Ticker

10/recent/ticker-posts

Li her wargehekê jiyanek afirand

Şêniyê wargeha penaberan ya Mexmûrê Sadiq Tunç diyar kir wan weke penaber, li her cihê çûyînê, jiyanek nû afirandine û got; “Mirovek bîr û baweriya wî xurt be, dikare tevî hemû bêderfetiyan jî ji tinebûnê hebûnê bihilberîne. Niha dibêjin me rêya wargehê girtiye me wana bê çare hiştine, bila yên ku wan îdiayan dikin bên li me temaşe bikin, em destpêkê çawan bûn û niha çawanin. Wê bi çavê xwe bibînin ku me jiyanek çawan li wargehê avakiriye.”

JIYAN PÎRAN - ROJEV

Şêniyên wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê tevî berderfetiyên jiyan û xwezaya hişk, karîn rengek cûda bidin Mexmûrê. Tevî saziyan, xelkê wargehê bi çandiniyê re mijûle û gelek malbat debara xwe li ser çandinî û lawirvaniyê dikin. Xelkê wargehê tevî rêgirî, êriş û zextên PDK’ê û dewleta Tirk jiyana xwe dewam dikin û têdikoşin.

Yek ji şêniyên wargehê ku niha bi çandiniyê ve mijûle û debara xwe pê dike, Sadiq Tunç e. Sadiq tevî ji destek xwe astengdare, lê bi karê bax û baxçevaniyê ve mijûle. Sadiq Tunç derbar karê xwe yê ji bo debara jiyana xwe, ji ajansa me re axivî.

‘Hemû bi vî destê seqet çêbû’

Sadiq Tunç destpêkê diyar kir ku di destpêka penabertiya wargeha Mexmûrê de wan bixwe jî bawer nedikirin ku wê jiyanek wiha bi reng li vir bi afirînin û wiha got: “Dema em hatin vir, ev cih çolek hişk bû me bawer nedikir ku wê mirov têde jiyan bike. Yên ku me anîn vir jî gotin; ‘Dema em van bibin vir wê her yekê biderek ve bireve.’ Me hemû bêderfetiyên jiyanê li vir dît yekî ne xwedî baweriyek mezin be nikare di nava bêderfetiyên wiha de jiyanekê bi afirîne. Kurd di keda xwe de gelek zîrekin ti caran xwe neçarî ti civak û dewletên din nekirin, hertim bi keda destê xwe, xwe dane jiyan kirin. Niha dibêjin ‘Me rêya wargehê girtiye me wana bê çare hiştine’ Bila yên ku wan îdiayan dikin bên li me temaşe bikin, em destpêkê çawan bûn û niha çawanin. Wê bi çavê xwe bibînin ku me jiyanek çawan li wargehê avakiriye. Xala destpêkê ya Kurdan bîr û bawerî ye, mirovek baweriya wî/ê xurt be çi dibe bila bibe wê bikaribe her tiştî bike. Min bi destekê ev mal û baxçe çêkir, niha car car ez jî li keda xwe temaşe dikim bawer nakim ku min evqas kar bi destkê kiriye. Dema bawriya mirov xurt be mirov dikare her tiştî bike lê ger lewazbe hertişt zehmet û mezin dibe.”

‘Bawerî her tişt e’

Tunç di dewama axaftina xwe de balkişand li ser zehmetiyên xelkê wargehê yên di çêkirina baxçeyên Tirî, Hêjîr û Hinaran de kêşayîn wiha anî ziman: “Mexmûr çolek hişk û bê av bû. Me bi bîr û baweriya xwe jiyan da vê çolê û me jiyanek nû têde afirand. Ez hertim li pey peydakirina jiyana xwe bûm. Her wargehek em lê mayîn min warek yê jiyanê têde avakir, min ti caran rojane ne difikirî. Dema em hatîn vê wargehê min bi wê baweriyê dest bi çêkirina xanî û baxçeyê xwe kir. Îro hûn ji dibînin min li vê çolê baxçeyek mezin ku bikaribin xwe pê bidim jiyankirin çêkiriye. Ev ked ji baweriya min tê, ne ji hêza min tê. Gelek caran li cihê hêzê divê mirov bawerî hebe ku mirov bikaribe jiyan bike. Her kevirek û darek vî baxçeyî, min bi destekê danî ser hev û çand ku niha jê berhem digrim. Min di baxçeyê xwe de gelek darfêkî çandin, lê yên ku berhem girtî û li vir herî zêde baş çêdibin Tirî, Hêjîr û Hinarin. Ez berhemek baş ji baxçeyê xwe digirim. Ev ji baweriya min ya bi jiyanê re zêdetir dike. Ne tenê ez, gelek malbatên me yên wargehê li ser baxçeyên xwe debara xwe ya jiyanê pêktînin. Em ji Tirî dims û mewîjan jî çêdikin yê ku zêde dike jî, li navçeya Mexmûr û wargehê difiroşîn. Bi heman şêwazî em hêjîrên xwe dikin reçel, hişk dikin û difiroşin. ”

Sadiq Tunç herî dawî wiha got: “Xelkê Nevçeya Mexmûrê xwecihê vê herêmê ne, lê wek me bi axa herêmê re xwe nekirine yek û berhem jê negirtiye. Ji ber ku em mirovên çiyayîne, em nikarin bê çandinî jiyan bikin. Niha di gelek aliyan de me wek xelkê wargehê di berhemên xwe de hem li wargehê û hem jî li Nevçeya Mexmûrê bandorek erênî daye çêkirin. Ev jî bi saya bîr û baweriya me ya bi jiyanê ye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar