Ticker

10/recent/ticker-posts

KAYA: CÎHAN LI HEMBER TECRÎDÊ KER, KOR Û LAL E

Berdevka Komîteya Qada Perwerdê Mamosta Bêrivan Kaya balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha got: “Li hember tecrîda girankirî û binpêkirinên mafên mirovan yên li Îmraliyê saziyên sivîl, saziyên mafê mirovan û bi taybetî CPT bêdengiya xwe di parêzin.”

JIYAN PÎRAN - ROJEV


Her ku diçe tecrîda li Îmraliyê tê girankirin, herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî, ji wir û şûnde ti agahî ji Rêber Apo ne hatiye girtin. Têkildarî vê mijarê Berdevka Qada Perwerdê ya Wargeha Mexmûrê, Mamosta Bêrivan Kaya axivî û got: “Dema parêzerên Rêbertî ji bo bidestxistina mafê Rêbertî serlêdana Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa kirîn, dewleta Tirk li wir eşkere got, me Rêbertî ji hemû mafê wî bêpar hiştiye. Dewleta Tirk bi kiryarên xwe yên ku li ser Rêbertî pêktînin, dixwazin peyamê bidin gelê Kurd yê xwedî îrade ku îro li hember dewletê têkoşîn dikin e.”

‘Her car serlêdan tê asteng kirin’

Bêrivan Kaya di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi binpêkirina mafên girtiyên li Tirkiyê, pîvan û qanûnên xwe jî binpê dike û got: “Dewletên cîhanê li gorî pîvanên xwe qanûna datînin, lê dema em îro temaşe dikin dewlet bixwe jî li gorî qanûnên xwe tevnagerin, taybet dema mijar dibe Kurd dewleta Tirk hemû qanûnên xwe binpê dike. Di vê pêvajoya dawî de li hemberî gelê Kurd hemû curên bêmafiyan pêktîne. Dixwazin di kesayeta Rêbertî de, hemû gelê Kurd ji mafên wan bêpar bihêlin. Bê hûqûqiyek mezin li ser Rêbertiya me tê pêkanîn, ev saleke me ti agahî ji Rêbertiya xwe negirtiye. Dema herî dawî bi rêya telefon bi birayê xwe re jî axivî, diyar bû ku ka çiqas qanûn û maf tên binpêkirin. Dewleta Tirk bi kiryarên xwe yên ku li ser Rêbertî pêktînin, dixwazin peyamê bidin gelê Kurd yê xwedî îrade yê ku îro li hember dewletê têkoşîn dikin. Bi dehan caran parêzeran xwestin bi Rêbertî hevdîtinê pêkbîne, lê her carê serlêdan dihat asteng kirin. Bi van kiryaran ji mafê xwe yê hevdîtina bi parêzerên xwe re tê bêpar hiştin. Êrişên dewleta Tirk yên di demên dawî de li ser Rêbertî, gelê Kurd û Kurdistanê pêktên, bin ketinên dewletê dide diyar kirin. Dema parêzerên Rêbertî ji bo bidestxistina mafê Rêbertî serlêdana Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa kirîn, dewleta Tirk li wir eşkere got, me Rêbertî ji hemû mafê wî bêpar hiştiye. Bi vê îtirfê jî diyar dibe ku dewleta Tirk çiqasî ji zagon û hûqûqa mirovatiyê dûrketiye.Tişta ku niha tê pêkanîn, ji derveyî mafên mirovan e.”

‘Pîvan û qanûnên xwe yên dewletê jî binpê dike’

Kaya di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk her car bi hêcetên cûda hevdîtinê bi malbat û parêzeran re betal dikin û cezayên displînê li Rêber Apo tê birîn û wiha pêde çû: “Her car bi hêcetên cuda taloqkirina hevdîtin û ceza li ser cezayê displînê dayîna Rêbertî jî derveyî hûqûqa mirovatiyê ye. Bi van nêzîktiyên xwe pîvan û qanûnên xwe yên dewletê jî binpê dike. Hemû êrişên dermirovatî li ser giştî gelê Kurd tên pêkanîn. Siyaseta ku dewleta Tirk niha dide meşandin, giştî bi hevre girêdayî ye. Êrişên li ser Mexmûr, Şengal, Rojavayê Kurdistan, Heremên Parastina Medya û tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin, hemû ji bo têkbirina îradeya gelê Kurd e.”

Bêrîvan Kaya di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku li hember tecrîda tê meşandin yek helwest be û got: “Çawan îro gelên cîhanê li hember êrişên dewleta Tirk ya li ser wargehek sivîl bê deng dimîne, bi heman awayî li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo jî saziyên sivîl, bi taybetî CPT bêdengiya xwe di parêzin. Helwesta me wek gel ya li hember tecrîdê kême, pêwîste hîn zêdetir be. Her kesekî ku xwedî fikrê Rêbertî be, pêwîste helwesta xwe ya li hember van êrişan diyar bike.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar