Ticker

10/recent/ticker-posts

KCK’ê sersaxî ji gelê Mexmûrê re xwest

KCK’ê diyar kir ku êrişa li dijî hevrê Sûheyl Xûrşîd Ezîz parçeyek ji qirkirina kurdan e û got, “Divê gelê me li her derê xwe biparêze. Li her devera ku dijmin û sîxurên wan tespît kirin, divê wan ceza bikin.”


Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkldarî êrişên li ser gelê Kurd daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Bi destê ajan û nokerên dewleta Tirk a mêtinger qirker di 28’ê Tebaxa 2022’an de ji welatparêzên Başûrê Kurdistanê û endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz hate qetilkirin. Em vê êrîşê şermezar dikin û lanetê li êrîşkaran tînin. Di serî de malbata şehîd em sersaxiyê ji civata Tevgera Azadî û gelê Kurdistanê hemûyan re dixwazin. Di şexsê welatparêzê mezin û têkoşer Sûheyl Xûrşîd Ezîz de şehîdên demokrasiyê û şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînin, soza ku me dane şehîdên xwe ya ji bo xwedîderketina li bîranîna wan, dubare dikin.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di pêvajoyeke krîtîk û dîrokî de ye. Gelê Kurdistanê zêdeyî sed sal in li dijî mêtingeriyê têkoşîneke bêeman û dijwar meşandiye û bi dayina berdêlên giran destketiyên girîng bi dest xistiye. Dewleta Tirk a mêtinger qirker jî dixwaze li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê bitepisîne, destketiyan ji holê rake û mîna sedsala derbasbûyî gelê Kurd di nava pergala mêtingeriyê de asê bike. Dewleta Tirk ji bo pêkanîna vê armanca xwe li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê têkoşîn tê meşandin êrîş zêde kiriye. Ev êrîş ji Başûr heta bi Rojava, Şengal, Mexmûr û Bakur li her derê têne kirin. Dewleta Tirk ku li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera Kurd lê ne van êrîşan dike, karakterê xwe yê qirker radixe pêş çavan ku dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake.

‘Êrîşa li dijî hevrê Sûheyl Xûrşîd Ezîz parçeyek ji qirkirina kurdan e’

Ev êrişa ku li hemberî welatparêzê Kurd ê mezin û têkoşer hevrê Sûheyl Xûrşîd Ezîz hate kirin, parçeyek ji komkujî û qirkirina li ser Kurdan e. Hevrê Sûheyl Xûrşîd Ezîz ku bi navê Mamoste Şemal tê naskirin, mirovekî mezin ê welatparêz û têkoşer ê gelê Başûrê Kurdistanê bû. Jiyana xwe di ber azadiya Kurdistanê re da û bû nûnerê xeta welatparêziyê. Li ser rêya şehîdan meşiya, li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt û şehîd ket. Bêguman gelê Kurdistanê yê welatparêz wê bide ser şopa wî û xwedî li mîrateya wî derkeve.

Mamoste Şemal di heman demê de rewşenbîrekî Kurd bû. Li ser cografya û dîroka Kurdistanê gelekî kar kiribû. Qetilkirina mirovekî ewçend hêja, rewşenbîr û têkoşerekî mezin ê welatparêz, ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurdistanê cihê xemgîniyê ye. Lê belê şehadet ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne tenê windahî ye, di heman demê de çavkaniya hêzê ye.

‘Bi rêya êrişan dixwazin nokeriyê li herêma soran ferz bikin’

Dewleta Tirk êrîşên hewayî li ser herêma Soran zêde kiriye. Zêdebûna êrîşên li ser vê herêmê bêsedem nîne. Dewleta Tirk a mêtinger qirker ji bo karibe xeta welatparêziyê tasfiye bike û xeta xiyanet û nokeriyê li herêma Soran serwer bike, êrîşan dike. Di netewebûna Kurdan û pêşvebirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de herêma Soran xwedî cihekî girîng e. Herêma Soran yek ji wan herêman e ku hişmendî û welatparêziya Kurd lê ava bûye, hatiye parastin û gihîştiye vê serdemê. Vê karîgeriya xwe ya ji bo Kurdistanê hîn jî dewam dike. herêmeke ku nokerî neketiye nav, welatparêzî lê tê parastin û temsîlkirin. Ev taybetmendiya hreêma Soran ji bo Kurdistanê û gelê Kurd gelekî girîng e. Ev sekna herêma Soran û xelkê wê yê welatparêz, ji aliyê dewleta Tirk a ku qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye armanc, weke astengiyekê tê dîtin. Dewleta Tirk bi rêya van êrîşan dixwaze xeta welatparêziyê ya ku herêma Soran û xelkê wê temsîl dike tasfiye bike û xeta hevkarî û nokeriyê lê serwer bike. Sedema esasî ya êrîşên dewleta Tirk ev e ku dema dawî li ser herêma Soran û derdora Silêmaniyeyê giran kiriye. Di serî de xelkê me yê li herêma Soran divê temamiya gelê Kurdistanê bi vê rastiyê zanibe û li hemberî van êrîşan helwesteke xurt nîşan bide. Rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd jî girîng e vê rastiyê baştir bibînin, civakê zane bikin û ji bo pûçkirina van planên dijmin bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Hêzên siyasî yên Kurdistanî yên welatparêz, li dijî van êrîşên ku xeta xiyanet û nokeriyê li herêma Soran ferz dike, di xeta welatparêziyê de bigihêjin hev, li dijî hevkarî, nokerî û xiyanetê helwesteke hîn xurtir nîşan bidin.

