Denîz Firat ku di temenekî biçûk de tevlî refên gerîla bû, ew weke zaroka Partiyê mezin bû. Li hember gelek bahozan li ber xwe da, ew milîtanekî bi armanceke zelal û ji bo çi bike teqez bû. Dizanîbû ku çawa bibe dengê gelê xwe. Dema ku em dikevin 18. salvegera şehadeta wê de, bîranîn û vegotina Deniz Firat girîngtir dibe. Weke zarokê malbateke ku dil û hezkirina wê bi qasî çiyayan mezin e, ji dayîk dibe. Rêwîtiya wê ya di nava partiyê de ji ya ku dihat jiyîn, dîtin û vegotin jî resntir bû û hêviyên wê yên mezin di wan dilên piçûk de ku dem li her kêliya jiyana wê zêde dikirin, dibûn. Navê destpêka çîrokekê jiyanek weha "Behra Çiyayan" e. Şehîd Denîz ku ji Wanê bû bi awayekî nezelal bajarê xwe bi bîr danî. Di temenekî pir biçûk de ji ber zextên dijmin ên li ser malbatê neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bibin. Loma jî hêviya xwe ji dîtina Gola Wanê qet winda nekir. Di malbateke welatparêz û bedeldayî de hatiye dinyayê. Tevî temenê xwe yê biçûk jî biryara tevlîbûna nava refên têkoşînê dide. Digel temenê xwe yê biçûk jî li ser esasê mezinbûna bi heybeta çiyayan wate dide her tiştî. Zehmete ku mirov peyvan peyda bike ku mezinbûna hestên wê diyar bike. Di nava Tevgera Azadiyê de fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Pênûseke wê ya pir xurt hebû. Dema ku erdnîgariya Kurdistanê bi gotinan di anî ser ziman, an jî tiştên ku dinivîsand bi hevalên xwe re parve dikir, kêfxweşiya ku wê jiyaye bilêv kirin pir zehmete.
WEKE
ZAROKÊ PARTIYÊ MEZINBÛ
Di nava
Tevgera Azadiyê de mezin bû. Ji ber ku di temenê xwe yê biçûk de tevlî nava
refên têkoşînê bû, bi helwesta xwe ya jiyanê û bi awayê tevlîbûna têkoşînê weke
zarokê partiyê dihat dîtin. Di nava partiyê de ciwanbûn an jî PKK’ yî bûna ji
dayîkbûnê deryayeke kûr bû ku van hemûyan tê de dihewand. Di gelek waran de xebat
da meşandin û têkoşiya. Di her qada xebatên ku di nav de bû xwedî meşeke rast û
kûr bû. Bê dûdilê beşdarî xebatên qadên ku lê mabû dibû.
EW MÎLÎTANEK
JI TİŞTA KU DİKİR PİŞTRAST BÛ
Heval
Denîz heval wisa bû ku kedeke mezin da hevalên xwe yên xebatê. Ew mirovek bû ku li hember gelek
bahozan ber xwe dabû. Hevalekî ku heta detayên herî biçûk çi divê bê kirin
hesab dikir û li gorî wê tevdigeriya. Ji bo naskirina wê bes li jiyana wê mêze bikî
besbû. Ew milîtanekî bi armanceke zelal û ji bo çi bike teqez bû. Bêyî ku
hincetekê nîşan bide rastiya şer ji bo televîzonan radigihand û dibû dengê gel,
dibû çevkaniya moralê ji bo gel û şervanan. Weke dema fermandariya gerîla bû,
vê carê jî bêyî ku dest ji kameraya xwe berde, dengê xwe bi mîlyonan kesî da
bihîstin. Me bi dengê wê karî agahiyên şerê Mexmûrê hîn bibin. Ew bi dengê xwe
bû çav û guhê hezaran mirovan.
EW MAMOSTEYEK
PIR BAŞ BÛ
Kesek wisa bû ku li çareseriya pirsgirêkên
gelê xwe digeriya û xwe ji hemû aliyên jiyanê berpirsyar didît. Ji xeynî
rojnameya ku li wargehê derdixist, bi berdewamî ji ajans û rojnameyên derveyî
Mexmûrê re jî gotar dinivîsand. Di warê karê xwe de kesên li derdora xwe
arasteyî xebatê kir, her wiha hewl da ku pirsgirêkan ji raya giştî re ragihîne
û li ser esasê pêşxistina hestan berpirsiyariyê zêdetir bike. Dema ev dikir, ji
her kesî heman berpirsyariyê hêvî dikir û di her kêliya jiyanê de hîs dikir. Ji
bilî vê helwesta jiyanê, ew perwerdekarek pir baş bû. Belê, mamoste, rêheval û
şervanekî heqîqetê bû.
JI TI XEBATÊ PAŞ NEDIMA
Çi çiya,
deşt, gund û bajaran di her kêliyê de û li her derê ji karê xwe paşde nedima û
ji tiştên ku heyî zêdetir li karê xwe zêde dikir. Bi haya milîtaniya PKK'ê û bi
zanebûna Ciwantiya xew ya Partî, li ser vî bingehî jî bi her kesî re nîqaş
dikir. Li gorî wan tiştan karê xwe plan dikir. Carekê te ditit li Hewlerê ye, carek
dinihêrî li pirtûkxanê ye, yan di bîranîna şehîdan de ye, an di kolanan de ye
mal bi mal digere û rojname digihand xelkê. Dema van karan dikir, bi gel re bû,
di her kêliyê de li her derê bi gel re bû. Dema em hewl didin rêhevalekî ku di
dîroka PKK’ê de xwedî cihekî girîng e û destan afirandiye vebêjin, em dizanin
ku emê nikaribin bi çend hevoka behsa jiyana wê ya bê hempa bikin. Kesayetên
wiha her tim nabin mêvanên dîrokê. Gava ku bibe jî, dibe ku mirov nikaribe
jiyana wan vebêje, wan binivîse, wan bike helbest û heta bike stran. Hewldana
nivîsandina lehengekî wiha ne têrkere nemaze di pêvajoya şoreşeke neqediya de.
0 Yorumlar