HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, “Armanca wan a herî mezin Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bû. Em ê vê armancê teqez pêk bînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên
şehîd bûn ev agahî parve kir:
“Di vê serdemê de ku li djiî êrîşên dagirkeriyê yek ji
berxwedanên herî bi heybet ên dîroka Kurdistanê tê kirin, Gerîlayên Azadiyê yên
Kurdistanê bi dayina berdêlên giran ji bo parastina rûmet û armanca azadiyê ya
gelê me, şerekî mezin ê îradeyê dikin. Di vî şerê îradeyê de, dewleta Tirk a
dagirker li gel teknîka xwe jî li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê
têk biçe. Artêşa dagirker ku dixwaze şer li tevahiya Herêmên Parastinê yên
Medyayê belav bike û bi vî rengî serketinên sexte bi dest bixe, di her saeta
rojê de derbên giran ji hêzên me dixwe. Têkoşîna ku hevrêyên me bi fedakarî û baweriyeke
mezin dimeşînin, bêguman bi berdêlên giran dewam dike. Hevrêyên me Guven û
Vorîn jî bi sekna xwe ya fedaî ya li dijî êrîşên dijmin, erka pêşengiyê ya
mezinkirina berxwedana me bi rengekî serketî bi cih anîn. Heta nefesa dawî bi
baweriya bi felsefeya Apoyî şer kirin û şehîd bûn. Em soz didin ku têkoşîna van
hevrêyên xwe yên hêja teqez bi ser bixînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha
ne:
|
Nasnav:
Guven Doza |
|
Nasnav:
Vorîn Qesasê Welat |
Guven Doza
Hevrêya me Guven ku bi eslê xwe ji Agiriyê ye, li
metropoleke Tirk li Kocaeliyê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê koçî Kocaeliyê
kir, nekarî li welatê me Kurdistanê bimîne. Di heman demê de ji ber bandora
polîtîkayên asîmîlasyona giran a dijmin a li ser malbatê, neçar ma ku dûrî
hişmendî û çanda Kurdîtiyê bijî. Hevrêya me Guven piştre ev rewş ji xwe re kir
hinceteke bingehîn a têkoşînê û di kesayetiya xwe de veguherand zemînê pêngavên
mezin. Tevî ku haya xwe ji têkoşîna azadiyê û gelê Kurdistanê bi esasî tune bû,
bi xemsarî nêzî bûyerên li derdora xwe nebû, bala wê timî li ser şerê liw elatê
me bû û dixwest fêhm bike. Bi taybetî di dema xwendina zanîngehê de hîn bêhtir
baldar bû û ji bo fêhmkirina şerê azadiyê yê bi pêşengiya partiya me PKK’ê tê
meşandin, lêgerînên xwe zêde kir. Sala 2015’an li Edîrneyê bi rêya komek ji
xebatkarên têkoşîna ciwanan ku nas kir, rastiya gelê Kurdistanê, rastiya
dijminê ku qirkirinê li gelê me ferz dike, fêhm kir. Her wiha rastiya têkoşîna
gerîlayên Kurdsitanê fêhm kir ku li dijî van polîtîkayên qirker têdikoşin. Bi
vî rengî di kesayetiya xwe de gavên mezin avêt û xwest di nava rastiya azadiyê
de xwe bihelîne.
Hevrêya me Guven li ser vê bingehê tevî ku hînê nû nas kir û
bersiv ji gelek pirsên xwe jî hînê peyda nekiribû, bi baweriyeke mezins ala
2016’an tevlî nava refên gerîla bû. Li herêma Zapê ku şer lê giran bû,
perwerdeya destpêkê ya şervanê nû wergirt û hingî ji ber êrîşa dijmin di nava
şer de ma, lê bi îradeyeke mezin, bi wêrekiyeke bêhempa li ber êrîşên dijmin
rabû, tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin. Hevrêya
me Guven mîna tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla her wiha di tevlîbûna xwe
ya li şer de jî bi lez bû û ev rewş ji xwe re kir avantajek. Partiya me,
gerîlatî, jiyana li çiyê, têkiliyên hevrêtiyê di pratîkê de hîn bû û ji ber vê
yekê têkiliya wê ya bi partiya me re xurt û kûr bû. Şehîdbûna hevrêyên wê her
çiqas zehmet jî bû, hevrêya me Guven ji bo bersiveke rast bide rastiya
şehadetê, gihîşt wê baweriyê ku divê têkoşînê mezintir bike. Zanîbû ku ev yek
jî bi hîn bêhtir naskirina Rêber Apo dibe. Bi vê têgihiştinê re ji bo felsefeya
Rêbertî baştir fêhm bike, ji bo bike bingeha jiyana xwe, lêgerînên xwe dewam
kir.
