Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, yek ji fermandarên gerîla Mordem Botan Dilbirîn ê Îlona 2017’an li Botanê şehîd bû, bi bîr anî.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li
ser mijarê wiha ye:
“Ewladê leheng ê xelkê Botanê, milîtanê Apoyî û fermandarê
leheng ê têkoşîna me hevrêyê me Mordem Botan Dilbirîn 5’ê Îlona 2017’an li
Botanê şehîd bû. Em ewladê bijarte yê xelkê me yê Botanê û fermandarê fedaî
hevrêyê xwe Mordem di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye, wiha ne:
Nasnav: Mordem Botan Dilbirîn
Nav paşnav: Azîz Kûtlû
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nesîme-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Îlona 2017 / Botan
Herêma Botanê ji aliyê cografîk ve li navenda Kurdistanê ye
û qadeke berfireh e ku Bakurê Kurdistanê digihêje Rojava, Başûr û Rojhilatê
Kurdistanê. Çiyayên Botanê ku weke stûna Kurdistanê jî têne pênasekirin, bi
hezaran sal in bûye war ji gelê Kurd re. Gelê Kurd li çiyayên Botanê civakî
bûye, çand û kevneşopiya xwe ava kiriye, li van çiyayan bi rengekî azad jiya ye
û kesî nekarî bixe bin serweriya xwe. Vê rastiyê kir ku xelkê me yê Botanê
leheng be, şervan û fedakar be, dilsozê ziman û nasnameya xwe be, cewhera xwe
biparêze. Xelkê Botanê di şexsê fermandarê me yê efsanewî yê nemir Egîd (Mahsûm
Korkmaz) de tevgera Apoyî nas kir, bi fîşeka destpêkê ya 15’ê Tebaxê re rabû
ser piyan, serhildana xwe ya destpêkê pêk anî û meşa xwe ya welatparêziyê heta
niha dewam kir. Dijminê qirker mêtinger ji ber vê yekê li hemberî xelkê Botanê
bû xwedî hêrseke mezin, kiryarên herî giran ên li derveyî mirovahiyê lê ferz
kir, lê belê ti carî nekarî paşve gavê pê bide avêtin.
Hevrêyê me Mordem li gundê kevnar Navyana Şêxan ê li quntarê
Çiyayê Pîro yê herêma Besta ya Botanê ji dayik bû. Gundê Navyana Şêxan ê li
navenda herêma Bestayê ye, pişta xwe dide herêma Garisa. Li rastê wê çiyayên
Çiravê, li çepê wê Kêla Memê û Kato, li pêşiya wê jî Çelê Nimêja û Cûdî hene.
Gundê Navyana Şêxan tevî ku ji aliyê cografîk ve li navenda Botanê ye, her wiha
ji aliyê dilsoziya bi nrixên civakî û nasname û cewhera xwe ya civakî ve jî
cihekî navendî ye. Bi dilsoziya ol re ku şêweyekî jiyana bi nasnameya civakî ya
kevnar e û jiyana bi nirxên civakî û exlaqî li ser piyan ma. Di herikîna dîrokê
de hin derdorên cuda û dewletan hewl dabin ku saziya Şêxîtiyê berevajî bikin û
li dijî civakê bi kar bînin jî, gelê Kurd ev meqam li ser bingeha jiyaneke rast
û xurtir a bi ola xwe nirxand û hurmeteke mezin nîşan da. Ji ber vê yekê şêx û
şêxitî bû cihê hurmeteke mezin û li nava civakê bi rêzdarî hate pêşwazîkirin.
Hevrêyê me Mordem jî li nava malbateke şêx ji dayik bû.
Malbata wî ya şêx hewl da ku nirxên exlaqî, olî, civakî bi rengekî rast temsîl
bike. Lewma di nava gel de heqî û neheqî destnîşan kir, hewl da wijdanê civakî
temsîl bike û li ber zaliman û zilmê rabin. Dema ku bi pêşengiya Apoyiyan
Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê destpê kir, vê malbata me ya hêja cewhera civakî
ya pak û paqij a li nava Apoyiyan dît, xwe nêzî wan kir û piştre jî têkiliyeke
xurt a welatparêziyê pê re danî. Hurmeta Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li hemû
olan û pîrozmendiyên li nava civakan, her wiha têkoşîna wê ya ji bo jiyaneke bi
sosyalîstî ya li nava civakeke demokratîk, azad a pîrozmendiyan dît û hîn
bêhtir xwe nêzîk kir.
