Dema ku di malbatê de zarokek çêdibe, di serî de zayendperestî çênebûye. Bi demê re, ew di civakê de zayendperestiya civakî fêr dibe. Zayenperestî ji aliyê civaka ku tê de dijî, li ser mirov tê ferzkirin. Zarok di serî de ji zayenda xwe nizane. Mîsyona ku civak an jî malbat li ser zarok ferz dike girîng e. Mezinbûn bi hawîrdora ku lê dijî, bi demê re şîrove û têgihiştina cîhanê diyar dike. Li gorî rastiya ku di civakeke zayendperest de jiyîn hatiye afirandin, di her qada jiyanê de tê dîtin ku civak karakterê zilam pêş dixe. Zilam serweriya hemû aliyên jiyanê dike. Niha her tişt yek reng e, helbet dema ku di civakeke wiha de deng û nefesa jinê tê birin û nikare nefes hilde, diyar e ku zarokên di malbatekî waha de bên mezinkirin dê çawa bên mezinkirin. Ji ber ku dema zarok çêdibe haya wî ji tiştekî nîne. Dê û bav kesayetên ku jêre bibin mînak in. Eger zarok kur be helbet dema mezin bibe dê bixwaze wek bavê xwe bibe mêr û her tim wî ji xwe re mînak bigire. Zarokê ku wek kurê bavê xwe mezin bûye dê paşnavê bavê xwe bigire û dê wek kurê xwe yê yekane bi çekên pêlîstokan mezin bibe. Dema ku keçek wê hebe, helbet tişt hinekî dijwar dibin û keç jî wê wek diya xwe mezin bibe. Di temenek piçûk de, ew ê cîhana derve nas bike, ji hêla rêgez, şerm û gunehan ve bê tirsandin. Wê ji jinbûn û fizîka xwe şerm bike û her tim di nava tirs û hesta xweparastinê de bijî. Erka ku di pêşerojê de jêre hatiye dayîn dayîkbûne û ew ê mîna dayîka xwe bi pitikan re mezin bibe. Di lîstikên malê de ku di navbera zarokan de tên lîstin, kur bav e û keç jî dê ye. Her çîqas ev di destpêkê de wekî lîstikê bêguneh were hesibandin jî, bi rastî jî pêkanîna wê xeyalê ye ku di zarokatiyê de wekî lîstikek dihat hesibandin û dixwest di rêwîtiya jiyanê de were afirandin.
Dema ku ev
pirsgirêk li ser bingehên bîrdozî tê nirxandin, em weke jin û mêrên ku di warê
civakî de hene, di nava dorpêçekê de dijîn. Dorpêçiyeke wisa ye ku rastiyeke
çikandina bêhna xwe nîşan dide. Jin heta van rojan zextên bi hezaran salan li
ser pişta xwe hildigire. Jin heta ku nêzîkatiya xwe ya li hemberî xwe rast
neke, ji mijara zayendiyê destpê neke û bi xwe re hevdîtineke rast çênebe wê ti
carî nebe xwe. 'Bê jin jiyan nabe, lê bi vê jinê re jî jiyan nabe.' Biryar tam
di vê xalê de ye. Li ser vê biryarê divê jin xebatên xwe yên ji bo xwebûnê
zêdetir pêş bixe. Li vir nêzîkatiya îdeolojîk a Rêbertiya me ya li pirsgirêka
jinê, di rastiya xwe de lêgerîna wî ya rêhevaltiya bi jinê re pir watedar e. Di
heman demê de, di çareserkirina zayendperestiya zayendî de ji bo mêr jî girîng
e ku hişmendiya zayendperest a heyî bikuje. Ji ber ku zayenda ku sîstem zêdetir
lê dixe nêr e. Dema jin û mêr di rastiya xwe de sîstemê ji holê rakin,
hilweşîna sîstemê pêş dikeve û azadbûn di vê xalê de destpê dike. Îdeolojiya
Rizgariya Jinê ya ku ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye pêşxistin armanc dike ku
di jinan de hişmendiya zayendî çêbike û wan ji têkoşîneke mezin re amade bike.
Dema ku jin beşdarî têkoşîna azadiyê ya heyî dibe, dema lêgerîna xwe ya ji bo bûyînê
di çarçoveya lêgerîna azadiyê de mezin dike, digihîje asteke derketinê. Heta ku
bi rêxistinî û civakbûyînê bibe, wê di azadiyê de jî rabe. Têkoşîna ku di
çarçoveya Îdeolojiya Rizgariya Jinê de bê avakirin, rê li ber jinê vedike ku
rastiya zayendî di warê îdeolojîk de nas bike, fêm bike û analîz bike, di şert
û mercên ku em têde dijîn de tiştên ku ji jinan re tê dayîn red bike û xwe ji
nû ve bafirîne.
DAWÎ
ROJDA FIRAT - ROJEV
0 Yorumlar