Hevrêya me Guven têgihişt ku bersivên herî rast ên ji bo
pirsên xwe dikare di nava rêxistiniya Hêzên Taybet de peyda bike, nîşenaye herî
şênber a fedaîtiya Apoyî ye. Lewma bi pêşniyara xwe di sala 2017’an de tevlî
nava karên Hêzên Taybet bû. Li nava Hêzên Taybet li gelek herêman xebitî, karên
serketî kir û bi sekna xwe ji bo hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Lê belê dilê wê
timî bi hevrêyên wê yên li eniyê şer dikirin re lê dida, lewma pêşniyar kir ku
biçe qadên şer lê diqewime. Hevrêya me Guven li dijî dijmin, mîna hevrêyên
fedaî hemûyan xwedî hêrseke mezin bû û ev hêrsa xwe jî ji aliyê leşkerî û
îdeolojîk ve ji bo perwerdekirinê kir motîvasyoneke bingehîn. Lewma perwerdeyên
leşkerî û îdeolojîk bi rengekî serketî temam kir. Hevrêya me Guven weke
gerîlayeke şareza, ji vê pêvajoya zehmet a gelê me tê de ye û li hemberî
tecrîda giran a li ser Rêberê me, weke milîtaneke fedaî ya Apoyî xwe berpirsyar
dît û xwest bibe bersiv. Hevrêya me Guven bi jidilbûn û durustiya xwe ji bo
hevrêyên xwe bû mînak û bi vê kûrbûnê tevlî kar bû, bi rêbaza xwe ya
encamgirtinê di her karî de bi ser ket. Gihîşt wê baweriyê ku fedaîtiyê tê wê
wateyê ku xwe di felsefeya Apoyî de bihelîne û destûr neda ku tiştek bikeve
navbera wê û Rêbertî û di her kêliyê de hewl da bi Rêbertî re bijî.
Hevrêya me Guven her roj kesayetiya xwe bi pêş ve bir, bi
taybetî bi sekna xwe ya li ser xeta azadiya jinê bû gerîlayeke mîna a YJA
Starê. Weke gerîlayeke jin jî ji bo pêkanîna armanca azadiyê ya jinan û gelê
me, ji bo jin bigihêje asta ku heq kiriye ya li nava civakê, bi berpirsyarî
rabû û ji bo bicihanîna vê berpirsyariyê jî bi fedakariyeke mezin têkoşiya.
Hevrêya me Guven li ser vê bingehê fermandariya hevrêyên xwe yên fedaî hilda
ser milê xwe û weke fermandara yekîneyê wezîfe kir. Bi rêbaza xwe ya kar a
kolektîf, di pêşvebirina karên xwe de bi roleke girîng rabû. Lewma di
serxistina karên demê de û di berxwedana dijî dijmin de bû xwedî kedeke mezin.
Her wiha bi perwerdeya hevrêyên xwe yên fedaî re eleqedar bû û tecrûbeyên xwe
yên li nava jiyanê û qada şer parve kir. Ji bo kûrbûna hevrêyên xwe ya di
fedaîtiyê de bi şev û roj xebitî, dema ku hevrêyên xwe perwerde dikir, di heman
demê de xwe jî perwerde dikir. Lewma di projeya jinûve avakirina gerîla de bû
yek ji fermandarên pêşeng, bû mînakeke bêhempa ya kesayetiya fermandariya nû.
Hevrêya me Guven li dijî pêla nû ya êrîşê ya dijmin ku ji
Nîsanê û pê ve destpê kir, li qada ku lê bû di meşandina şerê tîm û tunelan de
kedeke mezin da. Li qadên ku di karên amadekariyê de cih giritbû û îro
berxwedan di asta herî bilind de lê diqewime, ji bo bersivê bide êrîşên dijmin
hewl da. Di êrîşa dijmin de şehîd bû û tevlî nava karwanê şehîdan bû. Hevrêya
me Guven di kesayetiya xwe de fedaîtiya Apoyî afirand. Em soz didin ku şerê
azadiyê yê ku wê daye destpêkirin bi serketinê tacîdar bikin û armancên wê
teqez pêk bînin.
Vorîn Qesasê Welat
Hevrê Vorîn li navçeya Hezroya Amedê di nav malbateke
welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû di temenekî
biçûk de tevgera me ya azadiyê nas kiriye û ew bûye şahid ku dijmin çawa zilm
li gelê me kiriye. Ji ber êşkence û polîtîkayên mêtingeriyê yên li ser gelê me,
ew ketiye nav lêpirsînan. Nakokiyên wê roj bi roj zêdetir bûye û ev nakokî
kiriye sedema têkoşînê. Piştî ku birayê wî tevlî nav refên gerîla bû û dijmin
ew dîl girt, wî jî biryar da ku tevlî nav refên têkoşînê bibe.
Di sala 2017’an de dema ku êrîşên dijmin zêde bû hevrê Vorîn
li Amedê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Piştî demeke kurt derbasî Herêmên
Parastinê yên Medyayê bûye û demekê di nav xebatên Komalên Ciwan de maye. Ji
ber hezkirina wî ya ji bo jiyana PKK’ê û gerîlayan, di nava demeke kurt de ew
adapteyî jiyana gerîlayan bûye û her dem xwe bi pêş ve biriye. Heval Vorîn
xebatên xwe serkeftî domandiye û piştre biryar daye ku tevlî nav xebatên HPG’ê
bibe. Li hemberî êrîşên ku dijmin dibir ser gelê me û gerîla, ew gelekî hêrs
bûye û hêrsa xwe kiriye sedema têkoşînê. Piştî perwerdehiya şervanên nû di warê
amadekirina tunelên şer de ya ku yek ji taktîka şerê serdema nû ye, wî kedeke
mezin daye. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar di hemû xebatan de serkeftî
cih girtiye û bûye milîtanekî mînak. Heval Vorîn her dem bi tevlêbûna xwe ya
bêhesap ji hevalên xwe re bûye mînak. Ji ber tecrîda li ser Rêbertî wê di warê
wijdanî de xwe rihet hîs nekiriye û ji bo ku ev tecrîd were şikandin û Rêbertî
di warê fîzîkî de azad bibe, wî biryar daye ku têkoşîn were zêdekirin. Li ser
vî esasî wê fikrên xwe di nav xebatên Hêzên Taybet de dîtiye û bi daxwaza xwe
tevlî van xebatan bûye.
Di nav xebatên Hêzên Taybet de wî xwestiye di nava xwe de
kesayetiya Apoyî ava bike û ji ber vê girîngiyeke mezin daye perwerdehiyê.
Hevrê Vorîn xwedî meraq bû, her dem lêkolîn dikir û tevlî hevalên xwe diket nav
nîqaşê û dixwest felsefeya Rêbertî baş fêm bike û li ser vî esasî di jiyana xwe
de pêk bîne. Hevrê Vorîn bi helwesta xwe ya di nav jiyanê û tarza fedaî ya di
nav tevlêbûna xwe de, heta asteke mezin ev pêk aniye. Di hemû xebatan de kedeke
mezin daye û ji bo ku ew xebat bi ser bikeve çi ji destê wî hatiye kiriye.
Heval Vorîn ji bo şertên giran û peywiran xwe rêxistin kiriye û dîsîplînek ava
kiriye.
Hevrê Vorîn di warê leşkerî û îdeolojîk de xwe pêş xistiye û
di temenê xwe yê ciwan de peywirên girîng stendiye. Dema ku dijmin êrîşên
dagirker da destpêkirin, hevrê Vorîn jî di şerê tîmê bi tevger de ya ku bingeha
berxwedana dîrokî ye, bûye fermandarê tîmê û peywira xwe bi serkeftî bi cih aniye.
Hevrê Vorîn li hemberî êrîşên dijmin bi awayekî fedaî şer kiriye û wekî
mînakeke herî sade ya dirustî û fedaiyê tevlî nav karwanê şehîdan bûye.
Bi biryardariya ku em ê îddîaya wan a Rêbertiya Azad û
Kurdistana azad pêk bînin, malbatên hêja yên hevrêyên me Guven û Vorîn di serî
de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”
0 Yorumlar