Ticker

10/recent/ticker-posts

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên Serhedê eşkere kirin

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li serhedê şehîd bûne eşkere kir û ragihand ku ew ê xeyalên azadiyê yên şehîdên xwe teqez bi cih bînin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev daxuyanî da:

“Li Bakurê Kurdistanê berxwedana destanî ya ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî siyaseya mêtingerî û qirkirinê dimeşîne, bênavber didome. Ligel her cure êrîşên dijmin hevrêyên me dest ji çanda berxwedanê ya Apoyî bernadin û ji bo siberojên azad ên gelê me berdêlê didin. Wan bi azweriyeke mezin a azadiyê dest bi têkoşînê kirine, her kêlîka têkoşîna xwe di nav berxwedaneke watedar de derbas kirine, dema ku wexta wê hatiye jî ji bo jiyana ku ji bo wê şer dikin, şehîd bûne. Hevalên me Berçem, Jînda, Senan û Tolhildan bi baweriya ku ew ê hevrêyên wan tola wan bistîne şehîd bûne.  Hevrêyên me di jiyana xwe ya têkoşînê de bûne mîmarên jiyana watedar û taybetiyên herî bedew ên derbarê mirovan di kesayetiya xwe de temsîl kirine.

 

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

 

 Nasnav: Berçem Herekol Şîrvan

Nav û paşnav: Nefîse Ongulu

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dê û bav: Fatma – Mehmet Şîrîn

Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2022’yan / Serhed

 

Nasnav: Jînda Med Kuh

Nav û paşnav: Mîhrîban Fercan

Cihê jidayikbûnê: Maku

Navê dê û bav: Husniye – Mîrza

Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Gulana 2022’yan / Serhed

 

Nasnav: Senan Serhat

Nav û paşnav: Semîh Salhan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dê û bav: Rûkiye – Abdullah

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2022’yan / Serhed

 

Nasnav: Tolhildan Andok

Nav û paşnav: Fîkret Tekçe

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dê û bav: Zelîha – Hasan

Dîrok û cihê şehadetê: 5’ê Tebaxa 2022’yan / Serhed

BERÇEM HEREKOL ŞÎRVAN

Hevrêya me Berçem li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wê welatparêz e û hê di salên pêşîn de têkoşîna me nas kirine, hevala me Berçem jî ji zaroktî ve partiya me PKK nas kiriye û sempatiya wê li hemberî PKK’ê çêbûye. Hevala me Berçem li Kurdistanê mezin bûye û rastiya dijmin dîtiye. Di heman demê de di civakê de pozîsyonên jinan jî bala hevala me Berçem kişandiye û ev rewş bûye sedem ku nakokiyan bijî. Hevala me Berçem ji ber nakokiyên di nav civakê de ketiye nav lêgerînan û fêm kiriye ku ew bersiva van lêgerînên xwe dikare di îdeolojiya Rêbertî de bibîne. Piştî lêpirsîn û lêhûrbûnên kûr ji bo ku ji pirsgirêkên azadiyê yên gelê me û jinan re bibe bersiv û hesabê qetlîamên li ser gelê me bipirsin, di sala 2015’an de tevlî nav refên azadiyê bûye.

Dema ku tevlî nav refên gerîlayan bûye ew ketiye bin bandora ku tevgera me dide mirovan û heval Berçem hê di roja pêşîn de ferqa di navbera pergal û jiyana PKK’ê de dîtiye. Bi hesta çand, exlaq û berpirsyariya  Apoyî ya ku di nav gerîlatiyê de bi dest xistiye, wê eleqeyeke mezin nîşanî jiyana gerîla daye. Heval Berçem tu carî tevlêbûneke ji adetî qebûl nekiriye, ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye jî li ser vê zemînê tevgeriyaye. Ji nêzikatiya wê ya perwerdehiyê heta têkiliyên hevaltiyê wê her kêlîka jiyanê bi wate derbas kiriye. Bi parêznameyên Rêbertiyê wê îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêbertiya me fêm kiriye. Heval Berçem her dem li ser wê hewldanê bû ku tişta ji Rêbertiya me hîn bûye di jiyana xwe de pêk bîne. Ji bo ku ew bibe jineke pêşeng a Apoyî û şervaneke azadiyê ya layiqî gelê me ketiye nav hewldaneke mezin. Wê hedefa herî mezin wekî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo diyar kiriye û ji ber vê têkoşîna xwe roj bi roj geştir kiriye.