‘Divê gelê me li her derê xwe biparêze’

Dewleta Tirk a qirker mêtinger ne tenê êrîşê dibe ser Şervanên Azadiyê yên Kurdistanê, di heman demê de êrîşî welatparêzan jî dike û wan qetil dike. Dewleta Tirk bi qetilkirina welatparêzan dixwaze îradeya gel bişikîne, bitepisîne û ji têkoşînê qut bike. Divê gelê me zanibe ku dijmin di nava hewldan û armanceke bi vî rengî de ye, bi vê têgihiştinê tevbigere û ji bo pûçkirina van êrîş û armancên dijmin li her derê xwe biparêze. Weke ku tê dîtin dijminê mêtinger û dagirker li her derê êrîşan dike. Li hemberî vê jî divê gelê me li her derê xwe biparêze û li dijî êrîşên dijmin parastina xwe biafirîne. Ne tenê xwe biparêze, li her devera ku dijmin û ajan, nokerên wan tespît kir, divê ceza bike. Ev yek hem wezîfeyeke hem jî mecbûriyeteke. Girîng e gelê me parastina xwe bi destê kesî ve nehêle, parastina xwe bi xwe bike.

Îdîaya ku dibêjin ‘dewleta Tirk tenê êrîşî PKK’iyan dike, yan jî ji ber PKK’ê êrîş dike’ dereweke mezin e. Qetilkirina hevrê Mamoste Şemal û Ebûzêd Ebdullah Ubêyd careke din raxist pêş çavan ku ev îdîa derew e. Yên ku hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dikin, yên ku xiyanetê li gelê Kurdistanê û doza wê re dikin ji bo karibin xiyaneta xwe veşêrin û rewa bikin, dixwazin atmosfereke bi vî rengî biafirînin. Lê belê eşkere ye ku ev yek derew e û hewldana nixumandina xiyaneta xwe ya bi vî rengî, hewldaneke bêkêr e. Dewleta Tirk a mêtinger qirker dijminê Kurdan e û êrîşî her kesî dike yên ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin. Ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan êrîşî PKK’î û welatparêzan dike. PKK ji bo parastin û rizgariya Kurdistanê têdikoşe, lewma dijmin êrîşî wê dike. Dijmin zane ku heta PKK hebe wê nikaribe Kurdan qir bike. Lewma êrîşî PKK’ê û gerîla dike.

‘Gelê kurdistanê divê hêrs û helwesta xwe li dijî êrîşan nîşan bide’

Dewleta Tirk doh jî êrîşî gundê Behrava yê Xanesor a Şengalê û Kampa Penaberan a Mexmûrê kir. Li Kampa Mexmûrê di êrîşê de hevrê Ebûzêd Ebdullah Ubêyd li mala xwe hate qetilkirin. Hevrê Ebûzêd Ebdullah Ubêyd jî mîna Mamoste Şemal welatparêzekî mezin, mirovekî têkoşer bû. Em vê êrîşê jî şermezar dikin û hevrê Ebûzêd Ebdullah Ubêyd ê di êrîşê de şehîd bû bi rêz û minet bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbata wî, xelkê Kampa Mexmûrê û gelê Kurdistanê re dixwazin. Ev êrîş hemû kujerî û karaktera dewleta Tirk radixe pêş çavan ku dijminê Kurdan e. Di serî de xelkên Kampa Mexmûrê û Şengalê divê temamiya gelê Kurdistanê li dijî van êrîşan hêrs û helwesta xwe nîşan bidin.

Hikumeta Iraqê û Hikumeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê girîng e helwestê li hemberî van êrîşan nîşan bide. Mirovên hatin qetilkirin welatiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ne. Dewleta Tirk gelek caran êrîş kir û komkujî kir. Lê belê heta niha ne hikumeta Başûrê Kurdistanê ne jî hikumeta Iraqê nerazîbûneke cidî nîşan nedan. Di dema komkujiya Perexê de gel nerazîbûneke cidî nîşanî dewleta Tirk da, lê belê hikumetê û hêzên siyasî bi helwesteke sivik nerazîbûna gel ji rojevê xistin. Eger bi vî rengî nekiribûna, eger xwedî li nerazîbûna gelê Iraqê û Başûrê Kurdistanê bihata derketin û ya pêwîst bihata kirin, wê êrîşên niha nebûna. Lewma li hemberî êrîşên hatine kirin berpiryariya hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê hene. Lê belê bêhelwest man û bi vî rengî bûn şirîkê van komkujiyên dewleta Tirk. Berpirsyariya hikumeta Iraqê û hikumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê ye ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin û vê yekê bi cih bînin.

Bêguman gelê Kurdistanê yê welatparêz wê xwedî li şehîdan û têkoşîna şehîdan derkeve û van êrîşên dewleta Tirk a mêtinger qirker pûç bike. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, di şexsê hevrê Sûheyl Xûrşîd Ezîz û Ebûzêd Ebdullah Ubêyd de em careke din şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan bi ser bixînin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar