Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di bin sêwana Kevana Zêrîn û Çand û Hunerê de amedekariyên 15’ê Tebaxê tên kirin. Têkildarî kar û xebatan Evîn Colemêrg axivî û got: “Ev nêzî mehekêye kar û xebatên me destpêkirî, em hewl didin wê rojê bi coşek herî mezin pîroz bikin.”
NÊRGIZ KARA - ROJEV
Weke tê zanîn di 15’ê Tebaxa 1984’an de çalakiya yekem ji
aliyê Fermandar Egîd ve hat kirin. Guleya yekem hat teqandin û şerê çekdarî hat
despê kirin. Ji wê rojê heta roja îro ev roj bi şahî û kêfxweşiyek herî mezin
ji aliyê gelê Kurd ve tê pîroz kirin.
Li ser vî bingehî îsal jî li wargehê di bin sêwana Kevana
Zêrîn û Çand û Hunerê de ev nêzî mehekê ye amadekarî ji bo 15’ê Tebaxê bi
kelecanek mezin hatiye destpê kirin.
Endama Rêveberiya Kevana Zêrîn ya wargehê, Evîn Colemêrg
têkildarî amadekariyên 15’ê Tebaxê ji Rojnama me re axivî.
‘Em hem amadekariyên 15’ê Tebaxê dikin û hem jî perwerde
didin’
Evîn Colemêrg di despêka axaftina xwe de 15’ê Tebaxê li
Rêber Apo û gelê Kurd pîroz kir û wiha axivî: “Weke endamên Kevana Zêrîn û Çand
û Hunerê em niha bi awayek rûtin bi kar û xebatan amadekariyên 15’ê Tebaxê re
mijûl dibin. Weke tê zanîn li pêşiya me roja 15’ê Tebaxê heye. Ji bo vê jî em
kar û xebatê xwe bi rûtînî didin meşandin. Ji bo me wateya 15’ê Tebax rojek pir
girînge ango roja vejînê ye. Em gelê Kurd wê rojê bi awayek herî xweş û baş bi
coşek mezin pîroz dikin. Niha kar û xebat di bin sîwana Kevana Zêrîn û Çand û Hunerê
ya wargehê de tê meşandin, ev xebat jî nêzî mehekê ye didome. Em hem ji bo wê
rojê kar û xebat dikin, hem jî me ji derveyê wargehê hunermend xwestine ger
astengiyek çênebe wê ew hunermend jî beşdarî şahiya me bibin.”
Endama Rêveberiya Kevana Zêrîn Evîn Colemêrg herî dawî ev
tişt got: “Niha jî kar û xebatên me yê weke govend, muzîk û suprîzên cûda jî
hene. Em weke Kevana Zêrîn di demê niha de bi pêvajoyek têr û tijî re derbas
dibin. Em hem amedekariyên 15’ê Tebaxê dikin û hem jî perwerde didin ciwan û
zarokên wargehê. Jixwe tişta ku em dixwazin ewe ku em wê rojê bi awayek herî
xweş û baş bi bernameya xwe ya dewlemend bi coşek mezin pîroz bikin. Bernameya
me têr û tijî ye, wê ew roj bi awayekî herî baş were pîroz kirin.”
0 Yorumlar