Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Wê dijmin nekare wargeha Rêber Apo belav bike‘

Rêhevalên Şehîd Ebûzêd Abdullah Ubeyd li ser xiyaneta ku di şexsê Şehîd Ebuzêd de li ser wargeha Mexmûrê hatî kirin axivîn û gotin: “Di kesayeta Şehîd Ebûzêd de, welatparêziya wargehê hat armanckirin. Wê dijmin bifetise, têk biçe û wê nekarin wargeha Rêber Apo belav bikin. Dijmin bi van êrişên tirsonek, ti caran nagihije armanca xwe.”

ARMANC HEREKOL - ROJEV

Di 29’ê Tebaxa 2022’an de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker li wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) malek bombebaran kir. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ebûzêd Abdullah Ubeyd (Dêrhînî) ku bavê 6 zarokan bû şehîd ket.

Rêhevalên Şehîd Ebûzêd ên 29 salan li ser kesayet Şehîd Ebûzêd û xiyaneta ku di şexsê wî de li hemberî wargeha Mexmûrê hatî pêkanîn ji rojnama me re axivîn.

‘Ji bo gelê wargehê windahiyek mezin bû’

Rêhevalê Şehîd Ebûzêd ê 29 salan Ferhan Didêrî di destpêka axaftina xwe de êrişa li ser Şehîd Ebûzêd bi tûndî şermezar kir û sersaxî ji Rêber Apo, gerîlayên serê çiya û malbata hêja re xwest û got: “Gelê wargehê 29 salin bi hev re ne. Şehîd Ebûzêd rêhavalê me bû, ji ber şehadeta wî em pir xemgînin. Şehîd Ebûzêd di nava wargehê de, nimûneya welatparêziyê bû. Şehadeta Heval Ebûzêd ji bo gelê wargehê windahiyek mezin bû.”

Ferhan Didêrî

‘Ji êrişan natirsin’

Ferhan di dewama axaftina xwe da zanîn ku Şehîd Ebûzêd şandê çûyîna gel Rêber Apo bi destxistibû û wiha domand: “Kesekî heta dawî bi doza xwe ve girêdayî, pêşeng û fedakar bû. Dijmin xwest bi êrîşekî wisa re gelê wargehê bitirsîne, lê em ti caran ji van êrişên namerdane natirsin. Emê hîn pitir bi doza xwe ve girêdayîbin. Şehîd Ebûzêd bavê 6 keçan bû û timî di nava wargehê de xebat dida meşandin. Ti caran ne digot xebat bese, hertim dixwest ji bo gelê wargehê û Kurdistanê kar bike. Me bi şehîd Ebûzêd re jiyan kiriye û em ti caran nikarin girêdana wî ya bi Kurdewarî re vebêjin.”

‘Wê dijmin bifetise û têk biçe’

Herî dawî Ferhan Didêrî bal kişand li ser rolê wargehê û da diyarkirin ku Wargeha Mexmûr, wargeha Rêber Apo ye û dijmin ti caran bi van êrişên namerdane nikarin çavên wan bitirsînin û wiha bi dawî kir: “Şehîd Ebûzêd rûmeta me ye û emê heta dawî ji bo serxistina xeyalên wî, têkoşîn bikin. Wê dijmin bifetise û têk biçe. Ti caran wê nekarin wargeha Rêber Apo belav bikin. Wek rêhevalên Şehîd Ebûzêd, emê heta dawî li berxwebidin û têkoşîna heyî bilind bikin.”

‘Dijmin ji têkoşîna Şehîd Ebûzêd tirsiya’

Her wiha rêhevalê Şehîd Ebûzêd, Murad Buldan jî têkildarî heman mijarê peyivî û di kesayeta Şehîd Ebûzêd de, tevahî şehîdên doza azadiya Kurdistanê bibîr anî û wiha axivî: “Şehîd Ebûzêd kesekî çêker bû û timî ji bo dozê kar dida meşandin. Ji ber wê yekê, dijmin ji kar û têkoşîna Şehîd Ebûzêd tirsiya. Wek rêhevalên Şehîd Ebûzêd, em nahêlin dijmin bigihije armanca xwe. Emê bi têkoşîna xwe, timî Şehîd Ebûzêd bidin jiyankirin. Wek Heval Mûrat Karayilan jî gotî; di kesayeta Şehîd Ebûzêd de, welatparêziya Wargeha Mexmûrê hat armanckirin.”

Murad Buldan

‘Wê çok li dijmin bê danîna erdê’

Murad Buldan herî dawî soza şopandina rêya şehîdan anî ziman û got: “Şehîd Ebûzêd Kurdperwerekî mezin bû. Dijmin bi van êrişên tirsonek, ti caran nagihije armanca xwe. Em hîn pitir bi hêrs bûne û emê ti caran çok li himber dijminê hov nedanin. Em soza şopandina rêya wan didin. Dijmin dixwest me çavtirsandî bike, lê berovajî kîna me ya li beramberî xiyanetkar û dagirkeran hîn zêdetir mezin bûye. Em soz didin şehîdên xwe, emê heta dawî li ser şopa wan bimeşin û emê çok li dijmin deynin erdê.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar