Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê yê bi navê Hêmin Mihemed: “bi dehan kes li herêmê ji ber ku fikra PKK û Tevgera Azadiyê di parêzin hatine girtin. Li herêmê azadiya rojnemevanî, fikr û reman dibin êrişek mezin de ye.”
XURBET TALLÎ - ROJEV
Pêla dagirkeriya dewleta
dagirker a Tirk ya li Başûrê Kurdistanê hatî destpêkirin her ku diçe
berfirehtir dibe. Dewleta Tirk bi hêceta tinekirina PKK’ê ya li Başûr dest bi
talankirin û wêrankirina xaka Başûrê Kurdistanê kiriye. Ji bo ev rastî ji raya
giştî ya herêmê û cîhanê re neyê ragihandin serî li her rê û rêbazên qirêj
dide. Beşek ji çapemeniya herêma Kurdistanê ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve tê
birêvbirin, ji ber wê jî rastiya heyî û dagirkeriya ku li Başûrê Kurdistanê tê
meşandin wek heyî di ragihandinê de nayê dayîn. Beşek ji çapemeniya hêrêmê jî
ji bo vê rastiyê rabixe ber çavan, dibin şert û mercên herî zehmet de kar
dikin. Gelek ji wan ji aliyê MÎTa Tirk û hêzên PDK’ê yên ser bi Mala Bazaniya
ve bi gef û zextan re rû bi rû dimînin.
Têkildarî vê mijarê
Rojnamevanê Başûrê Kurdistanê yê bi navê Hêmin Mihemed ji Rojnama me re axivî û
da zanîn ku di van salên dawî de li herêma Kurdistanê azadiya çapemeniyê
gihiştiye xala sifirê.
‘Beşek ji çapemeniya
herêma Kurdistanê ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve tê birêvbirin’
Rojnavevan Hêmin Mihemed
di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser erk û rola rojnamevanan ya li
Başûr û bi taybet li herêma ku dibin serweriya PDK’ê de û wiha pêde çû: “Mixabin
ragihandina Başûrê Kurdistanê û Rojnamevanên Başûr belavene, hinek ji wan bi
pereyan, bi zext, zilm û hinek jî ji tirsan nikarin rastiya ku heyî bi raya
giştî re parve bikin. Bi taybet li cihê ku di bin serweriya PDK’ê de rojnamevan
nikarin rastiyê ji bo gel ragihînin. Beşek ji çapemeniya herêma
Kurdistanê ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve tê birêvbirin, ji ber wê jî rastiya heyî û
dagirkeriya ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin wek heyî di ragihandinê de nayê
dayîn. Her wiha ji aliyê Hikumeta Herêmê ve jî rê nayê dayîna gelek çapemeniyê
heyî ku dagirkerî û tinekirina li Başûrê Kurdistanê tê meşandin ji raya giştî
re were ragihandin. Yên ku rastiyê radigihênin jî ji bo dest ji karê ku dikin
berdin, ji aliyê MÎTa Tirk û asyîşa PDK’ê ve tên girtin û gef li wan tê xwarin.
Em dikarin bêjin di roja me ya îro de medya mecazî rolek gelek girîng di
ragihadina rast de dilîze. Piranî rastiyên ku hatîn berovajîkirin, di medya
mecazî de rastiya heyî û dirûtiya çapemeniyên girêdayî PDK’ê radixe berçavan.
Niha ji çapemeniyê zêdetir li herêmên PDK’ê medya mecazî rastiya heyî ji raya
giştî re radigihîne.”
‘Girtina rojnemevanê
Behdînan biryrekî leşkerî ye’
Rojnamevanê Başûrê
Kurdistanê Hêmin Mihemed herî dawî ev tişt got: “Girtina rojnemevanê Behdînan biryrekî
leşkerî ye, li gorî rapora Yonamî ya ku hatî amadekirin jî hîn zêdetir diyar
dibe. Di van salên dawî de li herêma Kurdistanê azadiya çapemeniyê gihiştiye xala sifirê. Di
van salan de jî 200 rojnemevan û rewşenbîrên herêma Kurdistanê, li herêma PDK’ê
û giştî herêma Kurdistanê di girtîgihan de ye. Herî dawî 5 rojnemevan ji aliyê
asyîşa PDK’ê ve hatibûn girtin û hîn jî ne berdane. Şerwen Şerwenîn, Guhdar
Zêbanî û hevalên xwe hatin girtin li gorî dadgihê pêwîste werin berdan lê ji ber
ku destê partiyan di nav de ye nayên berdan. Li ser vê yekê ji ev 11 rojin ew
hevalên me di greva birçîbûne de ne. Rojnemevan û rewşenbirên hatîn girtin di
rewşek gelek nebaş de dijîn, yek ji wan rojnemevanan rewşa wê gelek xirabe. Ev
biryar biryarek leşkerî ye û ti azadiya rojnemevanî tê de ne maye. Bi dehan kes
li herêmê ji ber ku fikra PKK û Tevgera Azadiyê di parêzin hatine girtin. Li
herêmê azadiya rojnemevanî, fikir û raman dibin êrişek mezin de ye.”
0 Yorumlar