Xweşîkbûn mijarekî pir girînge ku di roja me ya îro de divê taybet li ser were seknandin. Ji ber xweşikbûna mirovan her ku diçe zêdetir ji xwezayîbûn û cewhera xwe dûr dikeve û tê xirabkirin. Em ewqas bi xweşîkbûna xwe mijûl dibin ku em li ber çavan winda dikin ka xweşikbûna rast çiye.
Pêşiya ku
em behsa xweşikbûnê bikin, pêwîste em diyar bikin ku xweşikbûna sexte çiye. Ji
bo vê divê em baş fêm bikin ku destgirtina me ya xweşikbûnê hatiye xirabkirin.
Wê demê emê fêm bikin, ji ber çi ewqas mirov dest bi emeliyatên estetîkê dikin
û fizîka xwe diguherin, ji bedena xwe ne razîne û heta nefretê jî ji xwe dikin.
Li ser telefonan, di sanal medyayê de, her wiha jî li ser televîziyon û di
encama zexta zayendperestiya civakê de 24 seat bombebaranekî li ser mejiyê mirovan
tê çêkirin. Herî zêde jî qismê ciwanan û bi taybetî jî Jinên Ciwan tên hedef girtin.
Di nava vê bombaranê de hişmendî û ferasetên sîstema modernîteya kapîtalîst li
ser mirovan tên ferz kirin. Sîstema Kapîtalîst platformên weke Instagram wek amûrekî
bikartîne ji bo ku di hişê mirovan de guhertin û veguhertinan ava bike. Di
mijara xweşîkbûnê de jî platforma Instagram wek mînak rolekî mezin dileyîze.
Diziyên televîziyona Tirkan jî heman demê li gorî vê tên çêkirin. Dema em
temaşeyî wana bikin, emê bibînin pîvanên xweşîkbûnê yê ku ji aliyê sîstemê ve hatîn
çêkirin, di wan platforman de tên nîşandan û pêşkêşkirin. Weke mînak, ew ji me
re jiyana xweşîk, mirovên xweşîk, malên xweşîk, cilên xweşik çi ne, diyar dikin.
Li gorî wan pîvanê xweşikbûnê evin û wisa jî li ser mirovan ferz dikin ku
xweşikbûna rast ev e. Ev mijar bi taybet li ser Qismê Jinên Ciwan bandor dike.
Qalibekî ji bo xweşîkbûna jinê tê diyar kirin, lê belê herkes nakeve vî qalibî.
Eger em
baş temaşe bikin, em ê bibînin ku di tevahî cîhanê de jî tîpekî mirovan tê
pêşxistin ku dişîbe hev. Em vê tîştê di wargehê de jî dibînin. Piranî kes heman
modelê cil û bergan li xwe dikin. Rengên ku li xwe dikin jî dişibin hev. Tek
tîpekî ji sîstema kapîtalîst tê. Kesên ku nakêvin vî qalibî jî, xwe kêm hîs
dikin. Ev helbet li ser deroniya giştî mirovan jî bandor dike. Dihêle ku
xwasteka xwe fîzîkî guhertinê pêş bikeve. Her ku mirov xwe di eyneyê de mêze
dike, cîhek din dibîne ku nakeva qalibê sîstema kapîtalîst. Ev bandorê li ser
hêza xwebawerbûnê jî dike. Xwe kêm dîtin û kompleksên cuda di mirovan avadibin.
Nexweşiyên fîzîkî yên weke zayîfbûnekî zêde û hwd. Pêşdikevin. Yek ji sedemên
herî berbiçav ewe ku kes xwe di aliyê fîzîkî de na ecibîne, ev ji dibe sedem ku
amelyatên estetîkê zêde bibe.
Pîvanê
xweşikbûnê yên ku sîstemê pêşxistîn her kes nikarin pêkbînin, ev tiştekî baş e.
Ew kesên ku xwe diparêzin, xwe naxin vî qalibî, ji cewhera xwe dûr neketine.
Xweşikbûn ji xwebûnê tê. Eger em xweşikbûnê rast bigrin dest, emê bibînin ku di
derdora me û mirovên kêleka me de xweşiktiyekî bê hempa veşartî ye. Lê ji ber
ku sîstema kapîtalîst di serê me de pîvanê xweşikbûnê ewqas xirab kiriye ku em
vêya nabînin. Em nikarin xwe jî rast bigrin dest û ji bo xweşikbûna xwe ya
cewherî kor in.
Eger
malekî min ya xweşîk nebe, eger cilekî min yê xweşîk nebe, eger telefona min ne
ya herî nû be, eger çenteyê min ne yê moda herî dawî be û difna min ne biçûk
be, ev nayê wê wateyê ku ez ne xweşikim.
Mirov di
cewhera xwe de xweşik e. Ango bi terzê ku ez bi te re daxivim, bi keda xwe û
hevaltiya xwe û tîştên ku didim û parvedikim, bi nêzikatiya xwe bi derdora xwe
ve, bi meyzekirin û destgirtinên xwe ve, ez xweşikbûna xwe diyar dikim. Mirovek
di cewhera xwe de çiqas xweşîk be, fîzîka wê kesê çawa be jî, li ber çavên me
dikare bibe mirovê herî xweşîk.
Ji ber vê,
diyar e ku xweşîkbûna fizîkî ne diyarker e. Fîzîka min çawa be jî ez dikarim
bibim mirovê herî xweşik. Lê xweşikbûna rast di dilê mirov de destpê dike. Ji
ber vê yekê divê mirov ji fizîka xwe zêdetir, destpêkê guhertinê di hîş û
destgirtinên xwe de avabikin.
0 Yorumlar