Ticker

10/recent/ticker-posts

Dîmenên îmhakirina baregeh, helîkopter û wesayitên leşkerî yên dagirkeran

Şerê li Zap, Metîna û Avaşînê ne tenê li çeper û tunelên berxwedanê qewimî. Di nava 4 meh û nîvan de li gelek baregeh, qereqol, helîkopter û wesayitên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker hate xistin û dîmenên gelek ji wan hate kişandin.


Artêşa Tirk a dagirker di 14'ê Nîsana 2022'an de li ser qadên gerîla Zap, Metîna û Avaşînê dest bi yek ji êrîşên herî berfireh ên salên dawî kir. Vê êrîşê di 31'ê Tebaxa 2022'an de 4 meh û nîv li pey xwe hişt. Di nava 4 meh û nîvan de gerîlayên HPG û YJA Starê yek ji berxwedanên herî demdirêj kirin ku hîn jî dewam dike.

Hêzên gerîla hema bêje rojek nehiştin ku çalakî nekirin, bi taktîka xwe ya şer gelek êrîş û operasyonên şoreşgerî kirin ku artêşa Tirk şoq kirin. Tevî leşkerên artêşa dagirker ên li çeper û li ser giran her wiha makîneyên şer ên dewleta Tirk; helîkopter, tank û wesayitên leşkerî jî bûn hedefa gerîla.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ev şer tenê li tunelên şer û çeperên berxwedanê nehiştin, her wiha li hemberî qereqol û baregehên dagirkeran ên li Başûrê Kurdistanê gelek çalakiyên xurt kirin. Di van çalakiyan de bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin û gelek wesayitên leşkerî hatin îmhakirin.

Ev çalakî kêlî bi kêlî ji aliyê Gerîla TV ve hatin kişandin û ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ve bi raya giştî ya Kurd û cîhanê re hatin parvekirin. Çend ji van çalakiyan wiha ne:

DÎMENÊ ÇALAKIYA LI SER BAREGEH Û QEREQOLÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

10'ê Gulanê: Nava rojê hêzên gerîla bi çekên giran li nîzamiyeya qereqola Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker xistin ku li nava Başûrê Kurdistanê ye. Herî kêm 4 dagirker di vê çalakiyê de hatin cezakirin û dîmenên wê hatin kişandin.

10'ê Gulanê: Saet di 16:00 de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li baregeha leşkerî ya Bamernê ya artêşa Tirk a dagirker xistin ku li nava Başûrê Kurdistanê ye. Di vê çalakiyê de tankek hate îmhakirin û 3 dagirker hatin cezakirin. Dîmenên vê çalakiyê jî hatin weşandin.

24'ê Hezîranê: Saet di 18:00 de gerîlayên HPG û YJA Starê bi çekên giran li qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de ku dîmenê wê kêlî bi kêlî hate kişandin û di 25'ê Tîrmehê de li Gerîla TV hate weşandin, 8 dagirker hatin cezakirin û konekî leşkerî hate îmhakirin.

10'ê Tîrmehê: Saet di 20:40'î de bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin ên li qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a li nava Başûrê Kurdistanê ye. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Dîmenê çalakiya sûîqestê ya gerîlayan kêlî bi kêlî hate kişandin.

16'ê Tebaxê: Saet di 18:15'an de baregeha leşkerî ya Bamernê ya artêşa Tirk ku li qada Metîna ya Başûrê Kurdistanê ye bû hedefa hêzên gerîla. Bi çekên giran li kepçeyekê hate xistin ku li dora baregehê çeper çêdikir. Dîmenê vê çalakiyê jî hate kişandin û li Gerîla TV hate weşandin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di vê çalakiyê de kepçeyek hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

DÎMENÊN KETINA HELÎKOPTERAN

22'ê Nîsanê: Di rojên destpêkê yên êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di şeva 21-22'ê Nîsanê de li Kurojahro dîmenê lêdana li helîkopteran di 23'ê Nîsanê de li Gerîla TV h ate weşandin.

30'ê Gulanê: Saet di 22:20'î de helîkopter li ser Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara geriyan. Piştî nîv saetê, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li yek ji van helîkopteran xistin. Helîkoptera ku agir pê ket, dema ku berê xwe da qada Xeregolê careke din derb ji hêzên gerîla xwar. Bi dûrbîna şevê dîmenê lêdana li helîkopterê û ketina wê kêlî bi kêlî hate kişandin û li Gerîla TV hate weşandin.

 

19'ê Tebaxê: Saet di 21:35'an de helîkoptereke Skorsky a ku xwest dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê deyne, ji nêz ve derb ji gerîlayên bi tevger xwar. Kêliyên lêdana derbên giran a li helîkopterê ji du nuqteyên cuda ji aliyê kamerayên gerîla ve hatin kişandin. Di 22 û 23'ê Tebaxê de li Gerîla TV hate weşandin. Helîkoptera ku nekarî xwe deyne li nêzî Qereqola Girê ya li navçeya Çelê kete xwarê.

WESAYITÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN ÎMHAKIRIN

8'ê Tîrmehê: Saet di 13:00 de wesayiteke zirxî ya bi tîpa akrep a artêşa dagirker ku dixwest ber bi Qada Berxwedanê ya Çemço ve biçe, bi çekên giran derb ji hêzên gerîla xwar. Wesayita zirxî tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin û dîmenê wê kêlî bi kêlî hate kişandin.

2'ê Tebaxê: Wesayiteke leşkerên Tirk ên dagirker ku di navbera Girê Maymûn û Girê Sînekê yên Şirnexê de diçû, bû hedefa sabotaja tîmên bi tevger ên YJA Starê. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Dîmenê vê çalakiyê jî li Gerîla TV hate weşandin.

6'ê Tebaxê: Saet di 13:30'î de li qada Keşanê ya Heftanînê, kepçeyên dagirkeran ên hewl didan li qada Girê Koxê Mele Yehya rêya leşkerî çêbikin, ji gerîla derb xwarin û dîmenê wê ji aliyê gerîla ve hate kişandin. Di vê çalakiyê de ku dîmenê wê 29'ê Tebaxê li Gerîla TV hate weşandin kepçeyek hate îmhakirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku dagirkerê operatorê kepçeyê jî di çalakiyê de hatiye îmhakirin.

9'ê Tebaxê: Saet di 19:00 de wesayiteke zirxî ya bi tîpa panzer a artêşa Tirk ku dixwest ji Kunîşka ber bi Qada Berxwedanê ya Çemço ve biçe, bû hedefa Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê. Di vê çalakiyê de ku 87 dagirker hatin cezakirin, dîmenên îmhakirina panzerê hatin kişandin.

ALAVÊN LEŞKERÎ Û DRONEYÊN HATIN DESTESERKIRIN

4'ê Gulanê: Saet di 17:30'î de ji baregeha PDK'ê ya li nehiya Baqirman a li navçeya Akrê droneyek hate rakirin û ber bi nuqteyên gerîla yên li herêma Gareyê ve hate şandin. Ev droneya ku ji bo keşfa leşkerî hate şandin ji aliyê hêzên gerîla ve hate xistin.

24'ê Gulanê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya li Zapê, gerîlayên HPG û YJA Starê li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Şemdîn xistin. Di encamê de 3 çeper hatin îmhakirin û 8 dagirker hatin kuştin. Çekeke BKC, 150 fîşekên BKC û dûrbîneke termal ketin destê gerîla. Dîmenê vê çalakiyê jî hate weşandin.

30'ê Gulanê: Li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, tîmên YJA Starê saet di 12:55'an de çalakî kirin. Hêzên YJA Starê 10 dagirker ceza kirin, çûn ser cenazeyên 4 dagirkeran. Piştî çalakiyê 3 çekên MPT-55, 3 dûrbînên leşkerî, cîhazeke destnîşankirinê ya lazer û telefoneke destan a dagirkerê bi navê Ûgûr Dogrû ketin destê gerîla. Dîmenê vê yekê jî hate weşandin.

7'ê Tîrmehê: Saet di 08:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan du dagirker hatin cezakirin. Di vê çalakiyê de gerîlayan dest danîn ser malzemeyên dagirker Nacî Kaygisiz û Nûrettîn Tokyurek. Dîmenê van alavên leşkerî yên ketin destê gerîla, hatin weşandin: Debanceyeke bi marka Glock, 2 tivingên bi tîpa HK-416, 2 cîhazên destnîşankirinê yên lazer, 2 apartên çekê, cîhazeke ragihandinê ya bi marka Aselanê û gelek alavên leşkerî.

ANF | Va ye dîmenê cenazeyê leşkerê Tirk Nacî Kaygisiz (anfkurdi.com)

Di vê çalakiyê de cenazeyê leşkerê Tirk Nacî Kaygisiz kete destê hêzên gerîla. HPG'ê di 16'ê Tîrmehê de ev bang li malbata Kaygisiz kir: "Eger bixwazin em dikarin cenazeyê kurê wan bi rêya sivîlan radest bikin. Bi rêya sivîlên li herêma navçeya Amediyê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê dikare têkiliyê bi me re deyne." Lê belê hîn bersiv ji vê bangê re nehatiye dayin.

3'ê Tebaxê: Saet di 12:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn tunelên şer, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ku bi rêbaza sabotajê hate kirin 2 dagirker hatin cezakirin, mertalek, debanceyek, kamerayek û kaskê leşkerê Tirk ê bi navê Haydar Çelîk ketin destê gerîla. Dîmenê vê yekê jî ji aliyê gerîla ve hate kişandin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar