Li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji duh piştî êrişa li ser malek di nava wergehê de bêyî navber balafirên keşfê digerin.
Doh saet 12:40’an de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li xaniyê welatiyekî da. Di encama bombekirinê de welatiyê bi navê Ebûzêd Ebdullah Ubêyd bi giranî birîndar bû û dema rakirin nexweşxaneyê di rê de şehîd bûbû.
Piştî êrişê tevgera balafira bêmirov û biçek ji doh ve bê navber didome. Ji destê sihara îro heta niha ev liv û tevger hîn jî zêdetir bûye.
0 Yorumlar