 

Heval Berçem piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye demeke dirêj di nav xebatên ciwanan de cih girtiye û bi enerjî û heyecana ku ji van xebatan, rê li ber vî tiştî vekiriye ku ciwanên Kurd û gelên cihê Têkoşîna Azadiyê nas bikin û tevlî nav refên têkoşînê bibin. Dema ku ew di nav xebatên ciwanan de bû wê rastiya gel ji nêz ve dîtiye û derxistiye holê ku heke bi tevlêbûna gel têkoşînek were kirin wê destkeftinên mezin derkevin holê. Heval Berçem di sala 2018’an de dîsa vegeriyaye çiyayên Kurdistanê û ji bo ku di warê leşkerî de xwe bi pêş bixe, dest bi perwerdehiyan kiriye. Berê perwerdehiyên sereke yên leşkerî dîtiye û piştre jî ji bo ku taktîkên gerîlatiya serdema nû herî baş pêk bîne, perwerdehiyên pisporiyê dîtiye. Heval Berçem ji bo li ser rêya armanca mezin hedefên xwe pêk bîne, her cure fedakarî kiriye û li ser vî esasî tevlî perwerdehiyan bûye.

Heval Berçem tevlêbûneke li ser xeta Bêrîtan û Zîlanê ji xwe re kiriye hedef û hilgirtina nasnameya jiyana azad a mîrateya hevalên wê yên jinên pêşeng e wekî peywirên xwe yên sereke dîtiye. Ew derbasî Bakurê Kurdistanê ya ku qada herî dijwar a têkoşîna me bûye û xwestiye şerê azadiyê ya li hemberî dewleta Tirk mezintir bike. Bi taybetî xwestiye li qada Serhedê berxwedana şoreşger mezintir bike û çûye qada Serhedê. Di nava demeke kurt de adapteyî qada Serhedê bûye. Heval Berçem bi tarz û tempoya xwe ya xebatê ji hemû hevalên xwe re bûye mînak û her dem xwestiye ku li hemberî dijmin çalakiyan bike. Heta kêlîka ku şehîd bûye wê milîtaniya xeyalên xwe kiriye. Tolhildana heval Berçem û pêkanîna xeyalên wê wê bibe hinceta ku em hevrêyên wan têkoşînê geştir bikin.

JÎNDA MED KUH

Malbata hevrêya me Jînda jî malbateke welatparêz e ku dilsozê nirxên polîtîk û exlaqî yên civaka Kurd e. Ji nava vê malbata me ya hêja tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû, gelek jî şehîd ketin. Hevrêya me Jînda jî li nava malbateke bi vî rengî welatparêz ji dayik bû û bi çand û exlaqa ji malbata xwe wergirtî mezin bû. Di dema ciwantiya xwe de nêrîna civakî û sîstema siyasî ya li jinan qebûl nekir û her tim xwest jiyaneke li derveyî sîstemê bijî. Di heman demê de ji ber welatparêziya malbata wê, partiya me PKK hîn bêhtir nas kir. Hevrêya me Jînda bi bandora têkoşîna azadiyê ya PKK’ê ku nêzî 50 sal in dewam dike, ji analîzên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê û ji hevrêtî û jiyana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiyê şer dikin, di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Jînda ku bi coş û kelecaneke mezin beşdarî nava refên gerîla bû, piştî ku perwerdeya leşkerî bi lez û serketî qedand, tevlî karên pratîkî bû. Bi saya jîrbûna xwe zû bi pêş ket û hîn di sala destpêkê ya gerîlatiya xwe de tevlî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijmin xist. Ji ber ku di nava şert û mercên şer de bi pêş ket, bû xwedî tecrûbeyên mezin. Ji Tendurekê heta bi Gilîdaxê li gelek qadan gerîlatî kir, li hemberî operasyonên dijmin bi hostatiyeke mezin sekinî û bi dehan caran di nava şer de ma, derbên giran li dijmin xist. Hevrêya me Jînda her ku şer kir rastiya dijmin baştir û bêhtir fêhm kir, hêrsa xwe ya li dijî dijmin jî her roj mezintir kir. Ji ber vê yekê her tim dixwest li qada şer bimîne û hesabê hevrêyên xwe yên şehîd bûne û komkujiyên ku dijmin li gelê me dike, bipirse. Di nava jiyanê de berevajî xwînsariya xwe ya li qada şer, ji dil û xwîngerm bû. Bi van taybetmendiyên xwe li nava hevrêyên xwe hate hezkirin. Li her qada jiyanê xwe berpirsyar dît, li gel zor û zehmetiyan jî ranewestiya û weke gerîlayeke YJA Starê erka xwe ya pêşengiyê bi cih anî.

Lêgerîna li azadiyê ya hevrêya me Jînda gelekî mezin bû û ji bo karibe di kesayetiya xwe de nasnameya jin a azad biafirîne, kete nava hewldaneke bêhempa. Weke milîtaneke pêşeng a YJA Starê di her kêliya têkoşîna me ya azadiyê de xwest hesta azadiyê bijî. Hevrêya me Jînda bi şeahdeta xwe fermana serketinê da me hevrêyên xwe. Em soz didin ku fermana serketin û azadiyê ya hevrêya xwe ya hêja teqez bi cih bînin.

SENAN SERHED

Hevrêyê me Senan li Çildêran a Wanê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû ku dilsozê çanda Kurd bû û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas dikir. Hevrêyê me Senan ku çanda herêma lê dima mezin bû, heta ku biçe xwendina zanîngehê di nava lêgerînê de bû. Piştî ku mafê xwendina li beşa sosyolojiyê ya zanîngehê bi dest xist, baldarî û lêgerînên wî zêde bûn. Hevrêyê me Senan ku bi hestewarî dilsozê tevgera me bû, bi lêkolînên xwe hîn bêhtir xwe zane kir. Weke ciwanekî Kurd dît ku qirkirin li gelê wî tê ferzkirin. Lewma biryar da ku tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe ku yek ji gelên herî qedîm ên cografya Rojhilata Navîn e. Destpêkê bi rengekî çalak beşdarî nava karên ciwanan bû. Ji ber ku tecrîda li ser Rêberê me bi rêk û pêk hate şidandin, hêrsa wî ya li dijî dijmin zêde bû û pê hesiya ku heta têkoşîna çekdarî neyê meşandin azadî bi dest nakeve. Li ser vê yekê tevî çar hevalên xwe yên li zanîngehê di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû û bi rengekî eşkere nîşan da ku helwesta ciwanên Kurdistanê ya li dijî dagirkeran divê çawa be.

Hevrêyê me Senan tevî ku tevgera me û gerîla berê nas dikir jî bi giranî kete bin bandora jiyan û têkiliya hevrêtiyê ya PKK’ê. Perwerdeya xwe ya bingehîn li Zapê dît û piştî pêvajoyeke serketî ya perwerdeyê li Zapê tevlî kar bû. Nêzî 2 salan li Zapê detayên herî zirav ên rêbaza şerê gerîla hîn bû û bi serketineke mezin xiste pratîkê. Hevrêyê me Senan beşdarî gelek çalakiyan bû û tecrûbeya xwe ya şer zêde kir. Li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo xwe perwerde kir. Timî li xwe pirsiya û hewl da bersivê bide pêvajoyê. Di nava jiyanê de û sekna  xwe de kesayetiyeke wî ya dilnizm hebû û gelekî bi berpirsyarî nêzî hevrêyên xwe dibû. Li pêşberî xeta azadiya jinê timî li xwe dipirsiya û meşa li ser şopa hevrê Fîkrî Baygeldî ji bo xwe kir pîvanek. Ji ber vê yekê di raporên xwe yên kûrbûnê de li pêşberî PAJK’ê xwe berpirsyar dît û hem raporên kûrbûnê hem jî raporên rexnedayinê nivîsî. Ji bo derxistina artêşa Tirk a dagirker ji Kurdsitanê li ser bingeha pîvanên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk xwe timî bi pêş ve bir û xwe gihand wê astê ku di vê pêvajoya krîtîk de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Di vê demê de ku li dijî mêtingeriyê şerekî dîrokî tê kirin, hevrêyê me Senan derbasî Bakukrê Kurdistanê bû, li dijî dijmin kete nava têkoşîneke bêeman. Meşa xwe ya azadiyê ku li Zapê destpê kir, li qada Tendurekê gihand asta herî bilind û li gel zor û zehmetiyan li Bakurê Kurdistanê pratîkeke serketî meşandin. Hevrêyê me Senan ku piraniya pratîka xwe li Tendurekê kir, li vê qadê beşdarî gelek çalakiyan bû, bi coş û enerjiya xwe bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Senan di Şerê Gel ê Şoreşgerî de pêşengiay taktîkî kir û bi sekna xwe ya şervaniyê bû milîtanekî mînak. Li dijî operasyonên dijmin ên li qada Tendurekê, xeta berxwedanê ya PKK’ê ji xwe re kir esas û li dijî dijmin bi lehengî şer kir, tevlî nava karwanê şehîdan bû.

