Mela Elî Sipêrtî diyar kir ku ji bo ew olê Îslamê yê rast fêrî zarokan bikin, pêwîstî bi avakirina medreseya olî dîtin û wiha got: “Dema em çûyîn qada Rêbertî, Rêbertî got: ‘Pêwîste hûn medreseyan ji nûve vekin û zarokan li ser olê rast perwerde bikin.’ li ser vê amojgariya Rêbertî min xwest vê medreseyê vekim.”
JIYAN PÎRAN
- ROJEV
Mela Elî Sipêrtî yê ku 73’ê salî, ev 4 salin li wargehê ji bo perwerdekirina zarokan ya di aliyê olê Îslamê de medreseyek vekiriye û di wê medreseyê de hewil dide zarokên ku xwesteka wan ji xwedina pirtûka pîroz re heyî perwerde bike û fêrî destûrên ayîna Îslamê bike. Mele Elî Sipêrtî têkildarî xebata xwe ya 4 salan ji rojnameya me re wiha axivî: “Perwerdekirina zarokan bûye parçeyek ji jiyana min, ez nikarim bê perwerde rawestim.”
‘Min
demek dirêj li dibistanê waneya olî da’
Mela Elî
Sipêrtî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser nêrinên Rêber Apo yê di
derbarê vekirina medresayan ya li Kurdistanê û wiha got: “Rêber Apo got ku
pêwiste hûn kongra Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li darbixin. Di sala 1993’an de
li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê, li Zelê me kongra Tevgera Îslamî bi
beşdarbûna 45 mela û zanayên ayînî ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hatî,
lidarxist. Rêbertî got pêwîste ev tevger ne girêdayî ti herêmekî be. Di sala
1995’an de em çûn sahaya Serokatî, me li wir 45 roja perwerde dît. Rêbertî di
hemû aliyên jiyanê de em perwerde kirin. Hevalek li ser ol pirsyar ji Rêbertî
kir, bersiv da êdî zanî em oldarin. Li wir Rêbertî ji me re got: ‘Pêwîste hûn
çanda medreseyan di Kurdistanê de nûjen bikin, ji ber ku xwedî dîrokekî pir kevnare
û got pêwiste hûn dewrê seadetê nûjen bikin. Divê hûn ola rast ji gelê me re bibêjin.’
Piştî wê dema gelê me penaber bûyin û hatîn Geliyê Qiyametê, li wir dibistan
vebûn. Dîsa di dibistanan de pirsa waneya ol hat kirin, min jî got; ‘ezê bidim’
û min li wir dest bi dayîna waneya olî ya di dibistanê de kir. Heta van salên
dawî jî min di dibistanan de waneya olî dida xwendevana.”
‘Ez
nikarim bê perwerde jiyan bikim’
Mela Elî
di berdewama axaftina xwe de wiha qala destpêkirina xebata xwe ya di medreseyê dike
kir: “Beriya 5 salan ji ber temenê min, pêşniyar hat kirin ku malnişîn bibim.
Lê belê ez hizirim ku ez nikarim bi vî awayî jiyan bikim. Ji ber ku
perwerdekirina zarokan bûye parçeyek ji jiyana min, ez nikarim bê perwerde
rawestim û min got, pêwiste çawa be jî ez perwerdeyekî bidim. Ez hizirim ew
pêşniyara Rêbertî hat bîra min, li ser wê pêşniyarê min medrese vekir. Beriya 4
salan bêyî ku fermî bibe min li mizgeftê wane dida zarokan. Min navê medresê jî
kir Şehîd Hesen Spêndarogî ku hevalê min yê herî nêz bû, ji aliyê dijmin ve hat
şehîdxistin. Ev nêzî salekê ye medreseya me fermî bûye û ez bi fermî wane didim.
Dema dibistan nebe, xwendevan li gorî xwesteka xwe tên waneyê, lê dema dibistan
hebe li gorî demê xwe yê vala tên waneya medresê. Xwendevan destpêkê fêrî
xwendina Qûrana pîroz dibin, cara yekm Quranê xitim dikin û care dûyem jî em
wan fêrî şêweyê xwendina qûranê dikin. Dema xilas dikin, em belgeyekî didin
wana.”
Mela Elî
Spêrtî bi van peyvan gotinên xwe bi dawî kir û got: “Ne tenê ji bo fêrkirina
pirtûkên pîroz, ji bo her tiştî deryê me
ji bo her kesê vekiriye. Kesê di derbarê
olî de bi xwazin bibin xwedî zanist, dikarin serlêdana vir bikin.”

0 Yorumlar