Bersivên Gel:
-Merdbûn e.
-Jîr bûn e.
-Zîrekiye.
-Kêrhatiye.
-Zana ye.
-Ne
berjewendîpereste.
- Dilnizm ye.
-Fedekariye.
-Rêzdarbûne.
-Berxwedêrê ye.
-Xwedî seknek
radîkale.
-Li hemberî
neheqiyê sekinîn e.
-Xwedî
helwsetbûn e.
- Li hemberî
dijmin serî netewandin e.
-Qehremaniye.
-Şoreşgertiye.
-Wêrekiye.
Dema em li dîrokê dinêrin di civaka xwezayî de ji
zilam re digotin camêr. Camêrî nasnameya wî zilamê bi jinê re hevaltiyek rast
dikir û bi her cure erkên parastina nirxên civakî re radibû. Di civaka xwezayî
de jiyan binirxên cewherî yê civakê dihate hunandin. Ev nirxên weke edalet, wekhevî, parvekirin û
bi xwezayê re di nava hevsengîyê de berdewamkirina jiyanê, bi afirînerî û
pêşengiya jinê hatine pêşxistin. Bi zilam re jî jiyan li ser van
nirxan hatiye avakirin. Ew zilamê bi van nirxan ve girêdayî, hebûna wî hatiye
pejirandin, rêz û taqdîr girtiye. Civakê bi qasî jin-dayîk û xwedawend,
zilamtiyek camêrî, mêrxasî, egîdî û merdî pejirandiye.
Heta roja me ya îro em şopên vê heqîqetê di her keliyê jiyana xwe ya civakî
de dibînîn. Hîn jî bandoreke mezin a van peyvên weke camêrî, mêrxasî, egîdî û
merdî di jiyana me ya rojane de heye. Ev çanda me ye û heqîqetekê îfade dike.
Her çiqas aqlê dewletê û sîstema desthilatdariya zilam a 5 hezar salan xwestibe vê nasnama camêrî, mêrxasî, egîdî û
merdîyê tine bike, zilamtiya qurnaz û zordar pêşbixe jî nekariye bi temamî
serkeftîbe.
Egîdbûn ne tiştekî ewqas hêsan û ji rêzêye. Ji bo egîdiyê têkoşîneke mezin
û kesayeteke kamil dixwaze. Ji ber vê di rojameya îro de her zilam ango mêr ne Egide. Kesên dibin Egîd dibin aramanca dewletê, yan wan digrin
yan jî qetildikin. Ji ber ku Egîdiyê li hemberî xwe weke xeterî dibînin.
Di roja me ya îro de jî civak ji wan kesên ku li hemberî her cure êrîşên
dagirkeriyê bikarin parastina welat û nirxên civaka xwe bikin, rêveberiyekî
demokaratîk bin, bi edalet bin, xwediyê hizir û ramanê azadîxwaz bin, di hemû
aliyê jiyanê de parvekerbin û xwediyê hizir, zanabûna çandî û dîrokî bin re
dibêjin Egîd. Pêwîste Egîd ji civaka xwe,
mala xwe, xaka xwe û ji hemû erkên civaka exlaqî û polîtîk re fedekar û dilsoz be.
Dema ev taybetmedî di kesekî de hat
pêkanîn, wê bêje ez Egidim. Pêwiste
civak wî navî lêbike. Ji ber nasnameyeke ji aliyê civakê ve pîvana wê tê
diyarkirin. Dema civak van taybetmendiyan bibîne wî wesif û pesin dike.
Em niha di meha Tebaxê de ne û salvegerek din ya 15’ ê Tebaxê jiyan dikin.
15’ê Tebax weke Artêşa Gelê Kurd li dijî dewleta zalim a Tirkiye roja teqandina
guleya yekemîn e. Di pêşengtiya heval Egîd (Mahsum Korkmaz) de ev gule hatiye
teqandin. Ne ji ber xwe ve navê heval Mahsum Korkmaz Egîd bû. Ev ne tesadufek
e, îfadeya heqîqeta nirxê kesê azad ê pêşengtiya civakê dike. Weke vê, carinan
heqîqetên dîrokî xwe di şênberbûnên wiha de derdixînîn pêşberî me. Civaka çandî
û dîrokî xwedî vê hêze ye ku xwe wiha jî tîne ziman.
Dema em behsa Egîdiyê bikin, pêwîste ji kesayeta Heval Egîd (Mahsum Korkmaz)
cuda negrin dest. Wê demê em binêrin di kesayeta Heval Mahsum Korkmaz de Egîdî
xwedî kijan taybetmendiyane. Ji bo mafê gelê xwe dest ji her cure berjewendî û
rehetiyên jiyana xwe ya takekesî berda. Ji bo xebata azadiya gelê xwe kete nava
ked û hewldaneke bê sînor. Bi mirovên civaka xwe re hevaltiyek rast da
meşandin. Mînaka têkîliyên civakî yên pêwîst di kesayeta xwe de şênber kir. Bi
qasî xebata pêşxistina zanebûn û rêxistinkirina gel, bû fermandar û pêşengekî
ku cara yekemîn jêre wêrekî hate raberkirin. Li çiyayên Kurdistanê, li Botanê
fermandarî kir. Artêş avakir. Di êrîşên ser dijmin de li bereyên herî pêş cihê
xwe girt. Tirsa ku dewleta faşîst a Tirkiyê di nava dilê Gelê Kurd de avakiriye
şikand. Bi vî awayî nirxên civaka exlaqî û dîrokî zîndî kir.
Îro di kesayeta Heval Egîd û gerîlayên li çiyayên Kurdistanê yên şerê hebûn
û nebûnê dikin de, xwedî li vê nasnameya civaka çandî û dîrokî tê derketin.
Destpêkê ji Zap heta Avaşîn û Metînayê, li her derê Kurdistanê gerîlayên xwedî
serkeftinên efsanewî, ji bo jiyana civakê parastina nasnameya camêrî, mêrxasî,
merdî û Egîdiyê dikin. Raste egîdî zehmete, lê her gerîlayekî li ser şopa Heval
Egîd bi xwe jî Egîdek e.
0 Yorumlar