TOLHILDAN ANDOK

Hevrêyê me Tolhildan li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku ji malbateke welê bû ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl da, tevgera me hîn ji biçûkanî nas kir. Gundê hevrêyê me Tolhildan ji ber ku polîtîkaya cerdevaniyê ya dewleta Tirk qebûl nekir bi zorê hate valakirin. Hîn di zarokatiyê de zilm, zordarî, zext û êşkenceya dewleta Tirk a li ser gelê me dît, şahidî ji komkujiyan re kir. Ji ber vê yekê xwendina li qaşo dibistanên sîstema faşîst red kir ku li van deveran qirkirina çandî tê kirin. Ji ber ku ji malbateke oldar bû, ji bo perwerdeya hafiztiyê çû bajarên Tirkiyeyê, lê li wir êrîşa nijadperestî lê hate kirin. Hevrêyê me Tolhildan ji ber polîtîkayên nijadperest ên dewleta Tirk, dît ku bêyî înkarkirina xwe jiyan zehmet e. Lê belê hevrêyê me Tolhildan li şûna ku li dewleta mêtinger qirker entegre bibe, biryar da tevlî şerê ji bo parastin û azadiya hebûna gelê xwe bibe. Bi tevlîbûna li nava karên ciwanan û milîstiyê, refê xwe diyar kir. Sala 2015’an pismamê wî hevrêyê me Andok şehîd bû û hevrêyê me Tolhildan ên li Wanê şehîd bûn, gelekî bandor lê kir û ji bo bersivê bide şehîdan û têkoşîna şehîdand ewam bike, tevî çar xizmên xwe beşdarî nava refên gerîla bû.

Li ser bingeha dilsoziya bi têkoşîna hevrêyên me Tolhildan û Andok, navê herdu hevrêyên me li xwe kir. Bi tevlîbûna xwe ya durust, kedkar û fedakar zû bala hevrêyên xwe kişand. Di nava pratîkê de zû şareza bû, bi têgihiştina berpirsyariyê pêşengî ji hevrêyên xwe re kir û zû bû fermandar. Bi girîngiya perwerdeyê hesiya, li ser bingeha perwerdeya ku wergirtî ji aliyê îdeolojîk ve xwe bêhtir bi pêş ve bir. Hevrêyê me Tolhildan ku di çand û zimanê Kurd de xwe bi pêş ve bir û dilsozê kevneşopiya xwe bû, ji bo vê yekê bigihîne hevrêyên xwe, timî hewl dida. Bi taybetmendiyên xwe yên jîr û pratîkî, bû hevrêyekî me yê pêşeng. Li qadên zehmet pratîk kir û xwedî vê hunerê bû. Kûrbûna hevrêyê me Tolhildan jî li ser vê bingehê bû. Mîna gelek hevrêyan dixwest biçe Bakurê Kurdistanê û ev armanca xwe pêk anî. Li qada Gilîdaxê ya Serhedê di fermandariya herêmê de wezîfe wergirt, tevlî kar bû û pratîkeke serketî meşand. Hevrêyê me Tolhildan li her kêliya jiyanê pêşengî ji hevrêyên xwe re kir û li Gilîdaxê hem tevlî çalakiyên li dijî operasyonên dijmin bû hem jî bi rêxistin kir û pêşengî ji çalakiyan re kir.

Hevrêyê me Tolhildan di 5’ê Tebaxa 2022’an de li qada Gilîdaxê, tevî şoreşgerê hêja yê ciwanên Tirk, ji pêşengên têkoşîna şoreşa Tirkiyeyê endamê MLKP’ê hevrê Şafak (Ûlaş Alankûş) di êrîşa dijmin de şehîd bû, ku hevrê Şafak ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têkoşiya, di Komkujiya Pirsûsê de şahidî ji şehadeta bi dehan hevrêyên xwe re kir û piştî vê komkujiyê têkoşîna xwe mezintir kir.

Hevrêyên me Berçem, Jînda, Senan, Tolhildan û Şafak ji bo paşeroja azad a gelên me xwe ji ti fedakariyê nedan alî û heta şehadetê bênavber li dijî mêtingeriyê têkoşiyan. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji gelên welatparêz ên Kurdistanê û Tirkiyeyê re dixwazin, em ê armanca azadiyê ya şehîdên xwe teqez pêk bînin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar