Ticker

10/recent/ticker-posts

Dijî qetilkirina Jîna Amînî greva giştî destpêkir

Li Rojhilatê Kurdistanê dijî qetilkirina jina ciwan ya bi navê Jîna Amînî greva giştî destpê kir.


Beşek ji partî û rêxistinên sivîl, aktîvîstên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê bang li tevahiya gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê kiribûn ku li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin greva giştî pêk were.

Di vê çarçoveyê de, Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li gel şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî bang li tevahiya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiribû ku roja Dûşemê (19’ê Îlonê) li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê faşîzma Îranê ve bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî û Şehîd namirin” tevlî greva giştî bibin.

Herwiha partiyên di nava ‘Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê’, Rêxistina Kurdistanê ya Hizba Komîsta Îranê- Komele û hinek partî û rêxistinên û aktîvîstên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê bang jî li welatiyên Kurd kiribûn ku li djiî qetilkirina Jîna Emînî tevlî greva giştî ya seranserî Rojhilatê Kurdistanê bibin.

Li ser banga partiyan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê greva giştî destpê kir.

Li gorî dîmenên li ser torên civakî derketine, li gelek bajarên Rohilatê Kurdistanê, Seqiz, Sine, Şino, Bukan û Baneyê greva giştî ya welatiyan destpê kiriye. Gorî dîmenan li van bajaran welatiyan dikanên xwe nevekirine û neçûne ser kar.

Ji bo şermezarkirina qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî (22) ya di dema ji aliyê polîsên “dijî bê hîcabiyê” hatibû binçavkirn û êşkence lê hatibû kirin, piştî 3 rojan ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatibûn lidarxistin.


Yorum Gönder

0 Yorumlar