Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag: “Bi salane xwezaya Kurdistanê tê talan kirin, di van salê dawî de êrişên li ser xwezaya Kurdistanê zêdetir bûne. Bi taybetî ji zozanê herêma Botan tên aramanc kirin. Bi vê jî dixwazin gel û xwezaya Kurdistanê ji hev qut bikin û van herêman bê gel bihêlin.”
Ji bo xwedî derketin û parastina xwezaya Kurdistanê gelê Kurd û xwezaparêzên Tirkiyê li Şirnexê kombûn û ber bi çiyayê Cûdî ve meşiyan. Têkildarî çalakiya hatî lidarxistin, Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag ji rojnameya me re Rojev Mexmûrê re axivî û got: “Heta ku talankirina xwezayê neyê rawestandin emê di nava çalakiyan de bin û emê berxwedanê bilintir bikin. Pêwîste em bi yek dengî li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin û ji talankirina Kurdistanê re bibêjin Na.”
‘Tevî hemû qedexeyan jî me çalakiya xwe kir’
Sabuha Akdag îşaret bi êrişên li ser xwezaya Kurdistanê kir û balkişand li ser helwesta gelê Kurd ya li hemberî van êrişan û got: “Bi salane xwezaya Kurdistanê tê talankirin, di van salê dawî de êrişên li ser xwezaya Kurdistanê zêdetir bûne. Bi taybetî ji zozanê herêma Botan tên aramanc kirin. Bi vê jî dixwazin gel û xwezaya Kurdistanê ji hev qut bikin û van herêman bê mirov bihêlin. Destpêkê ev herêm di şewitandin, dema dîtin piştî şewatê carek din şîn dibin, vê carê serî li rêyên birîna daran dane ku bi giştî xwezaya Kurdistanê tine bikin. Di nava van du salan de me gelek çalakiyên cûr be cûr lidarxistin, lê çalakiyên me ji aliyê desthildaran ve dihatin asteng kirin. Dema me biryara çalakiya ber bi çiyayê Cûdî ve dayî jî, ji aliyê walîtiya Şirnexê ve ji bo 12 rojan qedexeya ketina Şirnexê hat ragihandin. Lê li ruxmê van qedexeyan jî me karî em çalalkiya xwe bi girseyek mezin lidarbixin. Polîsan gelek astengî xistin pêşiya me, lê nekarîn me bidin rawestandin. Çalakiyek pir biwate bû, ji ber ku ji hemû herêmên Kurdistanê hatibûn û xwezaparêzên Tirkiyê jî cihê xwe tê de girtibûn. Xwedîderketina li çalakiyê hêz da me ku em çalakiy xwe xurtir bikin.”
‘Teqez serkeftin ya gelê Kurd e’
Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku polîsan ji bo vala derxistina çalakiyê gelek hewildan kir, lê biryardariya wan ya xurt polîs vala derxistin û wiha peyîvî: “Beriya ku em dest bi meşê bikin, ji aliyê polîsan ve bi ava germ û gaza rondikrêj êrişî meşa me kirin. Lê ji ber helwesta me ya yek dengî, neçar man ku pêşî li çalakiya me vekin. Heta ku talankirina xwezayê neyê rawestandin, emê di nava çalakiyan de bin û emê berxwedanê bilintir bikin. Pêwîste em bi yek dengî li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin û ji talankirina Kurdistanê re bêjin Na. Nîjatperestiya heyî li ser hemû heyîn û hebûnên li Kurdistanê didin pêkanîn. Bi van êrişan dixwazin Kurdan tine bikin. Lê wê ti caran negihijin armanca xwe, ji ber ku hêza me ya têkoşînê ji ya wan gelek mezintire. Emê heta dawî li berxwebidin. Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li hember van êrişan bibin xwedî helwest. Em di wê baweriyê de ne ku wê dawî li desthilatdarî û nîjatperestiya heyî bêt, teqez serkeftin ya gelê Kurde.”
0 Yorumlar