk tê kirin.

Di nameyê de hate gotin li gorî xala 25’emîn a qanûnan ew dixwazin bi rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayî Konar re hevdîtinê bikin.

Debaty bi bîr xist ku di 10’ê Hezîrana 2022’an de 775 parêzerên 29 baroyan ji bo çûna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane.

Li gorî xala 25’emîn a Serdana Girtî û Hikumxaran parêzerên biyan bêyî wekalet jî bi awayê ku li gorî peymanên navneteweyî bin dikarin biçin serdana girtiyan.

BOONEN: HEKE PARÊZER TÊN ASTENGKIRIN TU WATEYA HIQÛQÊ TUNE YE

Midûrê Baroya Parêzerên Elmanî û Fransî yên Belçîkayê Stephane Boonen û Serokê berê yê Baroya Brukselê Stephane Boonen jî got “Heke hûn asteng dikin ku parêzer rola xwe bi cih bînin nexwe tu wateya hiqûqa we ya neteweyî tune. Heke wê parêzer nikaribin rola xwe bi cih bînin doz bêwate ne. Ji bo ku muwekîl karibin xwe îfade bikin parêzer hene.

BENKHELÎFA: EM LI ASTA PÊKANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ NE

Li ser navê Tora Parêzerên Pêşverû yên Brukselê Selma Benkhelîfa diyar kir ji bo ku dozek were kirin divê parêzer karibin muwekîlên xwe biparêzin û lê heke dewletek vî tiştî asteng bike, parêzer di warê fîzîkî de nikarin tiştekÎ bikin.  Benkhelîfa diyar kir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berê jî di warê tecrîdê de Tirkiye mehkûm kiriye lê Tirkiyeyê dîsa dest bi qedexeyan kiriye.

Benkhelîfa diyar kir ku divê dîsa serî li DMME were dayîn û bal kişand ser mafê hêviyê. Benkhelîfa got “Em hatine asteke ku Abdulllah Ocalan dikare sûdê ji vî mafî werbigire. DMME jî got ku ev tişt dikare pêk were. Lê Tirkiye vî tiştî asteng dike. Kesên hatine mehkûmkirin, çi ji ber sedemên tendirustiyê û çi jî ji ber sedemên mirovî dikarin azadiya xwe bixwazin.” Benkhelîfa ji Tirkiyeyê xwest ku bila li gorî biryarên DMME tevbigere.

ŞAKAR: JI BO GELÊ KURD REWŞEKE KRÎTÎK E

Yek ji parêzerê rêber Ocalan ê ji Maf-DAD’ê Mahmût Şakar jî diyar kir ji roja ku Abdullah Ocalan hatiye dîlgirtin û heta niha di bin tecrîdê de ye û hevdîtinên bi parêzeran tê astengkirin. Şakar bal kişand ser vî tiştî ku ji sala 2017’an û vir ve çûna parêzeran tê qedexekirin û got “Di sala 2011’an de der barê parêzerên Ocalan operasyonek hatibû kirin û 46 parêzer hatibûn destgîrkirin.”

Şakar bi bîr xist ku serdana malbatan jî tê astengkirin got “Ev tişt ne ji bo parêzeran, ji bo gelê Kurd jî rewşeke krîtîk e. Sedemên ku dewleta Tirk ji bo astengkirinê diyar dike jî sedemên beredayî ne. Jixwe di hiqûqa navneteweyî de tu zemîna van astengkirinan tune.”

Şakar diyar kir wan ji dadgeha jêr heta dadgeha herî jor serlêdan kirine û di hiqûqa navxweyî de tiştekî bê kirin nemaye û got “Ji sala 1999’an û heta niha, di nava 22 salan de hemû daxwazên me yên ji bo hiqûqa navxweyî û îdareyê hatin redkirin. Tu serlêdaneke me nehatiye qebûlkirin. Dema ku mesele were ser rêzdar Ocalan û hevalên wî li Tirkiyeyê hiqûqa navxweyî pêk nayê. CPT jî heşt caran çû Îmraliyê û rapor weşand. Pêşniyazên CPT’ê jî nehatin qebûlkirin. Ji ber vê hevgirtina navneteweyî û hempîşeyên me gelekî girîng e.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar