Ticker

10/recent/ticker-posts

Kurdistan tê fetisandin

Cerdevanan li herêma Bestayê di 2 salan de 500 hezar ton dar birîn û bi destûra Midûriyeta Bajêr a Daristanê, tonek dar bi hezar û 175 lîreyî difiroşin. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz diyar kir ku ew ê doza daran bibin DMME’yê û got: “Ji ber ku ev talankirin li Şirnexê ye, çav kor in û guh ker dibin.” Li herêma Şirnexê, piştî salên 2000´î cara ewil birîna daran sala 2019’an li Çiyayê Cûdî destpê kir. Li Cûdî bi hinceta “ewlehiyê” ji bo rêyên diçin qereqol û kalekolan bi sedan dar hatin birîn. Her wiha bi heman hincetê ji bo birrîna darên li kêleka rê cerdevan hatin wezîfedarkirin.

Cerdevanan ne tenê darên li derûdora rê, hema kîjan dar ket ber wan, birrîn. Li gundên Cifanê Gundikremo, Nêvava, Nerex, Gilindor û Bêşêrê yên li qûntara Çiyayê Cûdî, bi hezaran dar hatin birrîn. Darên li deverên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikefa Kera û Banê Elî jî hatin birrîn. Qirkirin bi dawî nebûye, di dema pêşiya me de qirkirina daran li serê Çiyayê Cûdî li qada daristanê wê bê berfirehkirin û paşê jî dê li lûtkeyê kalekol û baregeha leşkerî were avakirin. Piştî Cûdî daran li Bestayê qir dikin piştî birrîna daran a li Çiyayê Cûdî, birrîna daran li Bestayê ya di navbera Şirnex û Sêrtê de li cihekî fireh hat destpêkirin. Destpêkê ji bo kalekol û baregehên leşkerî rêyên nû hatin çêkirin. Piştre jî li deverên ku rêya kalekol û baregehên leşkerî têre derbas dibe, birrîna daran destpê kir.

Li gundên Cinîwer, Xerbigê, Bestin, Navyan, Bêlûzer, Şerevan û Rîsor û qadên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girê Derîncê bi deh hezaran dar hatin birrîn. Li hin deveran darek jî nehatiye hiştin û li hin deveran jî hê jî qirkirina daran dewam dike. Beriya qirkirina daran, cerdevan û leşker ji bo birrîna daran diçin cih tesbît dikin. Li ser biryardayînê li van cihên tesbîtkirî tê diyarkirin ka aydê kî ye. Cerdevan xwe digihînin xwediyên eraziyan û du rêyan datînin ber wan: ‘Yan hûn ê darên xwe bibirrin, yan jî em ê bibirrin’. Wexta ku cerdevan van daran dibirrin, beramberî traktorek dar 300-400 lîre pere teklîfî xwediyên erdan dikin.

Welatiyên ku teklîfa ewilî qebûl dikin destûra wan tê dayîn ku biçin deverê. Yên ku teklîfê qebûl nakin, bêyî daxwaza wan pere radizînin ser hesabên wan ên bankayê. Rojê heta bi hezar û 200 tonî Darên birrî pêşî bi traktoran tînin nêzîkî bajêr û ji wir jî bi kamyonan ji ser rêya Sêrtê û Çiyayê Çilnimêja dişînin bajarên din. Di çavdêriya leşker û cerdevanan de rojane 100 traktor dixebitin û rojê sê seferan dikin. Rojane di navbera 1200 ton dar tên veguheztin. Hin rojan ji ber çêkirina xebata rê ev hejmar hindik dibe û hin rojan jî qirkirina daran li deverê zêdetir dibe. Li gorî agahiyên me girtî, tenê li Bestayê di nava 2 salên dawî de 500 hezar ton dar hatine birrîn. Tonek bi hezar û 750 lîreyî Cerdevanan berê hemû mesref di nav de ji bo tonek dar hezar û 650 lîre dixwestin. Lê belê çend mehên dawî tonekê bi hezar û 750 lîreyî difiroşin.

Di nav vî buhayî de neqliyeya ji bo bajarên wek Riha, Dîlok û Mereşê jî heye. Cerdevanên ji qirkirina daran berpirsiyar in. Rojê nêzîkî 250 lîre pere didin xîzarvanan, kesên daran bar dikin û her wiha yên birînê dikin û operator jî serê tonê pere digirin. Midûriyeta Daristanan a Bajêr ji bo her wesayîtê di navbera 4 û 6 hezar lîre de fîşan ji cerdevanan re dibire. Bihayê fîşan li gorî giraniya li wesayîtan tê barkirin diguhere. Li herêma ku dar lê tên qirkirin nêzî 300-400 kes dixebitin. Nîvê van cerdevan in. Yên mayî jî xizmên cerdevan in. Yên cerdevan, ji aliyê dewletê ve “wezîfedarkirî” ne û rojane 100-200 lîre pere li meaşê cerdevanan tê zêdekirin. Dar bi piranî li Riha, Dîlok û Mereşê tên firotin. Bazirganên êzingan ên Mêrdîn û Amedê û hin firinên Şirnexê jî van daran dikirin. Wekî din daran bi kamyonan dibin baregehên leşkerî yên li Şirnexê jî.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar