Di xwezaya xwe de huner muxalîf e. Hunermend li ser çand, ziman û rastiya jiyana xwe hunermendiyê dikin. Lê li welatên wek Tirkiyeyê wekî her tiştî hunera ku li ser xwezaya xwe pêk tê jî tê astengkirin. Ahmet Kaya di payîza 1956'an de Li Meletî ji dayîk bûye. Ahmet di nava malê de zarokê pêncem û dawî bû. Bavê wî yekî ji Semsûrê bû, lê ji ber kar, bar kiribû Meletiyê, dayîka wî jî ji Erziromê bû tenê dixwest zarokên xwe baş mezin bike. Malbata Ahmet Kaya, malbatekî bêdeng bû, lê Ahmet dijberî wan, yekî nesekinî û şerker bû. Ahmet Kaya jî yek ji wan hunermendan bû ku rastiya xwe anî ziman û got ‘Ezê bi zimanê xwe jî stranên xwe bibêjim’ û ji aliyê dewletê ve hedef hat nîşandin û hat sirgûnkirin.
Bavê wî
gava ku yekem car eleqeya
Ahmet a muzîkan hesiya, di rojbûna Ahmet de ango dema
derbasî 6 saliya xwe bû wek diyarî, sazek qasî bejna wî jêre anî bû. Mirov
dikare bêje, Ahmet bi wê saz ê, xwe nas kir. Lê Ahmet ji ber nedizanî sazê lê
bide, ji ber dengên nexweş ên ji sazê derdiketin, malbat aciz dibû. Ahmet Kaya
konsera xwe ya yekem ji
bo
mirîşkên di kozika bêxçe de, li
dar xistiye. Em nizanin gelo mirîşk jê kêfxweş dibûn an na, lê wî demeke dirêj ev
konserên belaş ji
mirîşkan re domand. Ji bo sehneya xwe ya rastî diviyabû
bibe 9 salî. Gava temenê wî bû 9, di şevşahiya cejna karkeran
de di kargeha ku bavê wî
jî lê kar dikir, derket ser dikê. Wê şevê kêfa karkeran pir ji Ahmet re hatibû. Her wiha kêfa Ahmet
jî pir ji karkeran re hatibû.
Ahmet diçû dibistanê û demên xwe yên vala jî li gel dostekî malbata xwe, di
dikana kaset-plakfiroşekî de kar dikir. Wan demên ku li vê dikanê kar dikir,
derfetên wî çêbû ku
gelek cûreyên muzîkê nas bike. Bi taybetî jî yên bala wî dikişandin ew xort bûn
ku dihatin dikanê kasetên ‘Ruhî
Su’ dikirîn. Ahmet
rojekê li rastî polîsan hat û polîsan Ahmet birin, li wir rabû
besteya xwe ya ewil nivîsand ku wiha destpê dikir "Ezê Volkswagenekê bikirim,
navê wê bikim Başar.” Helbet
nizanîbû ku ev beste wê bibe destpêka
repertuarek û bi sedan stranan. Malbata
Ahmet Kaya ji ber kar biryar digire ku Meletiyê terk bikin û biçin Stenbolê.
Ahmet
Kaya di pênasekirina hunera xwe de diyar dike ku hunera wî bingeha xwe ji
rastiya jiyan û îdeolojiya wî digire û dibêje; ‘Ez pêşiya her tiştî şoreşger’im
û ji bo demokrasî û wekheviyê di qada hunerê de xebatên xwe dikim.’ Ji ber van
taybetmendiyê xwe Kaya ji bo pêşxistina mafên zarok û karkeran li gelek welatan
konserên alîkariyê dide. Ahmet Kaya piştî ku di sala 1999’an de ji ber êrişên
nijadperest neçarî koçberiyê bû û li Parîsa Fransayê bi cih bû.
Mixabin
hunermendê Kurd Ahmet Kaya di 16’ê Mijdara 2000’î de li Parîsê jiyana xwe ji
dest da. Ji ser mirina Ahmet Kaya 22 sal derbas bû. Ew kesên ku beriya mirina
wî êrişê wî dikirin, niha jî êrişê gora wî ya li goristana Pêre Lachaise ya li
Parîsê dikin. Her çiqas êriş kirin jî Ahmet Kaya tim di dilê kesên ku azadî û
demokrasiyê dixwazin de dijî û dê bijî.
Ahmet
Kaya - Karwan
Kanî
diherikin
Karwan diçûn
Tişt nema li dû
Hêvî ar û dû
Û bayê gerok
Ji xew rakirin
Bîrhatinên kûr
Çavê te yê girî
Lêvê te yê gezo ax ax
Karwan diçe zû
Şarê min î dûr
Bêje bav û dê
Yara çav li rê
Ez ê bêm, bêm û bêm
Wê bête ew roj
0 Yorumlar