Dê vê pêvajoya dawî de dewleta Tirk a dagirker hewldanên cur bi cur dike, ji bo armancên xwe yên dagirkirinê pêkbîne, pergala xwe li ser gelê Kurd ferz dike. Ev hewldan hertem xwe bi êrîşên li ser civaka Kurd diyar dikin. Armanca dewleta Tirk ewe ku hemû hestên berxwedanwarî di mirovan de bikuje. Ji bo vê bi hemû şêwazan hewl dide 24 seatan îrade bişkêne. Ji ber vê yekê jî, pergala dewletê sîstemekî wisaye ku xwe li ser esasê şikênandina îrade ava dike. Ev pergal xwe tenê wisa li ser lingan digre. Jiyana mirovekî di nava vê sîstemê de bê îrade ye. Kî ji bo îradeya xwe radibe, daxwaza azadiyê dike, dibe hedefa dewleta dagirker. Rêbertiya me ev daxwaz kiriye û têkoşîna vê daye destpêkirin. Bi tekoşîna xwe ve Rêbertî xwe gihandiye gelê Kurd. Ji ber vê jî dewleta Tirk ketiye tirsa mirinê. Ji ber ku îradeya gel, mirina dewletê ye. Vîna ku Rêbertî di gelê Kurd de ava kirî, hêza ruxandina pergala dewletan e. Ji ber vê jî dewleta Tirk neçar maye li hemberî vî îradeyê.
Bi
taybetî qismê ciwan yê civakê rol û mîsyona xwe di vê Şerê de naskiriye.
Ciwanên weke Heval Welat Çiya (Hakan Arslan ) ku di Şerê serxwebûnê de li
bajarên Kurdistanê berxweda û bi Şahadeta xwe ve bûn sembolên azadiya gelan mînakek
ji vê ye. Weke tê zanîn, ev heft salin cenazeyê Şehîd Hakan di destê dewleta Tirk de bû. Dewleta Tirk
agahî dane parêzerên malbata Şehîd Hakan ku ew werin cîhê karakolê. Her wiha
agahî dan bavê wî û cenaze teslîmê bavê wî kirin, dewleta Tirk dixwast îradeya
vê malbatê bişkêne. Di kîsekî de hestiyên kurê wî teslimê wî kirin. Ev nîşanê
me dike ku dewleta Tirk ewqas ji me ditirse, hestiyên me bi xwe ji bo wî metirsiyeke.
Ji hestiyên me ditirse.
Dewleta
Tirk a bêbext niha li çiyayên Kurdistanê zirarên mezin dibîne. Her roj
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi dehan çalakiyan dikin. Teknîka wan bin dixin,
leşkerê wan dikujin. Noxte û baregehên wan îmha dikin. Ne erebe, ne kepçe û ne jî
helîkopterekê dihêlin. Ji ber ku hejmara cenazeyên leşkerên wan ewqas zêde buye
êdî di morgeyên dewleta Tirk de cih nemaye. Eger rewş ne bi vî rengî bûya, dê
dewleta Tirk a bêbext hestiyên hevalê me jî teslîm nekiriba. Wê ji me
veşartiba. Lê dewleta Tirk tengav bûye.
Tîştê ku ji destê vê dewletê tê, ev rêbaz in. Dema li hember van kiryarên dewleta
Tirk helwestek tê nîşandan, wê demê ew nagihjê armanca xwe. Ji ber ku helwesta
me îfadeya vîna me ye.
Heval
Hakan ji bo vîna gelê xwe bûye Şehîdê Kurdistanê. Ji ber vê yekê Atomekî laşê
wî bi tenê îfadeya vîna gelan e. Lê di
milekî din de jî em dibînin PDK ewqas ketî ye, bê vîn û bê îrade ye. Ev têrê nake serde jî hevkarê şikênandina
îradeya gelê Kurd e. Bûyera herî dawî ku li Xelifanê qewimî vê tiştê dîsa diyar
kiriye. PDK li vir diyar kir ku berjewendiyên wî yên desthilatdar ji îradeya
gelekî girîngtir in. Bi dîlgirtina 2 Gerîlayan û Şehîd xistina 3 Gerîlayan, PDK
ji me re destnîşan kir ku bixwe jî hevkarê dewleta Tirkiyê ye. Gerîlayên
Azadiya Kurdistanê ji bo hebûn û îradeya me şer dikin. PDK jî bûye hevkarê tinekirina
vê. Eger PDK îro ji bo arteşa dagirker a Tirkiye rêyan çêdike, eger hevalên me
li xelifanê cardin çember dike, dîldigre û qetil dike ev nîşana hevkariya wî
ye. PDK azadiya gelê Kurd naxwaze. Ew Kurdan bê welat, bê nasname, bê çand, bê
maf û bê ruh dixwaze. Jiyan ji bo gelê Kurd naxwaze û ji ber vê yekê hevkarê
dewleta Tirk e.
Divê
em wek ciwan ji ber vê yekê xwedî helwest bin. Eger heval Hakan li hemberî pergala
mirinê çek rakir, wê demê ew xwe feda kir ji bo jiyana me. Rol û mîsyona me wek
ciwan ewe ku em li ser rêya Hakanan meşa xwe berdewam bikin. Eger dewleta Tirk bi
teslîmkirina hestiyên wî armanc dikir ku îradeya me ya berxwedanê bişkêne, wê demê
tolhildana herî mezin ewe ku em serî rakin. Berpirsyartiya me ciwanan di vê
şerî de mezin e. Dema em xwe bi rêxistin dikin û dest bi çalakiyan dikin, wê
demê em dibin xwedî îrade. Dema em dibin xwedî îrade, ev tenê nayê wateya
mirina dewleta Tirk, ev tê wateya ruxandina hevkariya PDK’ê jî. Eger ev bûyer
me bi hêrs dikin, erka me ewe ku em bikevin tevgerê û xwe bi rêxistin bikin.
0 Yorumlar