Ji ber ku hevrêyê me ji malbateke bi kok, civakî û xwedî
karakterekî xurt hat, vê yekê bandor li kesayetiya wî kir. Dewleta Tirk a
mêtinger qirker di salên 90’î de li gundê wan zilmeke mezin kir, qereqol çêkir
û ji bo li ber têkoşîna azadiyê rake cerdevanî lê frez kir. Lê belê malbata
hevalê me Mordem berdêl hemû dan ber çavên xwe û bi regnekî ku li welatparêzî û
nasnameya wan a civakî bê seknek nîşan da û teslîm nebû. Ji ber vê yekê jî
malbatê koçî Şirnexê kir û hevrêyê me Mordem jî li vir mezin bû. Ji ber ku li
bajarekî herî germ ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû, nasnameya xwe û
xwe zû nas kir. Deh salan li dibistanên dewleta Tirk xwend, lê belê dît ku
dibistan ji bilî ferzkirina qirkirin û asîmîlasyonê li ser gelê me bi kêrî
tiştekî nayê û dest ji dibistanê berda. Hevrêyê me Mordem gelek karên cuda yên
têkoşîna azadiyê meşand û destpêkê tevlî karên Tevgera Welatiyên Azad bû. Bi
kesayetiya xwe ya bi enerjî û bi coş beşdarî nava karên ciwanan ên şoreşgerî
bû. Di heman demê de ji bo Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê karê milîstiyê kir.
Çi kar dikir jî çiqasî hewl dida jî timî dixwest ji bo gelê xwe û welatê xwe
hîn bêhtir bike.
Dijmin bi vê hewldan û sekna şoreşgerî ya hverêyê me Mordem
hesiya û sala 2008’an ew girt û xist zindanê. Hevrêyê me Mordem zindan weke
dibistaneke mezin nirxand, têgihiştina xwe xurtir kir, paradîgmaya Apoyî bêhtir
fêhm kir û kesayetiya xwe li ser vê bingehê ji nû ve ava kir. Bi zanyariya xwe
ya mezin mîna pirtûkxaneyekê bû. Hevrêyê me Mordem her agahî di kesayetiya xwe
de jî dixist meriyetê. Li zindanên di sekna xwe ya şoreşgerî de tawîz neda, ji
grevên birçîbûnê heta bi çalakiyên cuda her tim li dijî dijmin helwest nîşan da
û piştî ku pênc salan li zindanê ma, hate berdan. Piştî ku ji zindanê derket,
tevî ku wezîfeyên cuda jê re hate dayin jî wî ti ji wan qebûl nekir û israr kir
ku tevlî nava refên gerîla bibe. Ev biryara xwe xiste meriyetê û sala 2014’an
li herêma Bestayê bû gerîla. Bi têgihiştina xwe ya Apoyî, kesayetiya xwe ya
têgihiştî, karakterê xwe yê çiyayî û dilê xwe yê bi coş yekser hînî jiyana
gerîla bû. Zû wezîfe û berpirsyarî wergirt. Hevrêyê me Mordem ku xwedî
kesayetekî pêşeng bû, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih
anî. Li herêmên Besta û Cûdî bi kêfxweşiyeke mezin gerîlatî kir ku cih û warê
lê ji dayik bû û mezin bû.
Dewleta Tirk a dagirker û qirker dema ku di çarçoveya Plana
Çokdanînê de êrîşên xwe yê hovane da destpêkirin, gelê me jî xwerêveberî îlan
kir û bersiv da. Gelê Kurd bi vê helwesta xwe diyar kir ku ew xwedî hebûn û
nasnameya xwe ye û ew ê tu carî dev ji nasname û xwerêveberiyê bernede. Dewleta
Tirk a qirker tu carî tehamula wê ji hebûn, nasname û azadiya Kurdên azad tune.
Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovan êrîş bir ser helwesta mafdar û meşrû
ya gelê me û dewletê teror kir. Bajarên Botanê di serî de li gelek bajarên
Kurdistanê li ber çavan qetil kirine, bi rojan cenaze li kolanan dane
sekinandin, cenazeyê ciwanê wekî Siyabend (Haci Lokman Bîrlîk) li pey wesayîtan
girêdane û xwestine nîşan bidin ku ji xeynî teslîmiyet û mirinê ji bo gelê Kurd
tu rêyeke din tune. Gelê Kurd ê bi rûmet jî li hemberî van êrîşan pêvajoya
berxwedana xwerêveberiyê nîşan da. Gelê Kurd ê bi rûmet jî li hemberî van
êrîşan pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê da destpêkirin. Ev pêvajo gelek caran
hate berevajîkirin jî, gelê me vî mafê xwe yê herî xwezayî parast û jiyana azad
bi berxwedanê danî holê. Hevalê me Mordem wekî zarokekî xwedî rûmet û esil
tehamul nekiriye ku gelê me were qetilkirin û gelê me di bin êrîşên faşîzan ên
dewleta Tirk were eciqandin. Hevrê Botan çûye Şirnexê.
Heval Mordem tevlî pêvajoya berxwedanê ya ciwan û gelê
Şirnexê bû û bi mîsyona şoreşgerî ya nasnameya ji malbatê tê û ya civakî tevgeriyaye.
Ji ciwanên Botanê re him pêşengtî kiriye û him jî tevlî pêvajoya geşedana YPS’ê
bûye. Dewleta Tirk ji bo şikandina Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê dora
bajarê Şirnexê girtiye û bi mehan ew der bomberdûman kir, bi tankan bajar
bomberdûman kir û teror kir. Berxwedêrên YPS’ê jî di van şertên dijwar û bi
derfetên kêm bi mehan berxwedana mezin nîşan dane, hêzên herî bijartî yên
artêşa Tirk û dewleta Tirk tasfiye kirine. Dewleta Tirk a dagirker di dema
pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de bi derbên ku xwaribû sendromên mezin jiya
û leşker û polîsan wan hê jî ev sendrom derbas nekirine. Pêvajoya Berxwedana
Xwerêveberiyê diyar kiriye ku dewleta Tirk çiqasî êrîşên mezin bike jî gelê me
ne bê alternatîf e, ew ê li hemberî zilmê stûyê xwe xwar neke, wê her cure
berdêlê bide ber çavê xwe û li ber xwe bide. Heval Mordem ê ku yek ji mîmarê
Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê bûye û yek ji kedkarên mezin bû, pêşengtî
ji vê pêvajoyê re kiriye, hemû gelên Şirnexê jê hez û bawer kirine.
Heval Mordem piştre berxwedana xwe li herêma Besta daye
domandin, li çiya, bajar û deştan derbên giran li artêşa Tirk xistiye. Her dem
di nav lêgerînê de bû ku ew karibe derbê li dijmin bixe û tola gel hilîne. Bi
tecrubeya xwe ya mezin û serkeftî wî peywirên girîng stendiye û mîsyoneke mezin
wergirtiye. Wî her dem şoreşgeriya derwêşane ji xwe re kiriye esas. Bi
mutevazîbûn, kedkarî, tevlêbûna bi coş, hevaltiya xwe ya samîmî, keramet û
cesareta xwe di nav hevalên xwe de hatiye hezkirin. Heval Mordem di êrîşa
artêşa Tirk a di 5’ê Îlona 2017’an de şehîd bûye. Heval Mordem şoreşgerekî wisa
bû ku, cihê wî nedihat tijîkirin. Ew bûye fermandarekî ku welatparêziya Botanê,
ciwanên Kurdistanê û şoreşgeriya Apoyî bi awayê herî rast û xurt di kesayetiya
xwe de şênber bike. Bi helwest, cesaret, kesayet û hevaltî û fermandariya xwe
wî nirxên mezin ava kir û şopeke mezin li dû xwe hişt. Wê bîranîna xurt a heval
Mordem û pratîka wî her dem rê nîşanî me bide, ciwanên Botanê di serî de wê
ciwanên Kurd wan mînak bistînin. Wê armancên heval Mordem teqez bi ser bikeve,
têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd bigihêje serfiraziyê.
Malbata hêja û welatparêz a Şêx ku malbata heval Mordem di
serî de, em sersaxiyê ji gelê Botanê û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re
dixwazin.”
0 Yorumlar