Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Îranê bi êrîşa kêrê 10 kes hatin kûştin

Li parêzgeha Kirman a başûrê Îranê di encama êrîşek bi kêrê de 10 kes mirin.


Li gorî Wekîlê Waliyê Refsencanê Huseyîn Rezayî ji ajansa IRNA’ê ragihandî buyer duh qewimiye û got: “Kesek Efganî ji ber pirsgirêkên kesî bi kêrê 10 kesan kuştiye û kesek jî birîndarbûye.”

Rezayî diyarkir ku ji kesên ku hatîn kuştin 6 ji wan Efganîbûn û 4 kes jî Îranî bûn.

Li gorî heman çavkaniyê tohmetbarê ku wê herêmê bi terikandiba hat girtin. Qenala dewletê ‘Irîb’ diyarkir ku tohmetbarê ku nasnameya wî nediyar rewşa wî ya derûnî ne li cihe û madeyên hişbir bikartîne.

Yorum Gönder

0 Yorumlar