Ticker

10/recent/ticker-posts

Mexmûr şehîdê xwe bi dirûşman pêşwazî kir

Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê cenazeyê Ebûzêyd Abdullah yê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, bi awayeke girseyî û bidirûşmên, “Şehîd Namirin” pêşwazî kir.


29’ê Tebaxê di saetên nîvro de balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk malbateke wargeha penaberan a Mexmûrê hedef girt û di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêyd Abdullah yê ji gundê Dêrhînê ya Qilebanê şehîd bû.

Ebûzêyd ku destpêkê bi giranî birîndarbû, rakiribin nexweşxaneya Giyara ya ser bi Mûsilê, lê tevî hemû destwerdanan jî ne hatibû rizgarkirin. Piştî wê rakiribûn Tiba Edlî. Cenaze îşev bi karwaneke mezin gihîşt Wargeha Mexmûrê.

Cenaze ku bi rengên kesk, sor û zer hate pecan, di ketina wargehê de ji aliyê hezaran kesî ve û bi dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bimre Xiyanet” hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziyê cenaze ji bo wecîbeyên olî birin mizgefta olî û piştre jî birin morga nexweşxaneya wargehê.

Ji bo endamên malbatê amade bibin, wê sibe cenaze li wargehê bispêrin axê.

Ebûzêyd Abdullah welatparêz û kedkarekî naskirî ya têkoşîna azadiya Kurdistanêbû û hemû jiyana xwe da bo parastina nirxên netewî.

Hêjayî bibîrxistinêye, duh êrîş li wargehê ji aliyê hezaran kesî ve hate protestokirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar