Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Wargehê Şehîd Ehmed, Cemîl û Rubar hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Ehmed Rubar, Cemîl Cûdî û Rubar Batman hatin bîranîn.



Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şehîd Ehmed Rubar (Mehmed Erdogan) Şehîd Cemîl Cûdî (Mihemed Taha) û Şehîd Rubar Batman (Omer Orhan) ku di 22’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastina Medyayên şehîd bibûn bi merasîmekê  hatin bîranin. Di destpêka merasîmê de di kesayeta her sê şehîdan de ji bo tevahî şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgitinê sicîla her sê şehîdan hat xwendin, piştre li ser têkoşîna her sê şehîdan Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yusif Kara axivî.

Yusif Kara di destpêka axaftina de sersaxî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, rêhevalên wan, her wiha ji bo Malbatên wan û tevahî gelê Kurdê azadîxwaz xwest û got: “Wek pêşengên xwe yên azadiyê divê em jî soza ku didin wan, bîranînên ku em ji bo wan çêdikin pêwîste bilêvkirinê tinê nemîne. Ji bo xeyalên wan yên ji bo vê civakê û netewê kirîn, bigihînin armanca wan, pêwîste em hemû netew layîqê xwîna wan bin. Ev mêrxwaz, ev pakrewan, ev dilsozên welatê xwe ku ew ciwanên bi xwîna xwe, bi canê xwe ji bo gelê xwe yê bindest, xaka xwe ya pîroz ji bo vê felsefeya ku îro pêşengtî ji mirovahiyê re dike, canê xwe fedayî netewa demokratîk kirine. Em soz didin ku heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bin.”

Piştî axaftinê merasîm bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bimire xiyanet’ bi dawî bû.






Yorum Gönder

0 Yorumlar