Ticker

10/recent/ticker-posts

'BI RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ EM Ê SERKETINA XWE MEZIN BIKIN'

Gerîlayên YJA Starê gotin, wê fîşeka destpêkê ya Fermandar Egîd kir ku bi hezaran Egîd hişyar bin û berê xwe bidin çiyayên azad.


Gerîlaya YJA Starê Toprak Dîrok diyar kir, ku gelê Kurdistanê ji bo azadiyê berdêlên giran daye, lewma azadî mafê wan e û got, "Di şexsê Solîn, Ceylan û bi hezaran zarokên Kurd ên hatin qetilkirin de em ê bi kîn û hêrsa xwe, hêzên dagirker ên Tirk ji xaka Kurdistanê biqewirînin."

Gerîlayên YJA Starê têkildarî Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivîn ku weke gelê Kurdistanê bi çavê Cejna Vejîna Neteweyî lê dinihêre.

'BI RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ EM Ê SERKETINA XWE MEZIN BIKIN'

Dr. Hêja Rênas destnîşan kir ku fîşeka li Botanê hate teqandin, qîrîna herî mezin a li dijî faşîzmê û dewama berxwedana zindanan bû û got, "Ji bo gel û gerîlayên Kurd ji aliyê taktîkî û stratejîk ve asteke nû ya diyarker afirand. Wê demê hêviya gel nema bû. Bi vê pêngava şoreşgerî re bi gelê Botanê re wêrekiyeke mezin çêbû. Ev wêrekî û jixwebawerî ne tenê li Botanê ma, di heman demê de li seranserê Kurdistanê belav bû.
Dr. Hêja Rênas anî ziman ku wê fîşeka ji aliyê Fermandar Egîd ve hate teqandin bû sedem ku bi hezaran Egîd hişyar bibin û berê xwe bidin çiyayên azadiyê: "Egîdên ku îro dijmin têk dibin, şopdar û şervanên Fermandar Egîd in. Berxwedana li Zap, Avaşîn û Metînayê ruhê 15'ê Tebaxê ye. Heta ku ev ruh dewam bike, ti hêz, ti teknîk nikare li pêşiya me bibe asteng. Ji ber vê yekê em ê bi ruhê 15'ê Tebaxê serketina xwe timî mezin bikin."

JINÛVE VEJÎN

Gerîlaya YJA Starê Roza Serhat jî bi bîr xist ku Pêngava 15'ê Tebaxê moraleke mezin da gel û destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd bû roja jinûve vejînê.

Roza Serhat ragihand ku pêngavê tola salan hilanî, hewl da hêjayî berxwedana bêhempa ya li zindanan bibe û wiha dewam kir, "Ev ruh hînê jî heye. Rastiya şer û berxwedanê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, sûdê ji berxwedêrên zindanan û ruhê Fermandar Egîd werdigire. Bİ navê şervanên YJA Starê, heta ku ala hevalê Egîd li çiyayên azad biçikînin em ê şer bikin."

'NE TENÊ ÇALAKIYEKE LEŞKERÎ BÛ'

Gerîlaya YJA Starê Doga Botan jî diyar kir, fîşeka destpêkê ya Fermandar Egîd di heman demê de ji bo gelên bindest hate teqandin û got, "Mejiyekî mêtinger hebû ku dixwest Kurdan û gelê bindest tune bike. Ne tenê çalakiyeke leşkerî bû, her wiha çalakiyeke îdeolojîk bû. Piştî ku Mazlûm Dogan agirê azadiyê yê ji Kawa wergirtî radestî Fermandar Egîd kir, ev agirê azadiyê veguherî meşaleyeke timî vêketî. Ev meşale wê venemire û timî dilê faşîzmê bişewitîne. PKK roj bi roj mezin dibe. Ya bi PKK'ê re ruhê azadiyê ye û yê ev ruh afirand jî Rêber Apo ye. Weke milîtanên Rêber Apo û şervanên Fermandar Egîd em ê vê têkoşînê bi ser bixînin."

'EM Ê JI KURDISTANÊ BIQEWIRÎNIN'

Gerîlaya YJA Starê Toprak Dîrok jî bi bîr xist ku bi wêrekî û hêza ji berxwedêrên zindanê hate wergirtin Pêngava 15'ê Tebaxê hate destpêkirin û got, "Em deyndarê vî gelî ne û ji bo dayina vî deynî jî me bi hezaran şehîd dan. Çi dibe bila bibe ji bo azadkirina gel em ê bi hemû hêza xwe li dijî faşîzmê şer bikin û bi ser bikevin. Azadî mafê gelê me ye. Gelê me berdêlên giran da. Di şexsê Solîn, Ceylan û bi hezaran zarokên Kurd ên hatin qetilkirin de em ê bi kîn û hêrsa xwe hêzên dagirker ên Tirk ji Kurdistanê biqewirînin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar