Ticker

10/recent/ticker-posts

KJK’ê Şehîd Delal û Zîlan bi bîr anî

KJK’ê bi daxuyaniyekê şehîd Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo bibîr anî û hate gotin; “Şehîdên me sedema me ya herî mezin a têkoşînê ne û piştî her şehadetê bi sedan leheng diafirin. Mîna bi sedan fedaiyên li Zagrosan bûne mîna Delalan.

yên şehîd bûn, rêya me ronî kirin, bedew kirin, bi fedakirina canê xwe şoreşa jinê mezintir kirin. Li pêşberî bîranîna hevalên Şehîd Delal û Şehîd Zîlan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê wiha ye:

“Şoreşa Kurdistanê bi dayina berdêlên mezin hebûna xwe ya azad destnîşan kir û timî bi pêş ve çû. Di heman demê de şoreşa jinê jî bi berdêlên mezin azadiyê û pêşketinê diafirîne. Ya esasî şehîdên me di vê meşa şoreşê de rêya me ronî dikin, di çareserkirina zor û zehmetiyên rêya şoreşê de ji me re dibin çavkaniya hêzê û pêşengên me. Herî dawî di êrîşa artêşa Tirk a faşîst de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hevralên me Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo şehîd bûn, ku van hevalên me rêya me ronî kirin, bedew kirin û bi fedakirina canê xwe şoreşa jinê mezintir kirin. Li pêşiya bîranîna hevalên Şehîd Delal û Şehîd Zîlan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û ji bo me rûmeta herî mezin e ku hêjayî jiyana wan bibin ku bi nirxên bi wate û têkoşînê xemilandiye. Em soz didin ku li Kurdistanê şoreşa demokratîk û şoreşa jinê pêk bînin, bi vî rengî hesab ji dijmin bixwazin û her tim xwedî li bîranîna wan derkevin.

Hevala Şehîd Delal Nûrhak gav bi gav bi kedeke mezin kesayetyia xwe bi şoreşa jinê afirand, bi şoreşa jinê re bû yek, jiyan û têkoşîna xwe bi vî rengî meşand. Ji qada Rêbertî heta metropolan, ji metropolan heta zindanan, ji zindanan heta çiyê, karên aborî û jinê, Konseya Rêveber a KJK’ê û Koordînasyona PAJK’ê, cihê xwe di gelek çeperên şoreşê de girt, li her qadê bi hevrêtiya xwe, bi hêz û hunera xwe ya milîtanî şopeke mezin li pey xwe hişt. Di meşa têkoşîna mezin a sih salî de ji kesayetiya jin a azad ti carî tawîz neda, ji bo pêşvebirina têkoşîna jinê ya azad tiştên ji dest hat kir û bi vî rengî bû yek ji rengên herî bedew ên şoreşa jinê. Bi taybetî hezkirina ji mirovan, hezkirina ji jinê, xwezayê û hevrêtiyê, coş û kelecan taybetmendiyên herî berçav ên hevala Delal bûn. Ev taybetmendiyên wê bûn malê şoreşa jinê. Lewma şoreşa jinê di heman demê de tê wateya jiyan, ked û kesayetiya hevala Delal Nûrhak. Weke Şehîd Bêrîvan Zîlan, ku xwedî keda şoreşê ya sih salî bû, hevala Şehîd Delal Nûrhak jî xwedî keda şoreşa sih salî bû û dema bi erka xwe radibû bû hedefa dijmin û şehîd bû. Ji bo me wezîfe û rûmeta herî mezin e ku hêjayî van pêşengên mezin ên têkoşîna me ya azadiyê ya jinê Bêrîvan Zîlan, Delal Nûrhak bibin, mîna wan bi rengekî stratejîk tevlî şoreşa jinê bibin, di vê şoreşê de şopê bihêlin û bi vî rengî bimeşin.

Hevala me Şehîd Zîlan Qamişlo jî li ser bingeha civakîbûna şoreşa jinê û têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê, li Rojava dest bi têkoşînê kir û meşa şoreşa jinê li çiyê gihand asta herî bilind. Her ku mezin bû hîn bêhtir bi nirx, Rêbertî, Partiyê û azadiya jinê ve hate girêdan, bi zanebûn xwedî lê derket û bi vê têgihiştinê armanca xwe mezintir kir. Kesayetiya xwe ya bedew û bi wate her tim di vê meşê de ava kir. ji jiyana dejenere ya sîstema kapîtalîst ku jin ên ciwan sexte dike, ji polîtîkayên wê rizgar bû û ji bo azadiyê da pey jiyana heqîqetê.

Ji bo şehîdên xwe em çi bikin kêm e. Ji bo em li ser piyan bimînin, bimeşin û bi ser bikevin ew ji me re dibin hêz. Şehîdên me sedema me ya herî mezin a têkoşînê ne û piştî her şehadetê bi sedan leheng diafirin. Mîna bi sedan fedaiyên li Zagrosan bûne mîna Delalan. Di şexsê Şehîd Delal, Şehîd Zîlan û Şehîd Bêrîvan Zîlan de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi bîr tînin ku di vê demê de li Zap, Girê Şehîd Birîndar, Girê Karker, Avaşîn, Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê Amediyê tevlî karwanê nemiran bûn. Em dibêjin ku bi daxwaz û biryardariya serketinê em ê karê xwe zêde bikin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar