Ticker

10/recent/ticker-posts

Aborînas Kokoyî: Gel nikare ji dahata Kurdistanê sûd werbigire

Aborînas Aram Qadir Kokoyî: “Gelê Kurd nikare ji dewlemendiyên xaka Kurdistanê sûd werbigire. Hikumetê pişta xwe daye gel û ti girîngî nade cotyariyê. Nefta tê dayîna Tirkiyê ne yasayî ye. Di rêvebirina hikumetê de pirsgirêk hene û ev dibe sedem ku qeyrana aborî bê jiyankirin.”

ARMANC HEREKOL - ROJEV

Xaka Kurdistanê hem bin erd û hem jî ser erd pir bi dewlemende. Lê mixabin ji vê dewlemendiya xaka pîroz, dagirker û xiyanetkar tenê dikarin sûd jê werbigirin. Li Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe hîn zêdetir gel bi qeyranên aborî re rû bi rû dimînin. Ji niha ve gelê Başûr ji bo zivistanê, li pey sotemeniyan ketine. Li gorî Aborînas Aram Qadir Kokoyî sedema van qeyranan, xirab rêvebirina Başûr e.

Têkildarî qeyranên aborî yên ku li Başûrê Kurdistanê tên jiyankirin, Aborînas Aram Qadir Kokoyî ji rojnama me re nirxandinên bi nirx kirin.

‘Hikumet tenê li neftê temaşe dike’

Kokoyî di detspêka axaftinên xwe de behsa dewlemendiyên xaka Kurdistanê kir û anî ziman ku di Kurdistanê de gelek çavkaniyên xwezayî yên aborî hene û got: “Li Kurdistanê ne tenê di bin erdê de neft heye, gelek mehdenên cuda jî hene. Wek mehdenên asin, gelek mehdenên din hene ku mirov dikarin sûd jê bigirin. Yên ku ser erdin, weke sektorên cotyarî û geştuguzarîne. Hemû tenê du sektorên mezin ên Herêma Kurdistan dikare sûd jê bigire û ji bo ku bikare aboriya xwe pêşbixe hene. Lê mixabin ji ber ku gelek bal li ser neftê ye, ev tê paşguhxistin. Hikumet tenê li neftê temaşe dike. Eger Hikumeta Herêma Kurdistanê zêdetir girîngî bide sektorên cotyarî û geştuguzariyê, ez bawerim wê dahatek zêde bi dest bikeve û bikare hikumetê bi rêve bibe û aboriya welat geş bike.”

‘Çavkaniya hikumetê ne gele, neft e’

Aram Qadir di nava axaftinên xwe de destnîşan kir ku gelê Başûr bi ti awayî sûd ji dahata neftê wernagere û ev tişt bilêvkir: “Gel nikare sûd ji dahata Başûr werbigire. Sedema vê yekê jî diyare, çend binemalan dest danîne ser dahata nefta Herêma Kurdistanê û hemû dahatê ji bo mala xwe dibin. Dahat divê ya gel be, lê mixabin gel nikare sûd jê werbigire. Hikumet pişta xwe daye gel û ti peywediyên wan bi gel re nîne. Çavkaniya hikumetê ne gele, neft e. Ti mineta hikumetê bi gel nîne, ew dahata neftê wekî milkê xwe dibînin. Mixabin ya ku li herêma Kurdistanê em dibînin, girêbestên ji bo dahata welat ne şefafin.”

‘Di rêvebirinê de pirsgirêk hene’

Aram di nava axaftinên xwe de sedema van qeyranan wiha bi nav kir: “Gelek caran pirsa ji bo çi gelê Kurdistanê tevî çavkaniyên xwezayî, neft û sektorên din hene jî dîsan feqîriyê jiyan dikin, ji me tê kirin. Sedema vê feqîriyê, xirab rêvebirine. Niha hikumdariya ku li Kurdistanê tê kirin, gelek û gelek xirab e. Ji ber ku hikumet ne şefaf e, nizanin dahat çawa bidest dikeve. Sedema herî berbiçav a van qeyranan, xirab rêvebirine. Eger baş were rêvebirin, wê gelên li Kurdistanê taybet karmend ti carî rastî feqiriyê neyên.

‘Nefta tê dayîna Tirkiyê ne yasayî ye’

Herî dawî Aborînas Aram Qadir Kokoyî têkildarî çareseriya van qeyranan ev tişt got: “Rêyên çareseriya vê qeyrana li gel hikumet û xelkê herêmê hene. Ya yekem, divê li gel Hikumeta Iraqê li hev bikin û ji bo firotina nefta Iraqê bikevin mekanizmayekî. Ji ber ku nefta Kurdistanê ya difiroşin Tirkiyê, li gorî zagonên Iraqê ne qanunî ne. Ya duyem, divê mekanizmayek ji bo bingehê bankayên herêmê were danîn. Banka bibin sîstematîk, ji bo ku bikarin sûd ji sîstema bankayê werbigrin, bi vê rêyê dikaribin çareserî peyda bikin.”

Formun Üstü

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar