Ticker

10/recent/ticker-posts

RAJIN: Em ê wek Denîz Firat dev ji qîrîna rastiyê bernedin

 Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) Denîz Firat di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got, “Em ê weke Denîz dev ji qîrîna rastiyê bernedin.”


Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona RAJIN’ê de hat gotin, “Em hevrêya xwe Denîz Firat ku berdewama mîrateya heqîqetê ya ji aliyê Gurbetelî ve hatiye afirandin, ked, têkoşîn û hevrêtiyê xistiye navenda jiyana xwe di 8’emîn salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

‘Bi sekna xwe ya bi biryar têkoşiya’

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Denîz bi zanistiya jina azad û têkoşîna xwe li dijî tarîtiya faşîzma mêr, paşverû ku mirovahî, jinan û gel di nava trajediyên herî tarî de bê nefes hiştiye, bû ronahî. Di têkoşîna şoreşa azadiyê ya gel û jinan de ti carî paş ve nema. Bi sekna xwe ya bi biryar, cesaret û berxwedana xwe di nava meşa bê nefes a têkoşîna azadiyê de cih girt. Tevahî rêyên ku wê ber bi azadiyê ve bibe, bi awayek hoste bi kar anî û ti car dudil nebû.Di vê mijarê de bi biryardarî û hewldana xwe her tim di nava hevrêyên xwe de bû mînak. Di demeke ku heqîqet tê berovajî kirin de, di serdemek wiha de, dev ji heqîqetê berneda. Wê heqîqet parast, ragihand û bang li hemû mirovahiyê kir ku bi pêşengiya jinan li dora nirxên xwe yên civakî, çandî û exlaqî bibin yek û têkoşînê bikin.

Dengê Denîz a bangê têkoşîn û azadiyê dike bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Sekna wê ya bi biryar ku dest ji heqîqetê ti car berneda, bû dengê kesên li dijî pergala faşizmê, qirker û dagirkeran li ber xwe didin. Rastiya Denîz bûye prensîb, rê û peyva ku hemû gelên Kurdistanî ji heft salî heta heftê salî, bi taybetî ji bo hempîşeyên wê esas girtin. Li ser vê bingehê yên li dijî dagirkerî û zilma serdest a mêr bi taybet faşîzma DAIŞ’ê li ber xwe didin, bi ser ketine û wê her tim bi ser bikevin.

Weke RAJIN careke din ji bo Denîz soza me ew e ku, weke Nûjiyan a li hemberî xeta xiyanetê ya hevkar rastî qîriya, weke Dilişan û Dilovan ên ku bi şikandina tarîtiya ku faşîzma DAIŞ’ê dixwest ava bike, em ê ji qîrîna heqîqetê, daxwaza azadiyê û jiyîna wê dûr nekevin. Çawan ku Denîz serdemên azadî, berxwedan û heqîqetê bi pênûsa xwe ronî dikir, wê îro weke duh di destê her xebatkar û hempîşeyek çapemeniya azad de bimîne. Em weke Denîz diyar dikin ku, em ê dev ji qîrîna heqîqetê, bihêzkirina hêvî û zanistiya azad bernedin û di şexsê hevrê Denîz de em careke din hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar